Ji bo Kaytan klîba ‘Derwêşo’

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 18 Cotmeh 2026 - 15:30

 

Gruba muzîkê ya Koma Amara ya ku ji gerîlayên jin pêk tê, ji bo berhemê xwe yê bi navê ‘Derwêşo’ klîb kişand ku ji bo bîranîna yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Alî Haydar Kaytan hatiye amadekirin.

Klîb ji Art Media Produktion ji aliyê Tarik Demîr ve hate amadekirin. Klîb di qenala YouTube ya Med Hunerê de hate weşandin. Xwezan Harun gotinên stranê dibêje. Gotin û muzîk ayîdê Ferîde Rapo, aranje jî ayîdê Seyîd Riza Silbûs e.

Klîba ‘Derwêşo’ ji dîmenên Xwezan Harun û wêneyên Alî Haydar Kaytan hate çêkirin.

Klîba sêyemîn

Koma Amara îsal albumeke bi navê ‘Hevala Min’ a ji 8 berheman pêk tê, weşand. Di albumê de berhemên bi navê “Derwêşo”, “Sara û Bîşeng”, “Vengê Avzem”, “Hevala Min”, “Çar Heval”, “Roniyê Me”, “Roj û Zarok” û “Kezî” cih digirin. Komê berê ji bo berhemên ‘Hevala Min’ û ‘Roniyê Me’ jî klîb weşandibû. ‘Derwêşo’ di çarçoveya albumê de bû klîba sêyemîn.

Hunera di şert û mercên zehmet de

Tarik Demîr ê ku qepaxa albuma Koma Amara amade kir, xebatên wê yên danasîn, belavkirin û lîsanslamayê meşand, çêkirina klîba ‘Derwêşo’ jî girt ser xwe. Tarik Demîr axivî û diyar kir ku kom di şert û mercên zehmet de xebatên xwe yên muzîkê didomîne. Tarik Demîr wiha got, “Koma Amara komeke muzîkê ya ku berdêlên giran dayî ye. Di bin şert û mercên giran de hunerê dikin. Lewma min ji dil û can ev wezîfe qebûl kir. Hevalan herî dawî ji bo berhemê ‘Derwêşo’ dîmen şandin. Heval Xwezan Harun berhemê dibêje. Me bi dîmenê heval Xwezan û wêneyên şehîd Alî Haydar Kaytan klîb amade kir. Niha em pêşkêşî muzîkhezan dikin.”

Ji bo temeşekirina klîbê bitikînin;

https://www.youtube.com/watch?v=pg_5aVbipoY

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.