
- Sî û çar sal beriya niha bû; berfa pêşî ketibû. Êvareke ker û lal. Bavê min kîloyek pûrteqal anî bû. Min pûrteqala ku pariya min ketibû kir paşila xwe û serî da riya mala dapîra ku ji me re çîrok vedigot.
Em pênc zarok bûn. Destekî min li ser pûrteqala di paşila min de bû, destê dî jî di kerika guh de guhdarê çîroka Memê Alan bûm. Tişta ku hîç ji bîra min neçû ev e ku di ronahiya lampeyê de, min buhuştek didît ku Mem û Zîn tê de du çivîkên çolê bûn, di araviya sobeyê de jî Beko û Mîr, bi hawar bûn. Dil li min dikeliya.
Di şeva wê şevê de, hevalên min, dapîr her diçû li ber çavên min şêrîn dibûn. Ji hêlekê ve jî axîn bi ser axînê de diherikî ji dil de. Kêliyekê destê min yê li ser pûrteqalê bala dapîrê vekişand. Li ser pirsa wê, min pûrteqal derxist û da dest wê. Kevçîka çay girt û pûrteqal kir pênc par. Li me belav kir. ’’De bixwin Memên min, hêvî dikim ji Rebê xwe ku deşt, çiya, newal, av û gelî li ber we bibin deng û pêlên hezkirinê…’’
Heya bîst saliya min jî û hê jî wextê li siruştê, bi tenê dimînim her tişt bi min dibe dengê hezkirinê. Ji bo her kurdê ku Memê Alan guhdarî kiriye, ev destan pira di navbera wan û huner, wêje, felsefe, estetîk û ûtopyayê de ye. Memê Alan di serê her kesekî de bûye bingeh an jî destpêka dehan berhemên mîna xwe ên afirandî lê nehatî nivîsandin, afirandiye lê mixabin hew di dilan û di hişan de sergirtî mane ku heya niha me derheqê wê mijarê de agahî, deng û sewtên xurt nebihîstin.
Piştî ku min xwest ez derbarê vê destanê de xwe bigihînim xebatên heyî min di motora lêgerînê ya elektronîkî ‘Google’ de Memê Alan nivisî û ez mam li bendê. Encam xemgînî û diltengî! Yekî kurd bernavkê Memê Alan li xwe kiriye bêyî vê tu agahî û nivîs derbarê vê destanê de nîn in bi kurdî heya bi tirkî!
Memê Alan û Mem û Zîn du berhemên ku kurd bi her hawî xwe tê de dibînin, xem, jan, hêvî û xeyalên xwe pê re diherikînin.Jêderka Mem û Zîn destana Memê Alan e. Ehmedê Xanî bi nivîskî, ew ji nû ve afirandîye, adapte kirîye, cara yekem çirayê pêxistiye.’’Schîller,melzemeyê Wîllîam Tell,Shakespeare jî melzemeyê Kral Lear li ber dest,amade dîtin.Lê dû re mohra jîrektiya xwe li van berheman dan. Û van lîstikan niha wekî berhemên wan têne dîtin.’’(Julîus KROHN-Kaarle KROHN)
Ehmedê Xanî ku ji alî Celadet Bedirxan ve wekî pêxember hatiye dîtin jî wekî Schîller û Shaskespeare mohra xwe li berhemeke li ber dest daye. Lê ji ber hin sedeman û cûdatiyan berhemên me bi tevî hêlên hevpar ji hev cûda ne jî. Her du berhem mîna du çavkaniyên di zinaran de derbûyî ne. Wextê însan bahsa berhemekê dike bi gelemperî berhema dî jî cî dide xwe lê dîsa jî hewlên me ev in ku em ya di derbarê Memê Alan de careke ji caran bi bîr bînin.
Hin xal hene ku divê em bi bîr bînin, ne wanî be rastiya destanê xwe nade der. Wekî gel dîsa ji sedemên dîrokî em ne xwedî xeyalên kûr û dûr in. Hêza me ya ramanî refleksî ye. Bi hevokên herî kin em diaxivin. Jiyana me bi du peyvan re diherike, ’erê’ û ‘na’. Hingiya em ji zimanê xwe biyan mane pirî caran em, bi zimanê bedenê, xwe der dikin. Ji tama estetîkê em dûr ketine. Di berhemên niviskî yên roja îro de hêla herî lawaz ev e. Ya herî bi êş jî ev e ku em hê jî vê pirsê ji xwe nakin; çi an jî kîjan berhem ji wêjeya me ya modern re bûye bingeh? Me çavên xwe ji dîrokê girtiye. Ev jî rê dide texlîdê. Helbet wêjeyek modern. Lê ne texlîd, me hay jê heye ku bingeha wêjeya Ewropa berhemên Homeros in. Bawer im me hew xwe li temayek di destana Memê Alan de bigirta heya niha di wêjeya modern de dê berhemên giranbiha bihatana afirandin. Mînak di destanê de temayek jî jê ev e ku însan wextê kûr û ji dil hez dike dibe însan, însanek ji însanên bi per û bask.
Memê Alan ji alî ûtopyayê ve pir balkêş e; Wekî Roger Lescot jî gotiye di destanê de bajarek xeyalî hatiye afirandin. Ev wek destpêkek xwe dide der; di vê destpêkê de jiyaneke nû tê hêvîkirin. Di ûtopyayê de havênê jiyanê evîn e. Cara pêşîn em di vê destanê de pêrgî ûtopyayek ev qas berfireh û bi bandor dibin.
Piştî van derbirînan em dikarin çend deriyê destanê li xwe vebikin. Destan honakî ne. Ji alî honakê ve berhem xwedî taybetiyekê ye;bi sembolên evsaneyî vegotin xwe beredide nav jiyana rojane û rasteqîn. Hilberîna xeyalî berhemê û vegotinê bedewtirîn kiriye.
Ziman nazdar e, şîrîn e, hêza xeyalê û coş di her hevokê de bi ser rûyê ruh dikeve. Ziman zimanê bengîtiyê ye. Ziman deriyê ruh li me vedike. Ev vegotina helbestî bi her rista xwe dişibe guliyên dara bi bar û bi ber. Bi ziman û şayesan destan li nik berhemên Homeros cî dide xwe. Kûrahiya felsefîk, teqla di bin baskên peyvan de bi ser ziman dikeve, peyam û afirîneriya hunerî destanê li asteke bilind bi cî dike. Çend mînak ji şayes, form û metaforên destanê :
‘Mem rûniştibû li ser textê çarling, mîna rojê ko nuh hiltê li çiyan e/ji hesinê birûskê çêkirine ji bo dev û diranan e/xew dijminê mirovan e û şev keliha mêran e/serê mêrê çê daîm mij û dûman e/çirka çirka serê qeleman e/gî xortên sivik in di guhên wan de guharên zêrîn in/were, guh bide me, mekeve ber bayê xewneke şevan e/min nedî ko kes birînê riman bi ava gula da kewan e/ditirsim ji gola xwîniyan e/bejin ziravo mîna şiva bê kelemo/emrê çûyî venagere li xwediyan e/tu hildayî ser darê û di bin te da dikin bibirin guliyan e/ez tî mame di navbera du çeman e/rûne, di cihê xwe da giran be mîna kevirê koşan e’
Ev evîn, roj bi roj bi ser dilan de heliya ye, mîna benîştê li ser kokê daran e. Di vê evsaneyê de her tişt mîna hebê tizbiyan tê gotin. Ev evîneke wisa ye bahr bi Bozê Rewan bi hawara her du dildaran ve çûye. Perî, tav, heyv û stêr bi xweziya bedewiya her du evîndaran bûye.
Mem, ew kes e,’’Mîna rojê ku nuh hiltê li çiyan e.’’Bejinzirav e mîna şiva bê kelem. Kesek hişk e, karekterek dijwar e heya dibe evîndarê Zîn. Li dû evîndariyê ew êdî av e. Di çardeh saliya xwe de arê evînê bi dilê wî dikeve. Di şexsiyeta Mem de pevçûneke bêhempa tê jiyîn. Memê destpêkê û yê dawiyê ne yek e, bi berdewamî şexsiyet veguheriye. Ev guherîn bi hezkirinê û bi nasîna Zin re pêk tê. Beko, Hesen û şexsiyetên weke Stî li ser nirxên civakî şax dane, wekî
Mem, Çeko û Mîr di nav guherîn û veguherînekê de ne. Ev taybetî ango guherîna di şexsiyetan de taybetiya berhemên modern ya herî girîng e.
Zîn, xwediya xewna şevan, ne cin e, ne perî ye, esil beşer û însan e. Heya pozê kaxezê wekî îşareta miriyan tê şewitandin ew çira Mem e.
Hesen di vê destanê de ji bo ku Mîr li Mem û Zîn neyê xezebê bi destê lawê xwe digire û diavêje nav ar da ku Mîr neçe Mem û Zîn li nik hevudu nebîne.’’Mîna nîşana rûmetê ye.’’Hesen.
Dawiya hesreta xewna şevê; mirin! Destê her du evîndaran piştî dimirin di xakê de dibin henase. Û Beko heye. Wextê ji bo bêbextiyê tê kuştin dilopek ji xwîna wî di navbera destê her du dildaran de wekî strî şîn tê. Ango ewantî li vê evînê hatiye çandin.
Di vê destanê de tê gotin ku,
*Serê mêrê çê daîm mij û dûman e
*Fedî ne karê mêran e
*Riya çetîn riya mêra û egîtan e
Dîsa di vê evsaneyê de bi hesreta dilan tê sond kirin. Ji peyva herî kuvî heya bi gotina herî tîr û tûj her tişt dihele û ji gerdeniya jiyanê re dibe moriyên şîn.
‘’Dido hene, yek qîz e, yek xort e,
Bi çelengiyê kesek nagihê wan e
Yek kurê Mîrê Mixribiyan e
Ew mîr padîşahê kurdan e,
Ya din, bavê wê waliyê bajarê Cizîra Botan e
Keça Mîr Zengîn, Zîn Zêdan e.’’
Mem û Zîn, di heman cîwar û erdnîgariyê de şîrê pêşîn yê evîn û evîndariyê ye. Çîroka gul û striyan e. Dengekî bi ser me dixe, bila evîn bi ber bayê xewna şevan nekeve...
Bi navê Grîfon ajalek mîtolojîk hebûye. Tê gotin Mîttaniyan berê zayînê bi du hezaran ev ajal anîne Mezopotamyayê. Ev ajal bi bask bûye. Bi serî çivîk bûye û bi gewde şêr… Rastiya însanên vê erdnîgariyê ev rastî bi xwe bûye… Mem, Zîn serî ne, ango çivîk in, Hesen, Stî gewde ne, ango şêr in di destanê de…
Nîşe: : Ev nivîs ji pirtûka Cîhan Roj ya bi navê Edebîyata Modern a Kurdî hatîye girtin. Nivîs di Kovara W, hej.11an de jî hatibû weşandin.







