Arjen Arî li Amedê bibîrtînin

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 26 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê merasîma dayîna xelatê ya Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî tê lidarxistin.

 

Weşanên Sor li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir. Merasîm dê 30ê Çiriya Pêşîn ji aliyê Weşanên Sor, Malbata Arjen Arî û Şaredariya Peyasê ve were lidarxistin. Her wiha di heman rojê de di salvegera wefata helbestvanê navdar ê Kurd Arjen Arî de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê merasîmeke bîranînê jî tê lidarxistin.

Li gorî bernameya ku hatiye ragihandin, demjimêr 12:30î dê li ser gora Arjen Arî ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bernameyeke bîranînê were lidarxistin. Merasîma xelatdayînê jî dê heman rojê demjimêr 18:00an li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî ya Şaredariya Peyasê dest pê bike.

Di merasîmê de Simeya H. Lalîn, Hoşeng Nizarî û Michael L. Chyet dê amade bin û dê xelatên pêşbirkê werin pêşkêşkirin.Her wiha helbestvan Simeya H. Lalîn dê pirtûkan ji bo xwendevanan îmze bike.

Panela li ser helbestên Arjen Arî

Piştî merasîma xelatdayînê demjimêr 19:00an dê panelek li ser "Helbest û Hevpeyvînên Arjen Arî" bê lidarxistin. Di panelê de nivîskar Osman Ozçelîk û Rêzan Diljen dê wekî axêver beşdar bibin û moderasyona panelê jî dê ji aliyê Mîna Acerê ve were kirin. Weşanên Sor bi rêya daxuyaniyekê bangî hezkiriyên wêjeya Kurdî kir û got: "Ji bo merasîma xelatdayîna Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî, di salvegera wefata wî de em wekî Weşanên Sor, Malbata Arjen Arî û Şaredariya Peyasê bernameyekê li dar dixin. Em dixwazin dost û hevalên Arjen Arî di vê roja taybet de bi me re bin." NAVENDA NÛÇEYAN

***

Ji bo tabloyê Monet buhaya herî mezin

Mezatxaneya Sothby's a Fransayê de tabloyê Claude Monet ê bi navê "Iris" bi 50 mîlyon Euroyî hat firotin.

Le Monde nivîsî ku ji bo toblayê di navbera 22 heta 30 mîlyon Euroyî de dê bê firotin. Wisa hatibû gotin, "Ev buhaya herî mezin e ku li Fransayê ji bo tabloyeke dê bê dayîn." Lê tablo 22'yê vê mehê bi 50 Euroyî hat firotin.

Wênesaz Monet di sala 1926'an de miriye ku îsal 100 saliya mirina wî ye. Ew di vê sedsalî de bi pêşangehan tê bibîranîn.

Ji Sotheby's Hevdîrektorê Beşa Hunerê Bedew a Fransayê Thomas Bompard gotiye ku ev tablo bêrê ji aliyê Jeanne Schlumberger (1889-1983) hatiye kirîn ku heta niha ji koleksiyona wan pet nehatibû derxistin.

Tabloya "Iris" 1,60 metre bilind û 1,80 metre firehiya wê heye. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.