
Peymangeha Vejîn ya hunerê bi alîkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê di çarçoveya çalakiya xwedîderketina li zimanê Kurdî de şevbihêrka hunerî ya 6`emîn li dar xist.
Şevbihêrk bi dirûşma "Zimanê me awaza jiyanê ye" li navenda Baqî Xido hat lidarxistin. Hejmarek xwendekar, malbatên wan, endamên navenda Baqî Xido, nûnerên saziyên civaka sivîl, hunermend, rewşenbîr û hezkiriyên hunerê beşdar bûn.
Şevbihêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Peymangeha Vejînê Hisên Xanî axivî. Hisên Xanî piştî bixêrhatina beşdaran kir destnîşan kir ku mafên zarokên wan e ku li ser mîrat, çand û stranên kurdî mezin bikin, fêrî hunera kurdî bibin da ku pêşeroja zimanê wan misoger bibe. Xanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mafên rewa yên gelê Kurd û wiha anî ziman: "Zimanê kurdî nasname û rûmeta me ye. Mafê me yê herî bingehîn e ku em bi zimanê xwe pîrozbahiyan çêbikin û bi çanda xwe bijîn û biparêzin."
Hevseroka Navenda Baqî Xido Mêrxana Îsmaîl jî got: "Zimanê me hebûn û nasnameya me ye. Mafê me yê bingehîne em li ser ziman û wek çandeke dîrokî ya Kurdî û bi stranên zimanê xwe şahî û şevbuhêrkên xwe li darxin."
Di bernameya şevbihêrkê de koma Vejîn,koma Zarok û Ciwanên Vejîn, koma Kulîlkên Vejîn, Koma Keç û Xortên Vejînê hunerên xwe pêşkêş kirin. ANHA
***
Li Amed û Stenbolê konserên Delîl Dîlanar
Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar dê bi Organîzasyona Sanatçayê di 30ê Cotmedê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) a li navçeya Bajarênû ya Amedê konserekê li dar bixe. Konser wê saet di 20:00an de dest pê bike.
Organîzasyona Sanatçayê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev agahî parvekirin: “Hunermend Delîl Dîlanar li Amedê bi we re ye. Ji bo şeveke tejî stran, hest û kêfxweşiyê amade bin. Em ê di vê şeva taybet de, bi stranên xwe, bi kêfxweş î û coşeke mezin hev bibîn in.”
Muzîkhez dê karibin bîletan li ser platformên Passo û Bubiletê bistînin.
Hunermend Delîl Dîlanar her wiha dê di 25ê Cotmehê de jî li Navenda Pêşandanê ya Bostanci ya Stenbolê konserek li dar bixe. Konser saet di 20:00an de dest pê dike. AMED







