Anne Carson Xelata Nobelê wergirt

Nûçeyên Çand/Huner —

În 9 Cotmeh 2026 - 18:00

Akademiya Swêdê diyar kir ku helbestvan, nivîskar û wergêr Anne Carson a ji Kanadayê hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2026'an hate dîtin.

Akademiyê got, Carson ji ber berhema xwe ya nûjen û wêrek a ku bi kevneşopiya klasîk re di nava diyaloga xeraker de ji bo wêjeya hemdem şêweyên nû afirand, hêjayî xelatê hate dîtin.

Carson a li Torontoyê ji dayik bû bi feraseta xwe ya wêjeyî ya xweser a navbera helbest, nivîsa xwe ya yekser, ceribandin û çîrokê tê naskirin. Di berhemên xwe de bi taybetî mijarên ji Yewnan a Antîk û wêjeya Romayê bi şêweyên vegotina hemdem jinûve dinirxîne.

Xelatên Nobelê yên 2026’an

Tip:  Karl Deisseroth, Peter Hegemann û Georg Nagel

Fîzîk: Francis Halzen

Kîmya: Henri B. Kagan û Kenso Soai

Wêje: Anne Carson

Xelata aştiyê wê 9'ê Cotmehê, xelata aboriyê jî 12'ê Cotmehê bê eşkerekirin.

Anne Carson kî ye?

Carson di sala 1950yî da li Torontoya bajarê Kanadayê çêbûye û weke şair, nivîskar, wergêr û akademisyen tê naskirin. Berhemên wê yên sereke "Eros the Bittersweet", "Autobiography of Red", "Men in the Off Hours" û "The Beauty of the Husband" e.

Nivîskara ku gelek berhem nivîsîne û werger kirin, heta niha gelek xelat jî hildane. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.