
Di cihê ku rengên germ bi xemilandinên geometrîk ên hûrgulî re li hev dicivin û kemerên mîmarî bi taybetmendiyên rûyê jinê re dikevin nava hev de, hunermenda Siûdî Sara Mehna El-Ebdelî pencereyek li ser cîhaneke dîtbarî vedike ku tê de nasname bi bîranîn û mîrate bi îfadeya hunerî ya hevdem re dikeve nava têkiliyê.
Tabloya wê ya bi navê 'Du Jin di Ribata El-Xencî de' tenê du portreyên jinan pêşkêş nake dîmeneke hunerî ava dike ku tê de hêmanên mirovî û xemilandinê di nava hev de ne. Ev yek temaşevanan vedixwîne ku li ser têkiliya hunerê bi mîrateya çandî û cihê jinan ê di bîranîna civakî de bifikirin.
Di vê xebatê de du jin di nava du çarçoveyên mîmarî yên tûj de xuya dibin. Di navbera wan de qada ku bi teşeyên geometrîk ên tevlihev dewlemend e, wan ji hev vediqetîne. Di dema ku rengê sor di serê yek ji wan jinan de derdikeve pêş, rengên jina din ber bi rengên tarîtir ve diçin. Bi vî awayî, di navbera herdu kesayetan de dijberiyeke zelal a rengî çêdibe ku bi hebûna rengên spî, reş, kesk û rengên qehweyî û porteqalî tê hevsengkirin.
Îlhama xwe ji mîrata Hîcazê digre
Her wiha xetên xemilandinê yên ku li jor û jêrê tabloyê dirêj dibin, yekîtiyeke dîtbarî diafirînin û beşên cuda yên wê di pergaleke hevgirtî de bi hev ve girê didin. Tecrubeya hunerî ya hunermend Sara El-Ebdelî mînakeke hunerê ye ku îlhama xwe ji mîrateya Hîcazê digre û wê di çarçoveya zimaneke dîtbarî ya hevdem de ji nû ve şîrove dike.
Mîras, weke bîranîneke çandî
Sara El-Ebdelî mîrasê ne weke komeke xemilandin û teşeyên sabît dibîne, weke bîranîneke çandî ya dewlemend ku dikare were vekolîn û ji nû ve were avakirin pênase dike. Bi awayekî din bi nasname, girêdana bi cih û guherînên civakî û bajarî re têkildar e.
Di xebatên xwe de Sara El-Ebdelî li ser dîrok û çanda madî ya Hîcazê lêkolînê dike. Ew ji hêmanên mîmarî, xemilandinê û hunerên kevneşopî sûdê digre da ku dîtinên hunerî pêşkêş bike ku ji belgekirina rasterast a rabirdûyê wêdetir diçin. Bi vî awayî xemilandin ji hêmaneke tenê estetîk vediguhere zimaneke ku wateyên çandî û dîrokî dihewîne û deriyê diyalogê di navbera bîranîna herêmî û hunera hevdem de vedike. JÎNHA







