Rewşen û nifşên nodî

Nûçeyên Çand/Huner —

Sêşem 20 Cotmeh 2026 - 15:00

  • Di belgefîlmê de nivîseke ku sê çar caran hatiye redaktekirin û nîşeyên li kaxizê dîmeneke xweş û bi wate daye belgefîlmê. Ew dîmen bi tena serê xwe dikare rewşa halên nivîskarî û kovargeriya Kurdî û zehmetiyên wê nîşan bide.

 

Rewşen navê belgefîlma Cemîl Oguz e ku li ser çîroka kovara Rewşenê hatîye çêkirin. Li Îzmîrê, li Zanîngeha Egeyê di rojên belgefîlman de gihaşt temaşevanan. Mi jî li belgefîlmê temaşe kir.

Di wan saetan de, em haydar bûn ku çalakiya xwendekarên kurd heye. Ji derî çar pênc xwendekarên kurd ku ew xwendekarên beşa ragihandinê bûn, temaşevanên din ne kurd bûn. Nêzî nod kesî bi mereq fîlm temaşe kir. Wexta dawî li fîlmê hat, dengê çepikan bi salonê ket. Ji bo derhênerekî ew bertekmuhîm e.

Piştî temaşekirinê xweziyekê xwe li min da der; xwezî belgefîlma Hawar, Riya Teze jî bihatana kişandin. Herwekî hin rêç û xetên wêjeyî , kulturî ên din. Hukmê belgefîlman ji pirtûkên lêkolînî bêhtir e.

Ked û xebata salekê berhemeke hêja afirandiye. Nirxandina belgefîlman, fîlman ne karê min e, tiştên ku ez bêjim wekî temaşevanekî û kesekî ji nifşê nodî, ji nirxandinê madetir dîtinên şexsî ne, ne di çarçoveya teknîkî de ne. Ev belgefîlm dibe sedem em gelek tiştan bifikirin, gelek nêziktêdayînan binirxînin. Bi tena serê xwe ev rastî bes e da belgefîlm xebateke çiqas hêja û li cî ye.

Di belgefîlmê de nivîseke ku sê çar caran hatiye redaktekirin û nîşeyên li kaxizê dîmeneke xweş û bi wate daye belgefîlmê. Ew dîmen bi tena serê xwe dikare rewşa halên nivîskarî û kovargeriya Kurdî û zehmetiyên wê nîşan bide.

Weke kevanekê em destnîşan bikin ku nifşê nodî bi tenê ne derdora Rewşenê ye, derdora Nûbiharê jî din nav nifşê nodî de cî digire. Ka di wan salan de, ji der arîşeyên hevpar çi xisûsîyet û arîşeyên wê derdorê yên di nivîsevaniyê de hebûn ew jî hêjayê lêkolîn, nivîsîn û belgefîlman e.

Paşxaneya Rewşenê ya sîyasî, mercên ku bûne sedem kovar xwe bide der baş hatine derkirin. Di kitekitên belgefîlmê de hatiye destnîşankirin ku Zahîr Kayan di rewşenê de bi Kurmancî nivîsên teorîya estetîkê lê dikir. Ev muhîm e. Kesekî wekî Mihemed Uzun bi tevî romanûsekî hêja dihat nasîn nivîsên xwe ên ceribî bi Kurmancî lê nedikirin. Her ku ew li xwe mukir nedihat ku ji ber zehmetiyan nikare bi Kurmancî lê bike jî rastî ew bû; wexta rexne ji ber wê rastiyê lê dihat girtin jî ew bi hêrs diket bi gotinên sayakî û qalibî kesên rexne lê digirtin dida ber tîran.( Zîmanê Mihemed Uzun ji alî xwendevanan ve xweş tê dîtin. Wekî zimanê edebî problemên zimanê wî nîn e. Tişta em behs dikin rastiyek din e)

Ev xal muhîm e lewre hê jî gelek kes nifşê nodî bi bikaranîna zimanê çêbûwar rexne dikin. Li gorî min yek ji taybetiyên nifşê nodî ew e ku wan hewl da Kurmancî di her warî de cî bide xwe. Ji warên hemî dîsîplînan bêpar nemîne. Kesên ku hew di warê edebîyatê de ziman bi kar tînin bi awayekî manîpûleyî vê rewşê nabînin naxwazin kes bibîne. Ez ê li vir pirsekê arasteyî wan kesan bikim; baş e hûn edebîyata zimanekî dikin nexwe kerem bikin, bila lehengekî we psîkolog be, sosyolog be, endazyarek be, felsefevanek be… wê çaxê hûn ê têgeh û derbirînên nû bi karneynin? Heger ku hûn bi kar bînin ê zimanê we bibe zimanê çêbûwar?

Çend xal hene ku wekî kêmaniyên belgefîlmê balê dikişînin. Yek jê ew e ku behsa şaxên Rewşenê nehatiye kirin. Ji şaxan jê yek Şaxê Îzmîrê bû ku keda wan zêde ye.

Tespîteke balkêş di belgefîlmê de ji alî Îrfan Amîda ve hatiye kirin. Îrfan gotiye: “Ez dibêjim edebîyata kurdî ji salên nodî de dest pê dike.” Her ku tespîtek ne li cî be, li ser delîl û desîseyan xwe nede der jî hêja ye însan bigengêşe. Lewre tespîtên wisa filaş di edebîyata me de bûne wekî toreyekê. Bi bîr bînin, wextekê edebîyata sirgûnê ya li Swêdê ev tişt kir; bi awayekî xwestin her tiştî ji Swêdê de bidin destpêkirin, a xwe li ser her tiştî ferz kirin. Bi dû re Mihemed Uzun ( dû re mebesta xwe der kir, ji a xwe de hinekî hat xwarê) gelek tiştan ji xwe de da destpêkirin.

Li gorî hişmendiya navborî, bi nifşê nodî re gelek nivîskar derketine meydanê, kovar û weşan gihaştine ber destê girseyan. Belê ew kes edebîyata beriya salên nodî xwe daye der bi qedr û qîmet dibînin, înkar nakin lê dibêjin, me xwe nedigihand wan berheman. Ew berhem bela wela bûn…

Ev ne bes in, hûn nikarin bi van egeran destpêka edebîyata kurdî ji salên nodî ve bidin destpêkirin. Rast e gelek kesan xwe li edebîyatê girt. Baş e, heger em edebîyata li Kafkas bifikirin, em derdorê Riya Teze bifikirin ku ev nêziktêdayîn şertek muhîm be wê çaxê gerek em edebîyata kurdî ji Riya Teze de bidin destpêkirin.

Gelo Rewşen bi qasî tê îdakirin digihaşt ber destê xwendevanan? Baş e, ku gihaştibe kê dixwend? Ji derî nivîskarên kovarê û hin kesên mereqdar kê ji dil û can dixwend? Ez şahid im hemî hejmarên dihatin Şaxê Îzmîr piranî jê li odeyekê hatibûn îstifkirin. Dawiya dawî rêveberiyê hemî kovaran li holê, bê pere pêşkêşî kesan kir. Bê pere bû lê dîsa jî kesên ku riya wan bi saziyê diket nedigirtin. Bila bi xelet neyê têgihiştin van tiştan ji qedr û qîmeta kovarê tiştekî danaxin. Lê rastî wisa bû.

Nêziktêdayîna ku edebîyata kurdî a nivîskî ya modern ji Hawarê de heta ji destpêka sedsala bîstan de nede destpêkirin seqet e. Dîsa tê gotin ku gelek nivîskar derketine. Baş e, ger wisa be ji bo çi bi dehan caran gelek kesan got ku nivîskar berhemên hevudu naxwînin.

Baş e, heger ku bi qasî tê gotin, edebîyata kurdî ya modern ji nifşê nodî de dest pê dike em ê çend pirsan bikin:

1.Gelo heya niha nifşê me çend konferans, panel an jî semîner bi însîyatîfa xwe li dar xistin? Nebêjin, çi eleqeya wê bi tespîtê re heye; heger ku tespît rast be gerek xemên nifşê nodî ên wisa hebûna. Ji bo karibin xwe der bibin, tiştên nû ên tevlî edebîyatê kirine parve bikin.

2.Çend berhem hatin analîzkirin, taybetiyên berheman derxistin holê?

3. Wekî hişmendî gelo bêhtir li ser navan rawestiyan an li ser metnan?

4.Bira bira çi wextî gelek ji kesên nifşê nodî xwe wekî nivîskar, helbestvan hîs kirin?

5.Hêja ye ku qonaxa Hawarê, Riya Teze edebîyata li Swêd û nifşê nodî ji her hêlî ve bête analîzkirin, rastiyên wan bête dîtin. Heger ku xebateke bi rêk û pêk a wiha nehatibe kirin em çawa bi rihetî dikarin edebîyata kurdî ya modern ji salên nodî de bidin destpêkirin?

Gelek pirs û rastî hene ku tespîtê bêbingeh dihêlin.

Li gorî min jî salên nodî, nifşê nodî destpêkek e. Detspêkek muhîm e. Lê ne destpêka edebîyata modern e. Ez ê çend taybetiyên nifşê nodî destnîşan bikim:

1.Ji ber ku bi gelemperî xwendekar û mamoste ne tu têkiliya wan bi medreseyan re nîn e. (Exlebe ji bo derdora Rewşenê dibêjim)

(Belê di edebîyata li Swêdê xwe da der jî hukmê medreseyan kêm e lê bi awayekî têkiliya mantelîteyî li wir xwe daye der, ji alî metnan ve)

2.Têkiliya nifşê nodî û klasîkan, toreyê di destpêkê de nîn e; ev bi zanatî nehat kirin, lewre wekî tê gotin kesî xwe nedigihand klasîkan. Ev jî dibû sedem însan ji xwe de hin tiştan bidin destpêkirin.

3. Belê nifşekî bi rik e, ew rik bû sedem ku di pêvajoyê de gelek tişt bi cî bibin, edebîyat bi xwe bibe xema sereke.

4. Ji ber ku mîrateya nivîskî li ber destê wan tunebû (mîrate hebû lê ne li ber destê wan bû) di heman demê de ew bûn xwedî ferhengekê jî. Ji salên du hezarî bi şûn de depa pirsan tê ku her kes pirsan ji xwe dike.

5. Nifşê nodî ew nifş e ku kesên ji salên nodî heya salên du hezarî dest avêtine pênûsê ew kes in. Bi ya min piştî salên du hezarî her tişt diguhere, mercên normal dest pê dikin û êdî kesên dest diavêjin pênûsê bi hişmendiyek normal dest pê dikin. Ji salên nodî heya salên du hezarî bi gelemperî edebîyata dihat kirin edebîyata binerd bû. Ev gerek neyê jibîrkirin. Du nivîskar nikaribûn bihatana cem hev.

Rewşen û nifşê nodî xwedî taybetiyên kûrtir in, lewre destpêkek e, lewre heya salên du hezarî em behsa wî nifşî dikin. Lê ku însan wekî destpêka edebîyata kurdî ya modern der bibe “ezîtiyek takekesî û nifşî “xwe dide der ev jî li ked û mantelîteya nifşê nodî nayê.

6. Cara pêşî bû ku nivîskariya kurd ji derî edebîyatê bi mûzîka kurd ya modern re jî dijiya. Kesên wênesaz derketin meydanê. Ango bi tenê ne edebîyat, gelek beşên hunera modern xwe dida der. Lewre wexta em nifşê nodî dibêjin bi tenê gerek wêjevan neyên hişê me, wênesaz, şanoger, kesên bi mûzîkê re eleqedar jî ji heman nifşî ne.

7. Nifşê nodî ji alî şêwaz û teknîkê ve jî wekî atolyekê bû. Atolyeya ceribandinê.

8.Taybetiya vî nifşî a herî muhîm ew e ku berhemên kesan, pratîka kesan ji bo wan bixwe bûye dibistan. Ji ber mercan takekes tenê maye(gelek jê, ên di saziyan de dixebitîn ne wisa bûn) Di nav tenêtiya xwe de ketiye nav lêgerînan.

Wekî gotina dawî dibêjim ku beriya her tiştî gerek em xwe ji mantelîteya jakobenîst bikin. Sedema herî mezin xwe ji vê mantelîteyê dide der. Di civaka kurd de her tişt ji jor de hatiye gotin. Mi di nivîsek xwe de behsa desthilatdariyê kiribû. Heger ku ji derî edebîyatê xemên me ên jiyaneke demokratîk hebin wekî nivîskar, nifş, kes gerek em hewlên jakobenîst red bikin, bi awayekî xwe (wekî desthilatî) li ser tiştan ferz nekin.

Wekî nîşeyekê beşekê ji nivîsa xwe ya ku di sala 2008’an de, di bin sernavê, em ji edebîyata hebî re bêjin na, da di rojnameyê de hatibû weşandin carek din lê dikim. Ji ber ku eleqeya wê bi awayekî bi vê nivîsê re heye:

“Di pêkhatina tevgerên edebî de bandora felsefeyê, rewşa civakê ya sosyalî û sîyasî, xitimîn û xwestekên guherîn û veguherînên bingehîn bi bandor in. Ji van bandoran bandora felsefeyê û guherînên siyasî bandorên sereke ne. Em dikarin bibêjin ger di civakekê de an jî li ciyekî bingeheke felsefîk a xurt tunebe, li wî cihî an jî civakê guherînên bingehîn xwe nedabin der, civakan qalik li xwe neşikênandibe zehmet e ku tevgerên edebî cî bidin xwe. Helbet em ê karibin carna behsa xwestekan bikin, behsa hin hewlên ku tevgeran bi bîr tînin bikin lê em ê nikaribin ji bo wan rêç, xet an jî merheleyan bibêjin ekol an jî tevgerên edebî.

Taybetiyeke din a ekol û tevgerên edebî ev e ku wan bandor li edebiyata cîhanê kirine. Ji derî van rastiyan ciyên ku ekol û tevgeran xwe lê dane xwedî bingeheke xurt a nivîs û nîqaşê ne.

Civakên ku ji felsefeyê, gengêşiyan, fikir û ramanan bêpar mane bêhtir neçar dimînin bişopînin! Civakên wanî jî bi gelemperî di bin zor û pêkutiyan de ne. Em nikarin behsa warên azad ên gengêşiyan bikin.

Li civakên wanî pirî caran wekî takekes hin kes hin xwestekan der dibin. Hewlên fikrên nû xwe li wan didin der. Daxwaza’ riyeka din’ li civakê û edebîyatê dikin. Di edebîyatê de jî em dikarin behsa hin taybetiyên berhemên hin kesan bikin lê wekî ekol an jî tevgerên edebî em nikarin nav li wan bikin.

Di edebîyata kurdî de jî gelek gavên hêja, xet, rêç an jî merheleyên bi rûmet hene. Ew gav, xet, rêç an jî merhele ji bo edebîyata kurdî xwedî wate ne, hin jê jî wekî hewlên nû bingeh in. Lê em nikarin ji bo wan ‘ekol’ an jî ‘tevgerên edebî’ bibêjin…”

Nîşe: Ev nivîsji pirtûka Cîhan Roj a bi navê “Li ser rêya modernîzebûnê EDEBÎYATAMODERN A KURDÎ hatîye girtin. Nivîs di Kovara Hinar, 2011’an de jî hatibû weşandin.

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.