
- Tiştekî tê û pêşkarî jiyana merivan dibe, gotinên Wassily Kandinsky tê bîra merivan ku gotiye, "berhema hunerî, bi awayek bi raz û jênayêfêhmkirin ji hunermend xwe dide der, jiyana xwe û heyîbûna xwe ji hunermend digire." Tam jî halekî wisa bi serê min de tê ku Dengê Şeroyê Biro, nêrînên Foucault û dîtina Kandisky bûne şorbe!
Em rojekê li zaviyê bûn, bi werîs, sap girê da, li zeviyê nihêrî, îsal jî çû, heya salek din Xwedê mezin e, got, ez li qodaxa erebê siwar bûm, wî kilamek got, cara pêşî bû min dengê bavê xwe yê bi şewat dibihîst û ti carek din min nedît ku ewî kilam got... Bi tenê kilamek gotibû... Bi salan bû ez bi dû wê kilamê ketibûm ku çi newabû hewqas bandor li dilê zarokekî pênc-şeş salî kiribû... Min ne navê kilamê dizanî ne jî peyv û gotinek dihat bîra min. Îro, wextê min guhdariya Şeroyê Biro kir, min dît heman newa hat û li ser kezeba min rûnişt, kilam kilama "kekê min" e.. De wextê min guhdariya Şeroyê Biro dikir min nêrînên Foucault ên derheqê pirsa weke "Edebîyat çi ye" dixwend! Li hêlekê halê konsantre ê xwendina nivîsê û li ciyekî ji nişka ve ew halê bi hestiyar ê ji guhdarîkirina kilamê; ne Foucault ma li meydanê ne jî edebîyata modern û dema me!
Beriya salan min gotibû, du dilê me hene yek jê mîna çûçika çolê nazik, dilê din jî weke kevir hişk e. Min di edebîyatê de her hewl da ez bibim xwedî dilekî ku ew dil jî dilê dema me bûya û bi edebîyata dinyayê re her lê da. Ev têkoşîneke bê eman e, ev di heman demê de nakokî û belaya, rastiya herî mezin a qelema me ye; edebîyata me bi kêlî, bi şikeste û sanciyên wisa re, pirî caran, serobino dibe. Modernîzma em nikarin bijîn an jî di jiyana me de nîn e (dilşewatî û jiyana rabirdûyê dest xistiye stûyê me, arîşeyên derheqê êş û bindestiyê de...) Em hewl didin edebîyata wê bikin ! Bi tevî rastiyên wisa jî, di romanê de, min hewl da ji wê "pira siratê"(pêvajoya derbasbûna qada edebîyata modern hinek jî dişibe pira siratê ku gunehên merivan bi awayekî qeîde, nêzikahî û hişmendiyên "jiyana ne modern" in) derbas bibim, xwe ji sir û şîrînahiya retorîkê, xwe ji xefikên lîrîzmê û îdeolojîk bikim. Û heqîqeten "êş" lehiyek e, bagerek e meriv bi ber bikeve, ne belî ye bê çi bîne serê merivan. Vêca di vî zemanî de meriv kurdeke/î bi qelem be, ew talûke erjengtir e. Çimkî "êş" bi qasî aliyê xwe yê efsûnbaz û sotîner li hêlekê jî xwireka qeleman e!
Ev e, ketime halekî wisa ku li hêlekê Şeroyê Biro û kezebeke bi şewat, li alî din dinyayek dîtir ya tevlîhev û modern û kêliyek ji xwendinê. Ger dirêj bikim ji halê şorbeyî pê ve bawer nakim tiştekî xwe bide der, dîsa jî hêja ye gotineke Foucault bi bîr bixim, di pey re rabim û bigerim. Çimkî kêliya ku hiş û aqil dikeve bi bandora hest û diltenikiyê tu saxî û selametî namîne ji bo qelemê! Foucault wisa gotiye;" Roja tiştek em dikarin navê weke "hecma kitêvê" lê bikin hat û ciyê retorîkê girt wê rojê edebîyatê dest pê kir". Ne Şeroyê Biro, ne Foucault, ne Kandisky û ne jî "emrê çûyî" aniha, ber bi "zemanekî" dîtir ve, ber bi meşê ve, meş rê û dinyayek dîtir e…
Nîşe: Ev nivîs ji pirtûka Cîhan Roj ya bi navê Edebîyata Modern a Kurdî hatîye girtin.







