
Louisa May Alcott di sala 1868’an de romaneke bi navê Little Women nivîsand ku tê de behsa çar xwişkên bi xizanî û astengiyên civakî re têdikoşin dike. Piştî zêdetirî sedsalek û nîv, dramaya Koreya Başûr a 2022’an a bi heman navî nakokiyên ku di romanê de di çarçoveyek civakî û siyasî ya cuda de hatine ronîkirin ji nû ve nirxand. Di rêzefîlmê de, têkoşîna jinan ji normên civakî derbas dibe û digihîje heta têkoşîna li dijî desthilatdariyê yên ku ji hêla pere, gendelî û têkiliyên desthilatdariya siyasî ve hatine şekildan.
Ev rêzefîlm ne adaptasyoneke rasterast a romanê ye; berevajî vê, hêmanên bingehîn ên wekî xizanî, azwerî û hevgirtina xwişkan di nava çîrokeke tijî guman de ji nû ve diafirîne ku eşkere dike ka dewlemendî çawa dikare bibe amûrek serdestî û kontrolkirina çarenûsa mirovan.
Riyên têkoşînê
Xwişka mezin, Oh In-joo, têkoşîna jinekê temsîl dike ku pere wekî riyek ji bo parastina malbata xwe ji bêpariyê dibîne. Dema ku di bin şert û mercên nepen de bi 70 milyar won re rûbirû dimîne, ew pere ji xewnek îstîqrarê vediguhere ceribandineke exlaqî ya xeternak. Rêwîtiya wê ne tenê ji bo bidestxistina dewlemendiyê ye; di heman demê de ji bo vegerandina mafê kirina hilbijartinên xwe di cîhaneke ku derfetên wekhev pêşkêşî feqîran nake.
Oh In-kyung, rojnamevanek e ku dixwaze gendeliya desthilatdaran eşkere bike, serxwebûnek li ser pabendbûna bi rastiyê hatiye avakirin temsîl dike. Ji bo wê, rojnamegerî ji pîşeya asayî ya mijûlbûna bi komên berjewendiyên siyasî û darayî derbas dibe, vediguhere têkoşîna ku kapasîteya wê ya li hemberî desthilatdariyek ku dixwaze rastiyê bixe bin bandora berjewendiyên xwe diceribîne.
Reva ji çerxa xizaniyê
Berevajî vê, xwişka herî biçûk, Oh In-hye, têkoşînê dide ku ji çerxa xizanî û girêdana bi herdu xwişkên xwe re rizgar bibe. Jêhatiya wê ya hunerî wê nêzî malbateke bi bandor dike. Lê belê ew bi pirseke aloz re rûbirû dimîne: Gelo jinek dikare bi ketina cîhaneke ku li ser îmtiyazan hatiye avakirin ji xizaniyê bireve yan ew ê tenê bikeve nava awayekî din ê girêdanê?
Hêza rêzefîlmê ew e ku nîşan dide serxwebûn ne tenê sloganek an biryarek takekesî ye ku ji şert û mercên hawirdorê dûr e. Jineke ku ewlehiya aborî tune be, dibe ku neçar bimîne hilbijartinên ku ne hewce ye daxwazên wê yên rastîn nîşan bidin, bike. Ji aliyekî din ve, dewlemendî bi xwe dikare bibe amûrek ji bo kontrolkirina jinan.
Bihayê serxwebûna jinan çi ye?
Her çendî şêweyên têkoşînê di navbera romana klasîk û dramaya Koreyê de cuda bin jî pirsa bingehîn heman e: Jinek çawa dikare jiyana xwe di civakek de ava bike ku derfet tê de bi wekhevî nayên belavkirin?
Little Women bersiveke hêsan ji bo vê pirsê pêşkêş nake. Di şûna wê de, ew nakokiya di navbera daxwaza azadiyê û pêwîstiya lihevkirinê bi pergalek ku pere û bandorê kontrol dike de eşkere dike. Bi riya çîroka sê xwişkan, berhem serxwebûna jinan wekî têkoşînê nîşan dide ku tê de derfetên aborî, azadiya hilbijartinê û wêrekiya berxwedana li dijî desthilatdariyê hene.
Di vê xalê de, çîrok ji sînorên cûrbecûr ên sir û sûc derbas dibe, vediguhere şîrovekirina cîhanek din. Cîhaneke ku jinan ji dîtina xewnan asteng nake lê bedela pêkanîna wan xewnan pir zêde dike. NAVENDA NUCEYAN







