Bîranînên Nadir Nadirov hatin çapkirin

Nûçeyên Çand/Huner —

Çarşem 7 Cotmeh 2026 - 16:00

  • ‘Bê çîroka jinan nabe’
  • Tûra Mehmet Atlı a Ewropayê

 

Weşanxaneya DOZê pirtûka bîranînan a zanayê Kurd Nadir Nadirov ji Rûsî wergerand Kurdî û bi navê “Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve” çap kir.

Berhema ku ji 190 rûpelan pêk tê, ji aliyê Têmûrê Xelîl ve li Kurdî hatiye wergerandin û ji aliyê Salih Kevirbirî ve jî sererastkirin û edîtoriya wê hatiye kirin. Orjînala berhemê piştî koça Nadir Nadirov sala 2022yan li Almatiya Qazaxistanê bi Rûsî çap bûye.

Her wiha nivîsa bergê li paşiya pirtûkê jî bi vî awayî ye: “Nadir Nadirov, ne tenê zanyarekî navdar ê cîhanê û endazyarekî bêhempa yê sedsala 20an bû, ew di heman demê de serbilindiya miletê Kurd û welatiyekî dilsoz ê gelê Qazaxistanê jî bû. Wî bi sedan xebatên zanistî, xwedîtiya zêdetirî 200 patentan û lêkolînên xwe yên pêşeng ên di warê kîmya û derxistina petrolê de, mohra xwe li qada navneteweyî xist û di qada zanyariyê de gihîşt astên herî bilind. Ev pirtûka bîranînan a ku ji salên zarokatiyê yên melûl heta serkeftinên herî mezin ên akademîk diçe, şahidiya berxwedan û jêhatîbûna zanyarekî mezin e.

Nadirov di vê berhemê de ne tenê serpêhatî û xebatên xwe yên bêwestan vedibêje, di heman demê de nîşan dide ka mirov çawa dikare di nav şert û mercên herî dijwar de bi zanabûn, aqilmendî û kedê bi ser bikeve û rê nîşanî nifşên nû bide. Her wiha ev pirtûk ji bo xwînerên Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye çimkî cara yekem e berhemeke vî zanyarê mezin bi zimanê wî yê zikmakî, bi Kurmanciyeke şêrîn digihîje ber destê wan.” NAVENDA NÛÇEYAN

***

‘Bê çîroka jinan nabe’

 Li Silêmaniyê pêşangeheke bi navnîşana ‘Dîroka şoreşê bê çîrokên jinan nabe’ hate vekirin. Di pêşangehê de 47 wêneyên dîrokî yên jinan hatin nîşandan.

Li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Kurdistanê pêşangehek bi navnîşana ‘Şoreşa Jinan bê çîrokên jinan nabe’ ku wêne û belgeyên jinaên Pêşmerge yên di navbera slaên 1962-1983’an li xwe digire hatin nîşandan.” Rêvebera Projeyên Yekitiya Jinên Kurdistanê Şara Mihemed axivî û got: “Armanca pêşangeha me ewe ku dîrok bê têkoşîn û keda jinan nabe. Ji bo wê me biryar da ku pêşangehek wiha vekin.

Şara Mihemed diyar kir ku divê dîroka jinan bê nasîn û got: “Pêwîste dîroka wan bê arşîvkirin. Ji ber ku jinan mil bi milê mêran têkoşiyane. Ji bo wê di vê pêşangehê de 47 wêneyên dîroka bedewa a jinan hate nîşandan. Wê pêşangeh 3 rojan dewam bike.”

Pêşmergeya jin Sirwe Nûrî jî destnîşan kir ku armanca vê pêşangehê girînge û got: “Peyameke ji bo têkoşîn û keta jinan gihandina nifşên nû ye. Ev pêşangeh qala komek jinên pêşmerge dike. Pir girînge jin xebat û dîroka xwe binase. Hişyar bin ji dîroka xwe. Ji bo gav bi şûn ve bavêjin.” ROJNEWS

***

Tûra Mehmet Atlı a Ewropayê

Hunermend Mehmet Atli ragihand ku ew dê dest bi tûra xwe ya Ewropayê bike. Tûra hunermend dê welatên Swîsre, Almanya û Fransayê li xwe bigire.

Mehmet Atli bi rêya hesabên xwe yên torên civakî daxuyaniyek belav kir û bernameya xwe eşkere kir. Atli diyar kir ku ew dê 22yê Çiriya Pêşîn li Bruksela paytexta Belçîkayê dest bi tûra xwe bike.

Konsera Brukselê dê demjimêr 20:00an li Sounds Jazz Clubê were lidarxistin. Her wiha hunermend Yilmaz Guneylî jî dê wekî mêvan beşdarî vê konserê bibe. Piştî konsera li Brukselê, Mehmet Atli dê berê xwe bide Swîsreyê.

Konsera wî ya li Swîsreyê 31ê Çiriya Pêşîn roja şemiyê li bajarê Baselê tê lidarxistin. Ev konser dê demjimêr 20:30î li Bistro Unionê dest pê bike.

Atli bangî hemû guhdar û hezkiriyên xwe kir ku beşdarî konserên wî bibin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.