Şopên Anahîtayê

Nûçeyên Çand/Huner —

În 16 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Li parêzgeha Kirmaşanê, şopên Anahîtayê xwedawenda kevnar a avê tevî derbasbûna sedsalan hê jî di bîra kolektîf, kaniyên pîroz û kevneşopiyên gelêrî de zindî ye. Şopên Anahîtayê ne tenê bi Kirmaşanê ve sînordar in, gava em li heman herêmê lêkolîn dikin, dibînin ku baweriya bi pîroziya avê hê jî li gelek gund û taxan zindî ye.

 

Stûnên şikestî, dîwarên hilweşiyayî û sîbera bêdeng a perestgeheke ku niha bi bêdengiyê hatiye pêçandin, li ber çavên me mîna bermahiyeke jibîrkirî ya demeke dûr radiwestin, tenê şopa çend şêweyên kevirî û siya li ser erdê. Dibe ku ev avahiya nîv wêranbûyî behsa rêûresm, bawerî û şaristaniyeke ku niha tenê di nivîsên kevnar û baweriyên belavbûyî yên nişf bi nifş hatine parastin dikin.

Anahîta weke xwedawenda avê tê nasîn. Xwedawendeke paqij, bihêz û parêzvana hemû ava cîhanê bû. Hebûna wê vedigere demên kevnar, her beşek ji xwezayê xwedawendek xwe hebû û mirovan hêz didan her hêmaneke girîng. Li Kirmaşanê, gelek nîşaneyên dîrokî û çandî yên hebûna vê xwedawendê tên dîtin, ya herî girîng ji van Perestgeha Kangavar a Anahîtayê ye. Ev perestgeha ku di navbera du hezar û du hezar û pênc sed salî de ye, piştî Persepolîsê wekî duyemîn avahiya kevirî ya herî mezin li Îranê tê hesibandin. Mezinahî û berfirehiya wê nîşan dide ku Anahîta di demên berê de xwedî cihekî pir bilind bûye. Navê wê heta di Avesta de, di Aban Yaşt de jî derbas dibe ku ji sê hezar û pênc sed salî zêdetir e û yek ji kevintirîn pesnên têkildarî av û paqijiyê ye. Wekî din, wêneyê wê li ser firaxên zîv û zêr ên ji serdemên cuda, nemaze ji serdema Sasaniyan, digel sembolên wekî av, lotus, masî û hinar tên dîtin. Di Taqbostana Kirmaşanê de, rola wê jî li kêleka padîşahê Sasaniyan hatiye nivîsandin. Ev delîleke eşkere ye ji bo hebûna bihêz a vê xwedawenê di çanda berê de. Şopên Anahîtayê ne tenê bi Kirmaşanê ve sînordar in, gava em li heman herêmê lêkolîn dikin, dibînin ku baweriya bi pîroziya avê hê jî li gelek gund û taxan zindî ye. Mirov dibe ku bi nezanî, dema rêzê nîşanî avê didin, li kêleka kaniyan dua dikin, an jî behsa mûcîzeya avê dikin, di rastiyê de heman baweriya kevnar dubare dikin. Baweriyeke ku li ser pesnê xwedawenda avê hatiye avakirin û bi nifşan di bîra kolektîf a van axan de maye.

Hinar; wekî fêkiyê sembolîk a Anahîta

Xwendekara dîrokê Maria R. li ser baweriyên der barê pîroziya avê li Kirmaşanê de wiha dibêje: "Li Parêzgeha Kirmaşanê gelek kanî hene û mirovên li her herêmê bawer dikin ku ev kanî xwedî taybetmendiyên şîfayê yên cûrbecûr in. Ew qurbaniyên cûrbecûr didin van kaniyan û bawer dikin ku ava wan ji nexweşiyên fizîkî û giyanî re derman e. Mînak, li herêma Dalahu, kanî hene bi navê Guslan û Kanî Şefa tên binavkirin. Gelek kes bawer dikin ku ava wan şîfayê dide û ji ber vê yekê gelek kes ava wan ji bo pîrozkirinê digrin. Di nava qurbaniyên ku ji van kaniyan re tên pêşkêşkirin de, hinar cihekî taybet digrin û hema hema her gav tên dîtin. Hêjayî gotinê ye ku di çavkaniyên dîrokî de, hinar wekî fêkiya sembolîk a xwedawen Anahîta tê pêşkêşkirin ku bi bereket, paqijî û hêza jiyanê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku rêûresma pêşkêşkirina qurbaniyan ji bo kanî, baweriya bi hêza şîfaya avê û rêzgirtina kûr a ku mirov ji bo van kaniyan dikin li ser heman baweriya xwedawenda kevnar e. Ava Anahîta, her çendî navê wê bi demê re hatibe jibîrkirin jî baweriyek heye ku bandora wê hê jî di tevger û kevneşopiyên mirovan de tê dîtin."

Ji rêûresmên kevnar heta baweriyên îro

Li Kirmaşanê, hê jî gelek kaniyên ku pîroz tên hesibandin û bawer dikin ku cûrbecûr nexweşiyan derman dikin hene. Mînak; Kaniya Biçûk a li Javaroyê ku gelek kes bawer dikin ava wê di dermankirina kevirên gurçikan de bi bandor e, yan jî kaniya heriyê ya li Sonqorê ku xelkê herêmê bawer dike şûştina di ava wê de tayê kêm dike û şîfayê dide. Ev tenê çend ji kaniyên dermanî yên li parêzgeha Kirmaşanê ne. Kaniyên ku gelek kes bawer dikin xwedî taybetmendiyên şîfayê û hêza pîroz in. Ev rêzgirtin û pîrozî dikare wekî celebek parastinê ji bo hebûna avê were dîtin ku demek dirêj di çandên cuda de cihekî giyanî girtiye. Lê belê tiştê ku balkêş e nîşaneyek e dikare hîpoteza girêdana van baweriyan bi xwedawenda avê Anahîtayê xurt bike. Li Kirmaşanê kaniyek bi navê "Hanîta" bi zaravayê herêmî heye. Her çendî di nivîsên dîrokî de agahî tunebe ku peyva Hanîta ji Anahîta tê lê navê Anahîta bi zaravayê herêmî yê gelek kesan li herêmê wekî Hanîta tê bilêvkirin. Wekî ku em dizanin, dîroka devkî ku nifş bi nifş maye, dikare bibe çavkaniyeke hêja ji bo têgihîştina baweriyên nenivîsandî yên berê. Ji ber vê yekê, li gorî zimanê rojane yê mirovên ku ji bo şîfayê serdana Kaniya Hanîta dikin, em dikarin bibêjin ku Hanîta di zaravayê herêmî de formeke guhertî ya Anahîta ye. Nîşaneyeke zindî ya berdewamiya baweriyên kevnar ên li ser pîroziya avê û xwedawenda wê ye. Afsaneh Ş. xwendekara beşa sosyolojiyê ye di heman demê de ji beşa dîrokê mezûn bûye wiha dibêje: "Bêguman, beşek ji dîroka nenivîsandî ku di nava mirovan de bi şiklê baweriyên devkî maye, dikare ji bo lêkolîna li ser gelek tevgerên rewşenbîrî û olî çavkaniyek pêbawer be. Dibe ku derbasbûna demê rê nedabe gelek kesan ku baweriyên xwe binivîsînin lê wan dikaribûye van baweriyan nifş bi nifş bidomînin û biparêzin loma gihîştine roja me ya îro. Ji ber vê yekê, koka baweriya bi mûcîzeyên kaniyên cûrbecûr dikare vegere baweriyên kevnar ên bi xwedawenda avê Anahîta, ev bawerî, her çendî di nivîsên fermî de winda bûbe jî hê di bîra kolektîf a mirovan de zindî ye."

Ji perestgehên wêranbûyî heta dilopên baranê

Nêrînek li dîroka xwedawenda Anahîta û rola wê di belge û vegotinên kevnar de nîşan dide ku vê xwedawendê di demên berê de cihekî pir taybet digirt. Lê belê îro ji bilî çend abîdeyên dîrokî yên kevin, tu nîşaneyeke zelal a hebûna wê di jiyana rojane ya mirovan de tune ye. Ji ber ku bi sedsalan, hikûmetên cuda û baweriyên nû derketine holê hêdî hêdî şopa vê xwedawendê kêm bûye û niha tenê şopeke lawaz di kevneşopî û rêûresmên mirovan de maye ku nizanin koka hinek baweriyên wan li ser perestina vê xwedawenda avê ye. Lê belê her çendî Perestgeha Anahîta ya wêranbûyî li Kangavar xuya dike ku dawiya serdema wê nîşan dide jî rastî ew e ku tevî hezar salan zehmetiyên dîrokî, stûnên vê perestgehê hê jî li ser piyan in û li asîman dinêrin. Wekî ku dixwazin bînin bîra me ku ev xwedawenda jin hê jî di ava cemidî ya ku diherike de, di kaniyên di dilê çiyayan de, di çemên dirêj ên deştan de û di her dilopa baranê ya ji asîman dibare de li ser axa bêdeng a vê perestgehê dikeve de heye û dengvedana navê wê dikare were bihîstin.

SARA PÛRXEZARÎ-JÎNHA/KIRMAŞAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.