Ji Sîmîr Rûdan albûma ‘Ez û Gîtara Xwe’

Nûçeyên Çand/Huner —

Pêncşem 15 Cotmeh 2026 - 16:30

  • Muzîkjen Sîmir Rûdan, albûma xwe ya sêyem a ji 10 stranên solo pêk tê belav kir.

 

Rûdan di vê berhemê de qelebalixiya stûdyoyê û aranjeyên tevlîhev li pey xwe hişt û tenê bi deng û gîtara xwe şêwazeke mînîmalîst û xwerû pêşkêşî hezkirên muzîka Kurdî kir. Gotin, muzîk û aranjeyên hemû stranan ji aliyê Sîmir Rûdan ve hatine amadekirin. Pêvajoya tomarkirinê ji aliyê hunermend ve hatiye birêvebirin û xebatên mîks û masteringê yên albûmê jî ji aliyê Hakan Kurşun ve hatine çêkirin.

Albûma yekem a Rûdan a bi navê Bi Çîrokî ku sala 2013an derketibû, gerdûneke dengî ya berfireh ji akordeonê heta saksafonê dihewand. Di albûma duyem Kevî ya sala 2019an de jî şêwaz ber bi formên cazê û hûnandina xurt a stûdyoyê ve çûbû lê belê di albûma Ez û Gîtara Xwe de hunermend wan amûrên qelebalix û aranjeyên qat bi qat li pey xwe dihêle. Di vê berhemê de gîtar ne tenê amûreke li paş vokalê ye, berevajî vê yekê ew dibe hevala vegotinê û bersivê dide dengê hunermend. Di heman demê de partîsyonên pirdengî yên di aranjeyan de xeyal û girêdana kûr a Rûdan a bi gîtara klasîk re derdixe holê.

Kêmasiyên xwezayî venaşêre

Sîmir Rûdan di vê albûmê de li şûna ku kêmasî û xeletiyên piçûk bi teknîkên dîjîtal paqij bike, "bêkêmasiya stûdyoyê" red dike û girîngiyê dide xwezayîbûnê. Nêzîkî nîvê stranan bêyî metronom hatine qeydkirin. Dengê lerzok ê vokalê an jî xişîna gîtarê di qeydan de hatine parastin. Ev helwesta li ser xwezayîbûnê, di naverok û mijarên stranan de jî xwe nîşan dide. Hesta valahî û nebûna gihîştinê di nava rêza stranan de diherike.

Albûm bi strana Tu Dûr î dest pê dike û pişt re bi stranên wekî Kendalên Bêbinî, Rosa, Mona Lisa, Derewên Te, Bi Xatirê Te, Min Nîne û Ez ê Nekarim dewam dike. Di van stranan de behsa sînorên mirovan, xem û li pey peydakirina pencereyeke ber bi jiyanê ve tê kirin lê belê ev dilşikestîbûn nabe teslîmbûn. Strana Hûlê Hej Te Dikim ku bi devoka herêma Cizîrê hatiye strîn, bi ritm û naveroka xwe ya evînî dibe hêmana berxwedanê. Albûm bi strana Muzîk Heye bi dawî dibe ku muzîkê wekî stargeh û bendera dawî nîşan dide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.