
- Heke kovarên bi Kurdî, bi qelemên rengîn, ji bo me bibin şevbuhêrkên çanda nivîskî em ê karibin gavên fesîh û xweştir biavêjin. Lê ku Kovar wek platformên “kesên ciwan û tor”, wek bîrdoziyên teng werin hîskirin gelek warên edebî û çandî wê bimînin di valahiyê de. Kovareke bi Kurdî wek weşanek zanîngehekê ye, ji alî rengînbûna xwe ve. Di afirandina nirxên nivîsê û ên derheqê jiyanê de rola kovaran pir zêde ye.
Beriya wextekê di têlefonê de piştî pirsîna hal û xatir kurtedîyalogek di navbera min û hêja Suleyman Çevîk de derbas bû, wî got; “Ger tu nivîsekê bo kovarê bi rê bikî ez ê kêfxweş bim, nivîs têra xwe têne lê em dixwazin di kovarê de qelemên rengîn hebin.” Derbirîna, “qelemên rengîn” bila ciyê xwe bigre… Ji salên nodî de ji kesên gelek nivîs dan kovaran jê yek ez bûm. Heya salên du hezarî nivîs û helbest bêhtir berên hestiyariyê bûn û min ew ji Rewşen û berdewamiya Rewşenê re bi rê dikirin. Pey re ji kovarên din re jî… Ne Nûbiharê ji min nivîs xwestibû ne jî min bi rê kiribû. Ji bo Nûdemê jî tiştekî wisa qewimî bû, heya demên dawî min hewl dabû ez bi rê bikim ew jî Nûdemê dawî li weşana xwe anîbû.
Hema bêjin rewşek jixweber bû çimkî di weşandina nivîsên di kovaran de ez bi tercîhên îdeolojîk tevnegeriyam. Hê jî wisa ye. Bi gotina Suleyman mesela “qelemên rengîn” hem nirxek e hem jî ji bo teheyûla jiyanekê hedefek e, ew hedef ji bo min jî muhîm e. Jiyaneke rengîn. Kovar bi taybetiyên xwe ên wisa gelek nirxdar in. Di welatên azad welew jiyanên normal de zanîngeh, saziyên sîvîl û hwd hene. Ew ji bo jiyanê dibin reng û deng, pê re jî normal e ku kovarên wan ên edebî jî li ser seknên îdeolojîk, nêziktêdayîn û ekolî bi şikil bibin.
Helbet dawiya dawî kovarên bi Kurdî jî bi awayekî bi nêziktê dayîn weşana xwe didomînin lê pê re sekneke demokratîk, weşaneke rengîn, gengêşiyên cuda, qenebe qismî be jî rê bidin, ê valahiyên di warên dîsîplînên din de jî dabigirin. Kovarên bi Kurdî, bi awayekî, şevbuhêrkeke çanda nivîskî ye jî.
Her bi îtiraz bûm ku kovarên bi Kurdî bi tenê wek platformên qelemên nû werin dîtin; min her bi wî çav û hewesê lê dinihêrî ku kovar ji bo ziman û edebîyata me bibin atolye. Wextê îmkanên teknolojîk pêş de çûn kêfek hate min, ê kurdan qada sanal ji alî erka atolyeyê ve bikar bianiya, mixabin, bû sebeb tiralî xwe bide der, hin qelemên hêja, dikarin derheqê edebîyat û zimanê Kurdî de gelek hilberînan bikin niha gotina xwe ‘li ava sanal’ dinivîsînin. Wisa dixuye ku dîsa rewşa atolyeyî dîsa bimîne li ser milê kovaran.
Heke kovarên bi Kurdî, bi qelemên rengîn, ji bo me bibin şevbuhêrkên çanda nivîskî em ê karibin gavên fesîh û xweştir biavêjin. Lê ku Kovar wek platformên “kesên ciwan û tor”, wek bîrdoziyên teng werin hîskirin gelek warên edebî û çandî wê bimînin di valahiyê de. Bi awayekî wê mirov bikevin nava lêgerînan, di vê serdema sanal de her kes fikrên xwe, pirsên xwe li “ava sanal” binivîsîne.
Kovareke bi Kurdî wek weşanek zanîngehekê ye ji alî rengînbûna xwe ve. Di afirandina nirxên nivîsê û ên derheqê jiyanê de rola kovaran pir zêde ye.
Atolye û nirx
Kovar ji bo çand û edebîyata Kurdî di heman demê de atolye ne. Ew atolye dibin sebeb nirx û taybetî derkevin meydanê. Taybetiyên miletan hene; helbet ew taybetî, ne ji ber taybetiyên nîjadî lê ji mercên cografîk, mîtolojîk, çandinî, hilberînî, bawerî, olî pêk tên. Baş e, qey gelek muhîm e ku meriv taybetî an nirxan tespît bike? Ma miletek nikare ji taybetiyên hemî miletan nêzikahî, nirx û taybetiyên herî baş bibijêre, li gorî bijareyan perspektîfekê bide pêş xwe?
Helbet xweş xuya dike lê em li neteweyan dinihêrin, bi nîyet û destpêkê bi rihetî tiştên wisa naqewimin. Tewr, nirx, nêziktêdayîn bi rihetî nikarin cî biguherînin lê veguherîna tewran mimkun e ji bo vê jî divê em civaka xwe binasin. Baş e, em pirsa xwe bikin, ger em bi çavê royê lê binihêrin ji nav kod û şîfreyên kulturî em ê çi taybetiya kurdan bi dest bixin?
Çi di çanda devkî çi jî çanda nivîskî binihêrin hûn ê bibînin kurd peyvekê wek alê li ba dikin; “şevbuhêrk”! Ku em dikarin bêjin ew karnavalên leylî ên çanda Kurdî bûn. Di şevbuhêrkan de çi diqewimîn? Şahî diqewimîn, lîsk, vegotina çîrçîrok û destanan... Bûyerên tarîxî dihatin şîrovekirin. Meseleyên rojane, dunyayî dihatin şîrovekirin, gengêşîn... Bi kurtî şevbuhêrk dîwan bûn, rûniştinên bi dîsîplîn bûn, karnavalên leylî bûn. Ew giş dibûn sebeb di cîhana zihnî ya tekekesên kurd de rastiyek derê meydanê…
Evliya Çelebi di gernameya xwe de tespîtek gelek hêja nivîsîye; Kurd Qur’anê jiber nakin, şîrove dikin. Mihteşem e, ne wisa? Ev tê wê mehnê ku jiberî, qalib, dogma di çandê de zêde ne bi hukum bûne. Bi tevî ev karekî muhîm yê lêkolînerî yê civaknasiyê ye jî (bê ev nêziktêdayîn xwe dispêrin çi paşxaneyan) em dikarin hin çarçoveyên hatine detsnîşankirin bi bîr bixin; hukmê cografya û şaristaniyan. Folklorek gelek dewlemend.
Kulturên berfireh
Piştî qismek mezin ji Kurdan dibin misilman jî Kurd nêzikahiya xwe ya şîroveyî, nêzikahiyên xwe ên hebîner û xweşbîn berdewam dikin, ne bi tirsê lê bi şîrove û bi baweriyek ji dil têkilî bi baweriyê re datînin. Henekên li mizgeft û li medreseyan meşhûr in. Kurdan tu carî di perwerdehiya dîn de tirs dernexistine pêş. Ev muhîm e. Pirî caran em kurd bi awayekî hestiyar gazin ji xwe û ji pêşengên xwe dikin ku pêşengên me tucar berjewendiyên neteweyî dernexistine pêş yan berjewendiyên dînî yan jî ên îdeolojîk di ser her tiştî re girtine. Gelo bi rastî ev bi tenê tercîhên rêber û pêşengan ên şexsî bûne? Baş e, heke ew gel ji nêzikahiyên wisa re ne amade bin, rêber û pêşeng bi tena serê xwe dikarin qerarên wisa bigrin û bi rihetî têxin meriyetê?
Problema ku em bigengêşin helbet ne tiştên wisa ne. Ev rê didin taybetiyek kurdan ew e gelek felsefîk an jî nêzî felsefeyê ne. Ev di
heman demê de di jiyana wan de cidîyetekê, heta nêziktêdayînên bi israr, sert jî dide der! Edebîyat belkî karibe bi reng, deng û jiyana xwe rengên din, tewrên cuda jî tevlî jiyana me bike.
Ên pişta wan diêşiya
Li gundan wextê hosta dîwar lê dikir, an jî avahî çêdikir hin kesên bêy kar, dihatin, rê li ber hosta dixistin, şîret dikirin… Hosta merivên xwe dinasî, heke axaftin ne pêşniyar ba, şîret û rêliberxistin ba, li ciyekî hosta ji wan re digot, ca xêra dê û bavê xwe destê xwe biavê em wî kevirê mezin bînin, nîyeta wan tunebû ew destê xwe gemarî bikin, xwe aciz bikin, digotin, qe nepirse, ev çend roj in, pişta min ketye ber min!
Nîyet
Li gundekî, du êl li hev bi rik in. Êvarekê rûniştine. Li hev dikevin rikê bê ka du nigên beqê hene an çar nig. Bi hev nakin aliyek dibêje didu alyê din dibêje çar! Ji yekî dipirsin. Ê pirs jê tê kirin dizane wê av heya ku biçe lewre ew bersivek wisa dide:“Wexta beq xwe diavêje avê çar nigê wê hene, wexta çind dide du nigê wê hene!” Ez dibêjim qey ‘nîyet’ mifteya gelek tiştan e; heke meriv beriya dijberî û nakokiyan, fikran, gotinan li nîyetê bifikire, nîyetê şîrove bike, nîyetê texmîn bike meriv dikare çareseriya herî xweş pêşkêş bike. Vêca ev bû bîst û sê sal min nîyeta xwe esas digirt li ser nîyeta xwe min nivîs didan kovaran, kovar ji bo mirovan dihate çi mehneyê ne muhîm bû, ji bo min kovarên bi Kurdî çi mehneya xwe hebû muhîm bû.
Kula Helebê û heqên kitimkirî
Dibêjin dengê defê ji dûr ve xweş tê… Carna derdên vê cografyayê bi taybetî derdên me kurdan nahêle em wî dengê derewîn yê xweş jî bibihîzin! Çi ye mesele? Helbet heq têne kitimkirin… Her merivek ji derî sekna xwe ya ramyarî bi nêziktêdayînên xwe ên şexsî di jiyana xwe de bi mehne dibin. Hûn dixwazin heqê qûl bêjin û dixwazin mafê mirovan bêjin, bi gotineke din meriv çi be, kî be jî heger heqê însan nexwaribe meriv dibe delala/delalê însanan. Ji alî jiyana dinyadar ve ev nirxekî mirovahiyê yê herî muhîm e. Ji alî dîn ve jî Xwedê gotiye ez dikarim ji heqê xwe bibihurim lê ez nikarim ji heqê qûlê xwe bibihurim. Li vê cografyayê ev bi tenê bibe nirxeke di merîyetê de bes e ku gelek mesele hel bibin. Di nav jiyaneke hewqas trajîk de min xwest ez van hevokên hestiyar jî lêbikim. Em her ji bo xwe ‘heq’ dixwazin, ji bo mafê takekes û ên din hincetên me hene... Ev Kula Helebê çi wext ket nava vê cografyayê nizanim…
Nîşe: Ev nivîsji pirtûka Cîhan Roj a bi navê “Li ser rêya modernîzebûnê EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ hatîye girtin.







