
- Li Kerkûkê bi amadebûna hejmarek hunermend û rewşenbîrên bajar semînerek bi navnîşana ‘Çawa kesên asayî bikarin seneryo binivîsînin’ hate dayîn.
Di saetên êvarî de li Salona Kolana Komarê ya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji bo Nivîskar û Fîlmsaz Serkewt Taro semînerek bi navnîşana ‘Çawa kesên asayî bikare seneryo binivîsînin’ hate dayîn.
Nivîskar û Fîlmsaz Serkewt Taro qala girîngiya sînema û senaryoyê kir û got: “Pêwîste parastina çîroka wêje û dîroka me bikîn, hewl bidîn ew çîrok binivîsîn û bikîn arşîvek ji bo netewa me. Ji bo nifşên siberojê sûdê jê werbigirin.”
Serkewt Taro diyar kir ku sînema ji bo parastina û arşîvkirina dîrokê xwedî girîngiyeke mezine û got: “Kurd jî xwedî sedan çîrok û destanên dîrokî ne ku heta niha beşek hatiye dizîn yan jî nehatiye nivîsîn. Kerkûk xwedî çand û dîrokeke dewlemende, dikare li ser her kolan û rêyekê fîlmek baş bê çêkirin.”
Serkewt Taro anî ziman ku pêwîste hunermend û fîlmsazên Kerkûkê destê wan ciwanan bigirin ku hêza wan a nivîsîna çîrok û seneryoyan hebe bigirin û bibin alîkar.
Piştre nîqaş di navbera kesên di semînerê de amade bûn de hate kirin. ROJNEWS
***
Vengê Ma li Amedê konser da
Koroya Jinan a Vengê Ma û stranbêj Soner Soyer bi hev re li Navenda Çadn û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ÇandAmedê) konserek li dar xistin. Gelek muzîkhez tev li konserê bûn. Endamên Koroya Vengê Ma hemû bi cil û bergên xwe yên Kurdî derketin ser dikê. Di konserê de bêtir stranên bi zaravayê Zazakî hatin gotin û dengê stranên Zazakî li eywanê olanda.
Koroya Vengê Ma bi navê, “Em Bi Kokên Xwe Re Tên Cem Hev – Ma Rîçanê Xo Reyde Ênê Têhet” derket turneya konseran a Kurdistanê. Vengê Ma, beriya Amedê li Dêrsimê û li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî konser li dar xist. Konsera dawî jî li ÇandAmedê hate lidarxistin.
Koroya Jinan a Vengê Ma di sala 2024an de li Berlîna paytexta Almanyayê hatiye damezrandin. Ev koro bi pêşengiya Soner Soyer hatiye avakirin. Armanca vê komê ew e ku stranên Kurdî, çanda Kurdî û bîra civakî û hunerî biparêze û zindî bihêle. AMED







