Li Rojava û welatên Ereban bihaya pirtûkan

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 1 Mijdar 2026 - 15:15

  • Li pirtûkxaneyên Şilêr û Amara yên Qamişloyê roman, dîwanên helbestvanan, pirtûkên siyasî, felsefe, dîrok û hwd bi zimanê kurdî, erebî û tirkî hene.

 

Li Pirtûkxaneya Amara û Weşanxaneya Şilêr pirtûk ji dolarekî amerîkî heyanî 25 dolarî hene û hinek pirtûkên ku 4 berg in bi 100 dolarî ne. Çîrokên zarokan bi 20-30-60 hezar lîreyê Sûriyeyê hene. Buhayê hinek çîrokan bi 15 dolar e û ferheng jî bi 20 dolarî ne.

Îsal buhayê pirtûkan li Şamê ji 15 hezarî dest pê dike û li gorî naverok, weşanxane û çawaniya pirtûkê buhayê wê tê guhertin. Li Şamê bazara pirtûkên berê hatine bikaranîn heye û li wê bazarê pirtûk ne biha ne.

Bihayê pirtûkan li Başûrê Kurdistan û Iraqê

Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me buhayê pirtûkan li Başûrê Kurdistanê û Iraqê di navbera 7 hezar heyanî 15 hezar (5-10 dolar) dînarê Iraqê de ne. Li gorî çawaniya pirtûkê û weşanxaneyê buhayê pirtûkan tê guhertin.

Li dikanên herêmî buhayê pirtûkan nêzî 7 hezar dînar e. Pirtûkên ji weşanxaneyê taybet û ji derve anîne buhayê wan li gorî lêçûnê tê diyarkirin. Her sal jî pêşangehên herêmî û navneteweyî mîna Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê û pêşangehên pirtûkên kurdî têne organîzekirin.

Bihayê pirtûkan li hinek dewletên Ereban

Li Misrê di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê de buhayê pirtûkan di navbera 150 û 500 lîreyên Misirê (3-10 dolarê amerîkî) ye. Her wiha weşanxaneyên gelêrî û bazara Sûrê Azbakayê hene û buhayê pirtûkan bi 10-50 lîreyî ne.

Li Lubnanê buhayê pirtûkan di navbera 4-20 dolarî de ye. Li Erebistana Siûdî li pirtûkxaneyên mezin buhayê pirtûkan bi 40-120 riyalên Siûdî ye (derdora 11-32 dolar). Li Îmaratê bi 45-175 dirhemî (nêzî 12-48 dolar) e. ANHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.