
- Li Farqînê çalakiyeke hunerî pêk hat
Tevgera Çand û Hûnera Kobanê û desteya Çandê ya herêmê, ji bo bîranîna Arîn Mîrkan û xwedî derketina li navê wê, di 2021’an de mîhrîcana şano ya bi navê Arîn Bisk û Zulfên Aşitiyê ragihand. Mîhrîcana ku îsal dê bi dewreya xwe ya çaremîn pêk bê, di 3 salên derbasbûyî de pêşwaziya şanogerên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez û Turkmen kiriye ku bûye cihekî girîng ji bo hevgirtin û pêşkêşkirina raman û hestên şanogerên herêmê.
Endama rêvebira festîvalê Mîrxan Ismayîl da zanîn ku mîhrîcan di 30 Cotmehê de destpê dike û got; “Têkoşer Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî di berxwedana Kobanê de deng veda û weke sembola jinên şerker û fedayî navê xwe mîsoger kir. Me jî weke Tevgerên çandî yên li herêmê biryar girt ku em bi riya mîhrîcaneke şanoyê, xwedî li têkoşîn û fedekariya şehîd Arîn derkevin. Ji bo vê jî ji 2021’an ve li Kobanê mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aşitiyê tê lidarxistin. Îsal jî emê bi diruşmeya ‘Ji her bajarekî çîrokek û ji her dilekî ramanek’ di 30’ê Cotmehê de careke din pêşwaziya vê mîhrîcanê di dewreya xwe ya çaremîn de bikin.”
Mîrxan da zanîn ku diviyabû mîhrîcan di 5’ê Cotmehê de pêkhatiba, lê ji ber hîn şert û mercên teknîkî û herêmê, mîhrîcan hatiye taloqkirin. JÎNHA
***
Li Farqînê çalakiyeke hunerî pêk hat
Şaredariya Farqînê û Komeleya Jinan a Wêje, Çand û Hunerê (KASED) li Parka Rindêxanê ya navçeya Farqînê ya Amedê çalakî û bernameya “Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê” li dar xistin. Rêveber û endamên DEM Partiyê ya navçeyê û gelek welatî tev li bernameya ku dê sê rojan berdewam bike, bûn. Di hevdîtinê de ked û karê jinan, hilberîn û hevgirtina jinan hat nîşandan. Jinan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê dan. Di hevdîtinê de stand hatin vekirin û jin di bernameyê de berhemên xwe yên ku çêkiribûn nîşan dan.
Bername bi stranan û bi gerandina govendê bi dawî bû. AW







