
- Feyrûz Xan afrîner û lêkolînerek e ku bi çêkirina naverokên Kurdî daketiye û wan li ser înternetê belav dike. Mamoste Mîmî yek ji van berhemên wê yên afirîner e. Feyrûz li paytexta Awustralya Viyanayê dijî û hê jî xwedî xeyalên mezin e, hewl dide zanistê bike xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê.
Feyrûz Xan a Rojavayê Kurdistanê li paytaxta Awusturya, Viyanayê dijî, platformek dîjîtal a populer li ser medyaya dîjîtal û kanalek YouTube-ê bi navê Feyruz Xan çêkiriye. Bi riya wan naverokên pispor di warê keşf, teknolojî û lêkolînên zanistî de pêşkêş dike (wek rêze silsileya wê ya navdar "Zayîna Zanistê bi Zimanê Kurdî" - Nûzayîna Zanistê bi Kurdî).
Feyrûz Reşîd Xan jineke ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, di salên 2014’an de li Zanîngeha Helebê dest bi xwendina beşa aborî kir lê ji ber sedema êrîşên komên çekdar ên Cebhet El-Nusra yên li ser Efrînê xwendina wê nîvçe ma. Neçar ma ji ber êrîşan koçî Tirkiyeyê bibe, li bajarê Kilîsê çar sal beşa aborî xwend. Lê vê carê dagirkeriya Tirk êrîşê Efrînê kirin, nexwest li wir bimîne û Feyrûz di sala 2018’an de biryara çûyîna ji Kilisê da.
Feyrûza çavşîn ku rengê rû wê genimî û porê wê qehweyî ye, hêviyên xwe winda nekir û her dem li pey xeyalên xwe beziya. Vê carê li zanîngeheke Bolonya paytexta herêma Emilia-Romagna û bakurê Îtalyayê ye, du salan master li ser bandora enerjiya ba û rojê li ser aboriya dewletek bi awayekî glopal çawa dibe xwend.
Ji 2020’an heta îro Feyrûz li paytexta Awustralya Viyanayê dijî û hê jî xwedî xeyalên mezin e, hewl dide zanistê bike xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê. Sê sal piştî fêrbûna zimanê Elmanî, di saziya hikûmeteke ku berpirsiyarê dabînkirina alîkariya darayî ya bingehîn û piştgiriya pîşeyî ji bo kesên li kar digerin li Elmanyayê ye, kar kir. Feyrûz Xan ji me re behsa xebata xwe ya gelek baş û balkêş ji bo xizmeta gelê Kurd dike kir.
‘Mamoste Mîmî’
Di vê heyvê de Feyrûz Xan karektereke ji bo perwerdeyê bi riya dîjîtal a bi navê “Mamoste Mîmî” karakterek bikaranîna teknîkên hişê çêkirî ji bo zarokên Kurdan afirand. Mîmî mamoste veguherî ye mertaleke dîjîtal û parêzvanek dilsoz ku bîra Kurdî diparêze û nifşên nû fêrî ziman, çand û kevneşopiya wan bi awayekî gelek hêsan dike.
Feyrûz a ku platformek wê ya dîjîtal a populer li ser medyaya dîjîtal heye dibêje ku wê naveroka xwe bi agahiyên teknolojîk destpê kir û wiha berdewam kir: “Lê her hest û daxwazê min hebûn ku ji bo zarokan jî xebatekê balkêş biafirînim. Piştî lêgerînan li ser medyaya dîjîtal min çend dîmen weke nimûne dît, zimanê biyanî fêrî zarokan dikirin. Min xwest vê versiyonê bizivirînim Kurdî hem xizmeta zimanê Kurdî bikim hem jî xizmeta gelê xwe bikim. Piştî lêkolîn û xebata mehekê û amadekirina 10 dîmenan ji bo parvekirinê, vê care ketim pey lêgerîna nav.”
Feyrûz amaje bi hilbijartina navê karekterê perwerde û vîrtûel kir û wiha domand: “Di lêgerîna min a ji nav re navê keça cîrana me nîmet di hişê min de bû. Ji ber navekî kin û xweşik e wê di hişê zarokan de jî mabûya. Min ev û çend pêşinyarên din jî dan hişê çêkirî û komînasyoneke "Mamoste Mîmî" derket holê. Ji ber vê yekê min ev nav veqetand û karekterek dîjîtal jî çêkir ku ji her malek Kurd re Kurdî were û jê were hezkirin.”
Bi sedhezaran şopînerên wê çêbûn
Feyrûz sedema tercîhkirina karekterek dîjîtal ji zarokeke rastîn re wiha zelal kir: “Tu nikarî zarokek rastîn wekî Mîmî bibe hemû deverên cîhanê, ji lewre Mîmî mamosteyek Kurd e û dîjîtal e. Di roja yekem a parvekirina yekem de dîmenê Mîmî, gihîşt çar milyon kesan, ji aliyê gelek kesan ve hat hezkirin, şîroveyên xweş hatin nivîsandin û gelek peyamên hêja gihîştin min. Di nav hefteyek ku li ser destpêkirina Mîmî re derbas dibe, zêdetirî sed hezar şopînerên wê çêbûne. Hem wextê wê jî gelek malbat dîmenên zarokên xwe gava tamaşeyî Mîmî dikin ji min re dişînin. Bi saya Mîmî Mamoste riyek vebû ku her kes bi vî awayî vîdyoyan çêbike û parve bike. Hêviya min ew e ev hejmar li ser medyaya civakî mezintir bibe, êdî her kes tiştên Kurdî bi naverokên Kurdî parve bikin.”
Wijdanê Feyrûzê piçek rehet bû lê çima?
Feyrûz li ser xebata Mîmî Mamoste ku ewqas bandora xwe di nava gelê Kurd de û bi taybetî zarokên wê de çêkiriye dibêje: “Ji dema min dest bi xebata Mamoste Mîmî kir ve ez hîs dikim ku piçek jî be wijdanê min ji bo xizmeta zimanê Kurdî rehet bûye. Eger ev xebat di nava deryayek ewqas mezin de bû dilopek ku li dijî asîmîlasyonê derkeve, ez ê gelek kêfxweş bim û hêviyên min mezin in ku ev berdewam bikê.”
Versiyonên dirêj ên Mamoste Mîmî hazir dike
Feyrûz bal kişand xebatên xwe yên pêşerojê û wiha ev agahî da: “Ez dixwazim parvekirina naverokên xwe yên agahiyên teknolojî li ser kanala xwe ya YouTube berdewam bikim. Mînak di nav rojê de çi tê guhertin, di teknolojiyê de çi agahiyên nû derketiye holê û ev keşifkirin, lêkolîn û agahiyan bi 5 an jî 10 xulekan be, di hefteyê du-sê caran jî parve bikim. Min cihê xwe amade kiriye û her tişt amade ye lê ji ber destpêkirina mîmî mamoste, navber ket silsileya Nûzayîna Zanistê bi Kurdî a li ser YouTubê, niha rawestiya ye lê ez ê wê bidomînim. Ez dixwazim ji bo Mîmî mamoste vîdyoyên verisyonên dirêj jî çêbikim.”
Lêçûnek pir zêde hewce dike
Feyrûz zehmetiyên projeyên xwe û tiştên ku tên xwestin wiha zelal kir: “Tiştên ez dixwazim bikim lêçûnên pir zêde dixwazin. Ger ev vîdyo bi zimanê biyanî bihata çêkirin pirsgirêk nedihatin jiyîn lê ji ber ez dixwazim bi Kurdî berdewam bikim, gelek caran werger şaş dide û ev min neçar dike ku zêdetirî dehan caran jî vîdyoyê dubare çêbikim. Lê tekez ez ê berdewam bikim û hêviyên min ji bo piştgiriyê hene.”
Balansek di navbera hişê çêkirî de
Feyrûz diyar kir ku di jiyana wê de hişê çêkirî gelek alîkar e û kare wê hêsan dike,lê li aliyek din jî behsa neyênîyên bikaranîna hişê çêkirî li ser mirov kir û wiha dewam kir: “Di warê tendrustî de bikaranîna hişê çêkirî û bawerîdayina wê di her hûrguliyê de, êdî nahêle mirov bizihire. Gava pirsgirêkek derbikeve pêşberî me, em fikrê xwe mijûl nakin û yekser berê xwe didin ChatGPT, Cloud û Gemini û jê dipirsin. Mînak ger meriv biçe deverekê înternêt nebe an jî telefona wê nayê bikaranîn, ew pirsgirêk çawa çareser bibe û ji holê rabe? Ji lewra hewce heye ku em bawerî sedî sed nedin hişê çêkirî û di navbera wê û jiyana xwe de belansek çêbikin, bizanibin çima û kengî bikar bînin.”
‘Zimanê Kurdî zimanê teknolojiyê ye’
Feyrûz xan ev peyam di dawiyê de da Kurdan û got: “Zimanê Kurdî ji me gelek girîng e, ev dem dema teknolojiyê û dîjîtalê ye. Hewce ye ku em hemû karên xwe bi zimanê Kurdî di hişê çêkirî de berdewam û zêdetir bikin û jibîr nekin ku em piştgiriyê jî bidin. Çimkî zimanê Kurdî zimanê teknolojiyê ye, zimanê pêşerojê ye û pêşeroj jî di kodan de ye.” SORGUL ŞÊXO-JÎNHA/QAMIŞLO







