Dewlemendiya Manastira Varagavankê ya Wanê

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 26 Cotmeh 2026 - 15:00

  • Li gelek bajarên Kurdistanê di warê dîrok, xweza, bîra civakî, dewlemendiya di warê nebatan de û gelek tiştên dinê dewlemendiyeke giranbiha heye. Yek ji bajarên Kurdistanê yên vê dewlemendiyê di nava xwe de dihewîne bajarê Wanê ye.

 

Bajarê Wanê ji aliyên gelek taybetmendiyên xwe ve bajarekî gelekî hêja ye. Wekî her bajarên Kurdistanê Wan jî di warê avahiyên dîrokî de dewlemend e. Yek ji warên dîrokî Manastira (Pîrozgeh) Varagavank a li Gundê Heftdêrayê ya li Wanê ye. Ev manastir a Ermenîyan e û di warê dîrokê de cihekî girîng e. Ji vê derê Herêma heftdêran jî tê gotin û çend gundên Eşîra Mîksiyan jî li vê herêmê hene. Vir yek ji gundên Eşîra Mîksiyan e. Dema em li Gundê Heftdêra yê Wanê dinêrin zivistanê çiyayên wê hemû di bin berfê de dimîne. Ev bi xwe dîmenekî taybet jî derdixe holê. Li Serhedê zivistan dijwar e. Loma vêya bandor li geşedanên dîrokî jî kiriye. Manastira Varagavankê şahberhemeke berbiçav e. Ji aliyên hostayên Ermen ve hatiye nexişandin. Ev nexişandin jî balê dikşîne. Di destpêka ketina manastirê de kîtabeyek li ser derî ye. Dema mirov li vê kîtabeyê dinêre dibîne ku bi çi rengekî taybet manastir hatiye çêkirin. Çavên mirov li van taybetmendiyan dikeve. Di 1915'an qirkirina Ermeniyan de vê manastirê xisar dîtiye. Mixabin dema em li gelek bajarên kurdan dinêrin berhemên dîrokî yan hatine rûxandin an jî bêxwedî hatine hiştin. Mînak gelek in. Ev jî dibe sedem ku bîra civakî têkeve binê talûkeyeke mezin. Yek ji vê mînakê Deriyê Meher ku berî 2 hezar û 800 salan di serdema Ûrartûyan de li navçeya Tûşbayê hatiye avakirin e. Ev der jî terkî tunebûnê hatiye kirin. Loma divê em li cihên dîrokî xwedî derkevin. Deriyê Meher ê dîrokî yê 2 hezar û 800 salî ye û ji serdema Ûrartûyan ve li Taxa Akkoprû ya navçeya Tûşba ya Wanê maye, terkî hilweşandinê jî hatiye kirin. Deriyê dîrokî yê li ser navê Xwedayê Mezin ê Ûrartûyan Haldî hatiye avakirin bala tûrîstan jî dikşîne. Ji bo deriyê dîrokî neyê texrîpkirin jî tu tabaleyên hişyariyê nehatine danîn. Li ser vê yekê welatî şaredariya ku qeyûm niha bi rê ve dibe jî sûcdar dikin. Wexta dîroka gelekî winda bibe bîra wan jî winda dibe. Dîrok yek ji nirxên girîng ê gelekî ye. Loma jî divê bê parastin. Wekî mînak em Heskîfê bînin bîra xwe. Çawa bi dînamîtan şikeftên wê yên dîrokî hat hilweşandin û çawa dîroka 12 hezar salî di bin avê de hat hiştin. Ev bi zaneyî û bi awayekî sistematik pêş hat. Armcan ev e ku kurd bê hafiza bên hiştin. Ev jî rêbazeke din a tunekirin û bênasnamehiştinê ye.

Manastir bê xwedî hatiye hiştin

Dema em li bajarên Kurdistanê binêrin em dikarin gelek mînakan bidin çawa dîrok bêxwedî tê hiştin. Yek jê jî Kela Rebetê ye. Ew jî li gundê Rebetê yê girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Her wiha ev manastira li Wanê ji çar dêran pêk tê. Dêr di çanda Ermeniyan de xwediyê cihekî girîng e. Di nava her gelî de baweriya perwerdeyê hebûye loma vir di heman demê de cihê perwerdeya şagirt û feqiyan bû. Di warê perwerdeyê de jî cihekî taybet e. Dema em li hundir dêrê dinêrin stûnên gewre hene û li ser wan fleks hene lê hinek ser wan herifîne. Banê wê jî hinekî hedimî ye. Qubeya wê jî hilweşiyaye. Ev jî eşkere dîmenê çawa bêxwedî hatiye hiştin nîşan dide. Wekî li jor jî me qal kir mixabin di warê parastina berhemên dîrokî de li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin hene. Ev yek zirareke mezin dide çand, dîrok û nasnameya gelan. Restorasyona vê manastirê nehatiye kirin. Loma carinan kevir ji jor tên xwarê. Ev jî rê li talûkeyan vedike. Di salên 1960'î de ji ber dîsa hatiye paşguhkirin herifîye. Bavê Mehmet Çoban di wesiyeta xwe de gotiye ger ez bimirim divê hûn li vê dêrê binêrin. Loma Mehmet Çoban lê dinêre. Ew jî bi dildarî li vê manastirê dinêre. Li gor derfetên xwe cihên hilweşiyane jî çêdike û paqij dike. Lê ka ev ê çiqas têr bike gelo? Ev manastir demeke dirêj bêxwedî hat hiştin. Divê ji bo cihên dîrokî dewlet bi awayekî hesas tev bigere. Dewsa hemû dahata welat ji şer re vediqetîne divê ji cihên taybet û girîng bê xerckirin.

Dîrok dewlemendiyeke mezin e

Dîrok dewlemendiyeke mezin e. Loma jî divê mirov wekî çavên xwe lê meze bikin. Her berhemên dîrokî di jiyanê de mirov mest dike. Keda hunera ji bo berhemên dîrokî cihê şanaziyê ye. Cihê hêvî û bextewariyê ye. Kîja gel be bila bibe divê li dîroka wî gelî xwedî bê derketin. Bi hişmendiyeke hevpar dema dîrok bê parastin li vir ew ê mirovatî jî bê parastin. Ew ê hêviya hevpar a gelan bê parastin. Gelek aliyên Manastia Varagavankê yên bala mirov dikşîne hene. Nexş û nîgarên vê manastirê jî gelekî balê dikşînin. Me gotibû çar dêrên vê manastirê hene. Yek navê wê Meryem e. Yek jî ya herî kevin ji aliyê Qiralê Ermen Vaspûrkan ve hatiye çêkirin. Dîroka wê xwe dispêre dora hezar û du sed sal berê. Hinek nivîsên cuda dîsa li dîwarên vê manastirê hatine nivîsandin. Ev jî cihekî wê yê taybet e. Nivîsên li ser cihên dîrokî rastiya dîrokê û di wê serdemê de çi hatiye jiyîn radixîne pêş çavan. Li gor baweriya ermeniyan li her mabetên wan taqek li hêla rojhilat vekiriye û tîrêjên rojê ji wir li ser rûyê mirov dixin. Li gor baweriya ermeniyan Hz. Îsa dema dadikeve ji hêla rojhilat dadikeve. Li vê manastirê jî hinek taqên ji bo tîrêjên rojê bên dîtin hatine çêkirin. Dîrok efsûneke veşartî ye , gelekî dewlemend e û peywira hemû mirovan e ku lê xwedî derkevin. Ev dîrok rihê azadiyê jî di xwe de vedihewîne. Her dîrok heq dike ku bi awayekî azad bên afirandin.

Lêkolîn çima girîng e ?

Lêkolîn di jiyana mirovan de jêneger e. Ji ber ku gelek tişt bi rêya lêkolînê zela dibin. Ji bo hînbûna gelek tiştî lêkolîn peywireke taybet e. Lêkolînerên ermen jî li ser vê yekê li anatolyayê li mezopotamyaya jorîn lêkolîn kirine ka çiqas berhemên aîdî ermeniyan hene. Li gor encamên van lêkolînan hinek çavkanî dibêje ji sedî yan jî çil berhemên ermeniyan li derdora Wan û gola Wanê ne. Her wiha sembolên di dîrokê de şahidiya gelek tiştan kirine û xwediyê wateyekê ne. Ev wate û girîngiya jiyanê bi xwe ye.

Sembolên dîrokî hêviya dil e

Gelek kes dixwazin hêviyekê bi awayekî di dilê xwe de bi cih bikin. Loma jî sembol bi kar anîne. Gelek xaç û sembolên cihêreng li ser vê manastirê jî hene. Sembolên dîrokî wateyekê li jiyanê bar dikin. Di heman demê de wêne jî li gor xwe wateyekê li tiştên ku hatine jiyîn bar dikin. Di hundur Manastira Varagavankê  de wêne jî lê hatine xêzkirin. Dibe yê keşîşekî yan jî yekî ezîz an jî hewariyekî navdar be. Wêneyên hatine kişandin jî li vir hene û çîrokên wan jî hene. Tu sembolek bê wate tune ye. Her gelekî li gor xwe wateyeke giranbiha li sembolên xwe bar kirine. Çi nîjad bin ferq nake. Di nava van wêneyan de wêneyê parlamenterekî ermen ê meclîsa Îranê jî heye. Dema hatiye gund ji Mehmet Çoban re gotiye ez di meclîsa Îranê de parlamenter im lê bi eslê xwe em ji vî gundî ne. Ew parlamenter sozê dide divê ji bo restorasyonê em ê butçeyekê veqetînin. Lê belê diçe û nayê. Piştî salekê çend kes tên û dibêjin em zarokên wîn e ji ber ku bavê me jiyana xwe ji dest daye soza xwe neaniye cih. Hinek xwestek û xeyal gelek caran bi cih nayên lê belê şopekê jî li dû xwe dihêlin. Ev şopeke dûdirêj e.

Pirtûkxane û dîrok

Pirtûkxaneyan û dîrokê hevdu temam kirine. Li gelek welatan pirtûkxane hene. Gava mirov ji manastira Varagavankê derdikeve û li ser milê çepê vedigere avahiyeke cuda heye. Ev avahî bi avasaziya xwe ji ya manastirê cudatir e. Ev jî pirtûkxaneya manastirê ye. Li gor gotinan dema Hz. Îsa li çarmixê dixin hinek jê kincên wî tînin li vê manastirê hiltînin. Ev yek ji bo Xiristiyanan gelekî girîng û pîroz e. Tê gotin di dema êriş hatine kirin de ev cil hatine girtin û dawiyê bi fîdyeyê dîsa paş de hatiye dayin. Jixwe dema em li dîrokê dinêrin gelek pirtûkxane hene û mirovan wateyeke taybet li van pirtûkxaneyan bar kirine. Gelek gotin û çîrok jî li ser hene elbet. Yek ji pirtûkxaneyên herî kevnar ên di cîhanê de Pirtûkxaneya Asurbanibalê ya di sedsala 7'emîn de li Ninovayê hatiye avakirin e. Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê, Pirtûkxaneya Beytulhikmeyê û hwd. di dîrokê de xwedî cihekî taybet in. Loma em dubare dikarin bibêjin pirtûkxaneyan di dîrokê de cihekê taybet û girîng girtine.

Êrişên waliyên dewletê

Waliyên dewletê li bajarên Kurdistanê her tim wekî êrişkarên li hemberî dîroka Kurdan derketine pêş. Em dikarin çend mînakan bidin. Di sala 1960'î de dêreke din a di sedsala 8'emîn de hatibû avakirin a li Wanê walî rûxandiye. Di 1951'ê de jî dema Yaşar Kemal tê Wanê dibihîse ku dê Dêra Ax Tamarayê ya Wanê jî bê rûxandin. Yaşar Kemal mudaxale dike û çend nivîsan li ser hevdu li rojnameyê dinivîse. Heta wê demê li der û dorê Tûşbayê gelek avahiyên dîrokî hatibûn rûxandin. Êrişên li ser berhemên dîrokî dewam kirine. Li Amedê jî Sûrên dîrokî hatine xwestin ku bên hilweşandin. Sûrên Amedê yên di 2015'an de ji aliyê UNESCO'yê ve ket nava Mîrateya Çandê ya Cîhanê û piştî Sedda Çînê di cîhanê de Sûrên herî dirêj in jî di 1930'î de ji aliyê waliyê Amedê Faiz Ergun ve bi hinceta 'bajar hewayê nagire' hinek beşên Sûrê Amedê bi avêtina topan tên hilweşandin. Wê demê Arkeologa Firansizî Albert Louis Gabriel ji bo lêkolîna berhemên dîrokî tê Mezopotamyayê. Li ser biryara hilweşandina Sûrên Amedê Albert Louis Gabriel, raporekê pêşkeşî Wezareta Perwerdeya Neteweyî dike û di raporê de behsa girîngiya sûran a bêhampa dike. Li ser vê yekê hilweşandin bi dawî dibe. Loma divê Gelê Kurd bi taybet di ferqiya van êrişan de be û xwedî li dewlemendiya dîroka xwe derkevin. Kurdistan welatî gelekî xweş e û qedirbilind e. Loma jî xwedîderketina li vî welatê giranbiha jî peywireke wijdanî ye.

Diziya kevirên dîrokî

Gelek rêbazên diziyê hene. Yek ji vana jî dizîya kevirên dîrokî ye. Li gelek cihên Wanê yên berhemên dîrokî lê hatine hilweşandin kesên ne ji vir hatine bicihkirin. Ev jî yek ji polîtîkayên bişaftinê ne. Li van deran niştecihên wê yên esil hatine koçkirin û kesên din hatine bicihkirin. Kesên ji aliyê sîstemê ve hatine bicihkirin li ser cih û warê xelkê resen rûdinên. Bi kevirên dêrê yên dîrokî ji xwe re avahî lêkirine. Vêya em dikarin wekî komkujiya li ser berhemên dîrokî jî pênase bikin. Avahiyên dîrokî yên bi hezaran salan li berxwe dane mixabin di encama polîtîkayên şaş de hatine rûxandin. Li gelek bajarên Kurdistanê kevirên avahiyên dîrokî jê hatine xistin. Her wiha di bin navê defîneyê de jî gelek cihên dîrokî zirar dîtine. Ev jî bi awayekî eşkere li ber çavên dewletê hatine kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.