
- Li Amedê girîngiya govendê hat nîqaşkirin
- Li Êlihê şevbihêrka çîrokên Hawarê
Hunera şanoyê, ji heyamên pir kevnar û heta niha wekî tomarkera dîrokê, bûye qadekî hunerê ya girîng ku bawerî, kevneşopî û şêwazên jiyana gelên cûda nîşan dide. Seqiz û Rojhilatê Kurdistanê jî wekî navendeke girîng a vî cureyê hunerê tê dîtin.
Zîviye ku di dilê Rojhilatê Kurdistanê de cih digre, di navbera 28 û 31’ê Cotmehê de mazûvaniya çîrok û vegotinên ji çand û kevneşopiyên cihêreng ên Îranê dike. Ji reqseke ku Huda Nûr a kesayetek ji Sîstan û Belûcistanê tîne bîra mirovan bigre, heta awazên jinên Gîlakî ku ji bo şahî û bereketê bang li rûyê erdê dike, ji efsaneya Şahmaran û stranên evîndaran a Azerî bigre heta bûkekeku bi stranên Kurdî duaya baranê vedibêje, gelek vegotinên cuda yên çandî tên pêşkêşkirin.
4’emîn Festîvala Şanoya Kevneşopî û Rîtuelî ya Zîviyeyê, di van rojan de rengekî nû dide Rojhilatê Kurdistanê. Di festîvalê de, 12 komên şanoyê yên ji herêmên cuda yên Îranê û hunermendên ji Başûrê Kurdistanê cih digirin. Di nava berhemên ku di festîvalê de cih digrin de ji Sineyê "Afret", ji Kirmaşanê "Vezra Keşî" û ji Kirmaşanê “Şahmaran", ji Qorveyê "Bûka Baranê", ji herêma Kohgîlûye û Boyer-Ehmed û Yarûsê "Arus Berûn" ji Kelarê "Peymanî Dostan" cih digre. Di heman demê de di bernameya festîvalê de şanoyên wekî ji Dehgolanan "Gelokanî", ji Culfayê "Îlîk Behar", ji Îranşehrê "Henûz Dîr Nîye" û ji Kelachayê "Gîl-Zakan" jî cih digirin.
Pirrengiya çandî û daxwaza naskirina çandên din, festîval veguherand çalakiyekî ku bala raya giştî bi awayekî berbiçav dikişîne ser xwe. Piraniya performansan bawerî, kevneşopî, vegotin û aliyên kêm yên jiyana gelên cihêreng ên li herêma Îranê dijîn, tînin ser dikê. Her çend navenda sereke ya festîvalê li Seqizê be jî, bi armanca gihîştina zêdetir temaşevanên, hinek hin çalakî li bajarên Sine û Bane jî tên pêşkêşkirin. JÎNHA/SEQIZ
***
Li Amedê girîngiya govendê hat nîqaşkirin
Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED), Sanatça Organîzasyon û Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê ve 2yemîn Mihrîcana Govendê hate lidarxistin. Mihrîcan bi dirûşma “Mil bi mil ber bi aştiyê ve” û bi meşa cil û bergên Kurdî dest pê kir. Piştî meşê li Çand Amedê panela bi mijara “Di dîroka çand Kurdan de girîngiya govendê” hat lidarxistin. Dr. Hîkmettîn Atli û Dr. Dîlaver Zeraq wek axivêr di panelê de cîh girtin. Axivêran li ser mijarên wek ‘Folklor û nasname’ , ‘Di parastin û geşkirina çanda Kurdî de rola govendê çi ye?’ rawestiyan.
Mîhrîcan dê bi nîşandana govendên herêman û bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bibe. AMED
***
Li Êlihê şevbihêrka çîrokên Hawarê
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Êlihê ji bo çîrokên Kovara Hawarê ya ku di sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatiye derxistin, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê şevbihêrk li dar xist. DI şevbihêrkê de gelek heskiriyên Kovara Hewarê hatin ba hev. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî şevbêrkê bûn. Çirokbêj Ayhan Erkmen çîroka Kovara Hawarê gelek beşên wê ji temaşevanan re weke çîrok lîst û vegot.
Erkmen ê ku çîrok vegot, di nav de stran jî gotin. Çîrok ji aliyê temaşevanan ve gelek hate ecibandin. ÊLIH







