
- Komîna Fîlm a Rojava di navbera 13-20’ê Mijdarê (2026) de Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn organîze dike. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêk tê.
Komînê di 17’ê Gulanê de deriyê xwe ji serdanên fîlm û senaryoyan re vekir. Di 23’yê Îlonê de dema pêşwazîkirina fîlman bi dawî bû.
Ji Bakur, Başûr, Rohilatê Kurdistanê û welatên Sûriye, Îran, Iraq, Endonezya, Tirkiye, Polonya, Fransa, Fîlandiya, Çîn, Spanya, Portekîz, Arjantîn, Ukrayna, Kiwêt, Japonya, Brezîlya, Rûsya, Kanada, Efxanistan û Danîmarkayê 243 berheman serlêdana mîhrîcanê kiribû.
45 fîlm tên nîşandan
Li gorî agahiyên me ji endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Roj Yusif wergirtine, amadekariyên mîhrîcanê derbasî qonaxa duyemîn bûne. Piştî ku komîteyê nirxandina berheman bi dawî kir, 45 berhem hatin hilbijartin. Ji van 39 fîlm di pêşbirkê de ne û 6 fîlm wek mêvan beşdarî mîhrîcanê dibin.
Ji wan 10 kurtefîlm ên kurdî, 8 belgefîlm, 7 fîlmên navneteweyî ne, 9 kurtefîlmên navneteweyî, 5 fîlmên Rojava ne. Her wiha pêşbirka senaryoyan jî heye. Dê mîhrîcan bi berhema Komîna Fîlm a Rojava “Heval Kekê Min” bê vekirin. Her çendî bernameya mihrîcanê hîna bi hûrgilî nehatiye diyarkirin jî, dê çalakiyên mîhrîcan danê sibe, piştî nîvro û êvarê pêk bên.
Kargehên sînemayê jî hene
Ji derveyî pêşandana berheman dê kargeh bên çêkirin. Sînamegerên ji Rojava, Sûriye û derveyî welat der barê derhênerî, derhêneriya dîmenan, montaj, kamera, senaryo de semîner û perwerdeyan bidin. Piştî nîvro û êvarê jî berhem dê bêne pêşkêşkirin.
Dîsa dê nêzî sed mêvan ji seranserî Kurdistanê û cîhanê beşdarî mîhrîcanê bibin. Niha li nava kolanan xebatên afîş û xêzkirina wêneyên kesayetên sînemager ên Kurd tên çêkirin. Her wiha Hola Mihemed Şêxo di aliyê dekor, ronahî û teknîk de tê amadekirin.
ANHA







