Helbesta Çerkezê Reş

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 18 Cotmeh 2026 - 17:00

  • Helbesta Çerkezê Reş helbesteke sofîstîke ye, raman tê de xurt e û li ser felsefeyekê ava bûye; wek bîrên bêbinî deng tê de olan dide. Helbesta Çerkezê Reş helbesteke dijwar e û wek hemû wêjeya nûjen serhevde û radeyeke wêjeyî ji xwendevanê xwe hêvî dike.

 

Di nav ekola êzdî de Çerkezê Reş nivîskarekî serkeftî ye. Ne bi tenê di nav ekola êzdî de herwiha bi giştî di nav wêjeya kurdî de jî ew nivîskarekî serkeftî ye; wî di standartên cîhanê de helbest nivîsîne. Mirov dikare bêje ku wî bi helbesta xwe “şoreş”ek çêkiriye. Helbesta wî di helbesta kurdî de şoreşek e; ji ber ku helbesta wî helbesteke xwedî hêmaya nûjen e û cara yekem em dibînin ku bi xêra wî, helbesta kurdî ji reh û kokên xwe yên resen avê vedixwe. Ev reh û kok beyt û qewlên êzdatîyê ne, ev kurdayetî bi xwe ye. Helbesta Çerkezê Reş ji hemû helbesta kurdî ya misilman-sunnî-mutesawwuf cudatir bi wate û dengê qewl û beytên êzdatîyê hatiye nivîsîn. Wî ev qewl û beyt nûjen kirine û bi awayekî modern û estetîk di helbesta xwe de bi kar anîne.

Nivîsîna helbestê ya bi reng û dengê qewl û beytên êzdatîyê hem ji bo helbesta kurdî û hem jî ji bo helbesta cîhanê tiştekî nû, cuda, orîjînal û guhertî ye.

“Tevek ya bor, dezmal ya bor,
Laliş ya bor, ya bor, ya bor!”

Di Çerkezê Reş de nasnameya êzdatîyê li pêş e, wî ji hemû wêjeya kafkasî ekola êzdî bêtir êzdîtî derxistiye pêş û xwe ji îdeolojiya rejîma sovyetê dûr hiştiye.

“Îtaka min Lalişe”

Çawa ji bo Odîsseusê Homerosî welatê wî “Îthaka” girîng û pîroz be ji bo Çerkezê Reş jî “Laleş” welatekî wisa pîroz e. Lê gava ku ew baweriya êzdî derdixe pêş baweriya neteweyî ji bîr nake;

“Min bişon bi kurmancî!” “Min çehlkin bi kurmancî!”

Çerkezê Reş ji ber ku fîlolojî xwendiye têkiliya wî û zimên xurt e; wî kurmancî baş hîn kiriye û baş bi kar aniye, kurmanciya wî kurmanciyeke rojane û xas e. Ji epîgrafên dîwana wî ya yekem a ku di sala 1986’an de weşiyaye ya bi navê “Şorişa Xeberan” xuya dibe ku ew ne bi tenê qewl û beytên êzdî herwiha ew hemû helbesta cîhanê jî pirr baş nas dike.

Cara yekem em bi Çerkezê Reş hêmayeke xurt a modern di kurdî de dibînin. Di demê de di helbestkarên wek Qedrî Can, Goran, Emînê Evdal û Celadet Bedirxan de tiştên hêma-yî û metaforîk hebûn, lê ev ne hêmayên ewqasî xurt û nûjen bûn, di Çerkezê Reş de hêma hêma ye û xurt e;

“Ax, ji xûna kê bîna kula tê? –“
“Ez nextê masîyê pozxizêm besyam”,
“Û ji xiyalê nêromê ye gêj,”

Hêmayên helbesta Çerkezê Reş pirrani hêmayên olî, neteweyî û takekesî ne. Ew pirr hez dike ku bi gotinên wek “neynik”, “şûşe” û hwd ku di êzdatîyê de ev alav pîroz in hêmayan ava bike.

“Dilê min xweber
Hat – bû neynika ruhê vê dewrê.”

Çerkezê Reş helbestkarekî giyanî ye; ji mijarên giyanî (sprîtuwel) pirr hez dike û her ji çend gotinên wî yek jê “ruh” e. Bi wî awayê xwe wek felsefe dişibe Hegel û wek helbestkar dişibe Paul Claudel.

“Ser Kanya Sipî ruh şûştne sirê,- “,
“Ruhê min giryê xewnê te dibbê,”

Helbesta Çerkezê Reş helbesteke sofîstîke ye, raman tê de xurt e û li ser felsefeyekê ava bûye; wek bîrên bêbinî deng tê de olan dide. Helbesta Çerkezê Reş helbesteke dijwar e û wek hemû wêjeya nûjen serhevde û radeyeke wêjeyî ji xwendevanê xwe hêvî dike, ger ne wiha be dibe ku xwendevan zêde tiştekî jê fam neke. Zanîna êzdatîyê jî girîng e, mirov ji dînê êzdî fam neke hinek aliyên helbesta wî tarî dimîne. Helbesta wî ji ber helbesteke hêmayî, ramanî, felsefî, kûr û êzdî ye helbesteke mezin û dijwar e.

Çerkezê Reş welatparêzekî mezin e; azadîxwazekî hêja ye, hem li Kurdistana Sor û li Ermenistanê û hem jî bi endamtiya xwe ya KNK’ê xwedî kedeke mezin e. Di helbestên wî de êşa Kurdistana bindest xuya dibe;

“Û navê ‘Kurd’ ji pasporta tirsya,”
“Wir perrve daye Kurdistana min,”

RÊNAS JIYAN

Nîşe: Ev nivîs di sala 2015an de weke pêşgotinekê ji bo pirtûka “Şorişa Xebaran” a Çerkezê Reş, ji hêla Rênas Jiyan ve hatiye nivîsandin. Her wiha tîpguhêziya Krîlî jî dîsa bi destê Rênas Jiyan pêk hatiye. Ji lewma reseniya helbest û pirtûkê alfabeya Kîrîlî ye. 

***

Çerkezê Reş kî ye?

Navê wî yê fermî Çerkezê Dadaş Mistoyan e, di 25’ê tebaxa sala 1955’an de, li bajarê Êşmîazînê li gundê Zvartnovsê ji dayik bû. Perwerdeya xwe ya dibistana sereta û ya navîn li vî gundî dît. Ji malbateke êzdî ye. Di di sala 1975’an de enstîtuya Êrîwanê beşa pedagojîyê xelas kir. Fîlolojî xwend. Teza xwe ya zanîngeĥê li ser Heciyê Cindî kir. Di sala 1980’yî de li heman zanîngeĥê bû doktorê ziman û wêjeya ermeniyan. Helbestên wî yên ewil de 1967’an de di rojnameya kurdî-ermenîkî “Respûblîka”yê de û paşê di “Bahara Teze” weşiyane. Di sala 1986’an de dîwana wî ya bi navê “Şorişa Xebera” hat weşandin. Çerkezê Reş, 3 pirtûkên parastinê yên Abdullah Ocalan wergerandine zimanê ermenî. Li “Rojnameya Mezopotamya”yê, ango “Mîcaget”ê ku ji bo kurdên Ermenistanê bi kurdî û ermenî weşana xwe dikir, nêzî deh salan redaktorî kir.

Di salên 1980’yî de ji bo ku mafê ziman û çanda kurdên li Ermenistanê diparêze, demekê sirgûnî Rûsyayê bû. Di dema avakirina Kurdistana Sor de, ligel zimanzan Ezîzê Cewo, mîna wezîrê perwerdeyê hat peywirdarkirin. Piștî ku xebatên ji bo Kurdistana Sor hatin sabotekirin dest bi xebatên ku ji bo mafên nasname û çanda kurdên ku li ser axa Sovyetê dijîn, kir. Çerkezê Reş, nûnerê KNK’ê yê kurdên Qafkasyayê bû. Wî, di navbera salên 2002 û 2007’an de serokatiya Komîteya Kurdistanê kir ku ev komîte rola meclîsa herêmî jî dilîst û saziyên kurd ên li Ermenistanê, di bin banê vê komîteyê de bûn. Ew herwiha cîgirê serokê “Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê” û serokê “Rêxistina Xwendkarên Kurd” ya bi navê “Ro”yê bû. Di sala 2008’an de mir.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.