
- Li Kargeha Çandî ya Silêmaniyê pêşangehek ya wêneyan ya ji bo Hunermend Herêm Sêweysî hate vekirin. Bi tevlîbûna kesayetên ji pîşeyên cuda li Kargeha Çandî ya Silêmaniyê Pêşangehek ya wêne bi navê ‘Di bin sîwana 21 tîrêjan de’ ji bo Hunermend Herêm Sêweysî hate vekirin.
Li ser pêşangehê Hunermend Herêm Sêweysî axivî û got: “Projeya di bin sîwana 21 tîrêjên rojê de projeyeke hevpar di navbera min û saziya stratejiya niştîmanî de ye. Dikarîn bêjin geşteke wêneyan a di nava Kurdstanê de. Armanca me ewe hemû ciwaniya çandî û cudahiya Kurdstanê ku netewa Kurd pênase dike nîşandane.”
Herêm Sêweysî diyar kir ku du armancên wan hene yek nîşandan ciwaniya Kurdistanê nîşanî hemû ferdên Kurd bidin a duyemîn jî vekirina pêşangehekê ji derve ye ku ciwaniya Kurdistanê bibin derve bidin nîşandan.”
Herêm Sêwyesî destnîşan kir ku wê pêşangeh heta 31’ê Cotmehê dewam bike û rojane saet 11:00 heta 19:00’ê êvarî vekirî be. ROJNEWS
***
Li Dêrsimê komeleya Mamekî hate vekirin
Li navenda Dêrsimê Komeleya Çand û Hunerê ya Mamekî bi tevlibûna gelek kesan hate vekirin. Mamoste Kadîr Guneş di vekirina komeleyê de axivî û got ku Dêrsim bi salan e tê wêrankirin û ev yek anî ziman: “Li gel hemû êrişan jî me dev ji çand û zimanê xwe berneda. Me îro komeleya xwe vekiriye, bila zarokên me werin li bir fêrî çanda xwe bibin.”
Li Komeleya Çand û Hunerê ya Mamekî dê li gel dersên zaraveyên Dimilkî û Kurmacî, kursên tenbûr, erbane û gîtarê jî werin vekirin. NAVENDA NÛÇEYAN







