Dengê ciwanên Ewropayê; Kovara Pêşeng

Nûçeyên Çand/Huner —

Sêşem 3 Mijdar 2026 - 15:15

  • Kovara Pêşeng ku her sê mehan carekê tê weşandin, bi vê hejmarê gaveke girîng a din di weşana xwe de diavêje û ji xeyni Kurmancî, Tirkî û Elmanî, zimanên Îngilîzî û Soranî jî li zimanên xwe yên weşanê zêde dike.

 

Bi vî awayî, Pêşeng dê ji niha pê ve bi pênc zimanan, Kurmancî, Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Soranî were weşandin. Kovar bi dirûşmeya “Heke Ne Niha Be, Kengî? Heke Ne Tu Bî, Kî?” derket.

Kovara Pêşeng, ku li ser jiyana fikrî, çandî û civakî ya ciwanên Kurd disekine, bi hejmara xwe ya Mijdarê armanc dike ku bîra dîrokî bi rastiya ku ciwanên îro dijîn re bîne cem hev. Kovar, guhertinên dîrokî û civakî yên ji Kurdistanê heta Ewropayê bi çavê ciwanan dinirxîne û dixwaze bi tecrubeyên rabirdûyê pirsgirêkên îro fam bike û li ser pêşerojê nîqaşên nû pêş bixe.

Têkiliya ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji dayik bûne û mezin bûne bi nasnameya xwe re ava dikin, nakokiyên ku ji Kurdistanîbûna bêyî dîtina Kurdistanê derdikevin, têgihiştinên jiyanê yên di navbera nifşan de diguherin û berpirsiyariyên civakî yên ciwanan mijarên bingehîn ên nîqaşên vê hejmarê pêk tînin. Di hejmara Mijdarê de pêşketina dîrokî ya ciwanên Kurd di çarçoveyeke berfireh de tê nirxandin. Bi taybetî tevgerên ciwanên Kurd ên ji salên 1960'an û vir ve pêş ketine, lêgerînên nasname û azadiyê yên ciwanên zanîngehê, xebatên çandî û bandora tevgerên xwendekaran li ser guhertina civakî tên nirxandin.

Ji bo ciwanan qadeke hevpar

Kovara Pêşeng bi hejmara xwe ya Mijdarê armanc dike ku di navbera mîrata dîrokî ya ciwanên Kurd û rastiya îroyîn a Ewropayê de têkiliyeke xurt ava bike. Kovar, ku bi destpêkirina weşana bi pênc zimanan girseya xwe ya xwendevanan berfirehtir dike, dixwaze di navbera ciwanên ku li welatên cuda dijîn û bi zimanên cuda diaxivin de qadeke hevpar a hevdîtina fikrî û çandî ava bike. Kovar, dema ku pirsgirêkên nasname, ziman, çand û jiyana civakî yên ku ciwan pê re rû bi rû dimînin dinirxîne, di heman demê de potansiyela ciwanan a afirandina guhertin û veguherînê jî derdixe pêş.

Bi ramana “Ciwanên ku dîroka xwe nas dikin, îroya xwe dipirsin û ji bo pêşeroja xwe berpirsiyarî hildigirin, dikarin hem bibin pêşengên jiyana xwe hem jî yên civaka xwe” hatiye amadekirin. Hejmara nû ciwanan vedixwîne ku bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimînin, rastiya xwe fam bikin û li ser pêşerojeke hevpar bifikirin. ANF

***

Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

Koma muzîkê Kom Ciwan bi navê 'Çiyayên Ronî' albûmeke nû weşand. Mizgîn Zerdeşt destpêkê îşaret bi armanca avakirina Kom Ciwan kir û got, di demekê de ku huner bi giranî ketiye bi bandora berjewendiyên sermayedariyê, kom ji bo afirandina hunera azad, xweser û civakî ava bûye.

Li ser lêkirina navê 'Çiyayên Ronî' ya li albûmê Mizgîn Zerdeşt anî ziman ku çiyayên Kurdistanê di herikîna dîrokê de rastiya gelê Kurd, çand, jiyan û berxwedana wê vehewandiye û got, "Kom Ciwan jî dixwaze bibe dengê van nirxan. Bi rêya hunerê dilsoziya xwe ya bi welêt û mîrasa çandî zindî dihêle."

Li gorî gotinên Mizgîn Zerdeşt albûma 'Çiyayên Ronî' bi taybetî ji bo bîranîna şehîd Çiya Rizgar û şehîd Ronî Baz hatiye amadekirin û strana destpêkê jî bi navê 'Çiyayên Ronî' ye.

Albûm her wiha girîngiyeke taybet dide dengbêjiyê. Mizgîn Zerdeşt diyar kir ku dengbêjî yek ji nirxên herî girîng ên dîrokî û çandî yên gelê Kurd e û di parastina bîranîn, hest û hebûna gel de roleke mezin lîstiye. Wê destnîşan kir ku stranên dengbêjiyê, ji Mem û Zînê heta Derwêş û Edûlê, parçeyên dîrok û hebûna civaka Kurd vedihewîne. ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.