
- Di navbera rûpelên dîrokê û tarîtiya mîtolojiyê de, navê Semîra (Semîramîs) dibiriqe ku weke yek ji kesayetên herî balkêş, bihêz û nemir ên cîhana kevnar tê nasîn. Semîramîs, dahênera “Baxçeyên Hilawistî” wekî sembolek mezin ya hêzê, endezyarek bênimûne, darêjera şaristaniyekê bû ku sînorên împaratoriyan derbas kir û navê xwe di dilê Çiyayên Zagros û perestgeha dîroka Mezopotamyayê de neqişand.
Çîroka Semira her gav sînorê di navbera xiyal û rastiya dîrokî de derbas kiriye. Di vegotinên folklorî û dîroka Yewnanî ya klasîk de (bi taybetî di nivîsên Diodorus’ê Sîcîlyayî de), Semîra wekî jinek xwedayî an jî ji dayikbûyî tê binavkirin ku ji hêla kevokan ve li çolê hatiye mezinkirin.
Lêbelê, ji perspektîfa dîroka hemdem, Semîra di çavkaniyên Asûrî (Aşûrî) de wekî hevjina padîşahek mezin (ya Serdema Zêrîn a Împaratoriya Asûr de) xuya dike ku piştî mirina hevserê xwe bi navûdengek bêhempa wekî mijara hêzê hikum kir. Navê wê, ku ji kokên Semîtîk û Kenanî tê, di destpêkê de bi Xwedawenda Şer û Evînê (Înana) ve girêdayî bû, ku ev yek jî pîroziyek taybetî dida statuya wê.
Bajarê Semîramîs
Hêza Semîramîs an jî Semîra ne tenê bi qesra padîşahî ve sînordar bû. Belkû ew di heman demê de gihiştibû xwezaya erd û keviran jî. Di dîroka kevnar de, navê Semîrayê bi avakirina bajarên mezin, kelehên bihêz û pergalên avdanê yên pêşkeftî ve girêdayî bû ku bermahiyên wan hîn jî li deverên cûda yên Iraq, Tirkiye û Kurdistanê têne dîtin. Her wiha dîroknasên Yewnanî qala wê yekê dikin Semîrayê ferman daye ku rêyên zehmet û asê yên çiyayên Zagrosê werin rastkirin. Divê pir li ser çem û şikeftên bilez û cihên bêhnvedanê ji bo karwan û leşkeran werin çêkirin. Navê “Textê Semîra” û şûnewarên kevirî yên li çend herêmên çiyayî yên Kurdistanê şahidiya bêdengiya vê dîrokê dikin.
Jinek li jorê dîroka baviksalar
Di cîhana kevnar de, jinên tacdar pir caran tenê wekî hevjînên padîşahan an dayikên şahzadeyan dihatin nasîn. Lê Semîra ev hevkêşe şikand; Wê bi cilên leşkerî li qada şer fermandarî û pêşengtiya artêşa xwe kir. Li deverên dûr, wê qanûn û rêgezên edaletê bicîh anî û li kêleka mêran biryarên siyasî yên girîng da.
Hêz û şiyanên Semîramîs yên leşkerî ew di bîranîna nifşên pêşerojê de kir sembolek nemir a jinxasiyê; Semîra di dîrokê de jinek temsîl kiriye ku destûr nedaye sînorkirinên civakî wê sînordar bikin. Belkû, ew bi xwe bûye darêjera dîrokê.
Di dîroka mîtolojiyê de sembolek nemir
Semîra (Semîramis), hem wekî şahbanûyek dîrokî ya rastîn û hem jî wekî kesayetek mîtolojîk di helbest û çîrokan de, sembolek bêhempa ya hêz û serdestiya jinan li Mezopotamyayê ye; Navê wê hîn jî di folklor, wêje û arkeolojiya Kurdî de dibiriqe.
BERFÎN NUSRET-ROJNEWS







