Mihrîcana Govendê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 2 Mijdar 2026 - 15:00

  • Ji bo strana ‘Mencê’ klîp hazir dikin
  • Li Mexmûrê pêşbaziya kişikê

 

Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED), Sanatça Organîzasyon û Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê ve 2yemîn Mihrîcana Govendê ya bi dirûşma “Mil bi mil ber bi aştiyê ve” duh destpê kiribû, diyarî şehîd Kasim Engîn, Ferîde Yildiz û şehîdên Kurdistanê hate kirin. Mîhrîcana ku govendên her çar parçeyên Kurdistanê anî cem hev bi gerandina govendên heremî gel coşand. Her wiha ji ber şert û mercan komên ku ji Rojava nehatibûn bi dîmen tevlî bernameyê bûn û govendên ji Rojavayê Kurdistanê hatin temaşekirin.

Piştî govendan Neslîhan Edîş derket li ser dikê û stran got. Mîhrîcan bi stran û gerandina govendan bi dawî bû. AMED

***

Ji bo strana ‘Mencê’ klîp hazir dikin

Koma Sitiya Nexşa ya Şengalê stranek kevnar a Êzidiyan ‘Mencê’ bi ensturmanan nû kir. Cara yekeme ku weke jinên Êzidî bi navê endamên Komîna Sitiya Nexşa ya Şengalê bi ensturman û hejmarek zêde berhemek amade dikin.

Nêzî mehekê ye xebatên amadekariya vê kilîba ‘Mencê’ ku strantek kevnar ya Êzidiyane, tên kirin. 21 jin û zarokên keç di nava klîbê de cih girtine.

Jinên Êzidî bi rêya hunerê, çanda kevnar a Êzidiyan nûjen dihêlin. Aramanca wan a sereke ewe ku çand, nasname û kevneşopiya civaka Êzidî her zindî bihêlin û derbasî hemû nifşan bikin. Hem endamên komîna Sitiya Nexşa hem jî civaka Êzidî wekî gav û xebatek gelek giranbiha bi nav dikin.

Komîna Sitiya Nexşa di nava çand û hunera giştî de jî xwedî berhem û rolek giring dileyîzin. Lewma parastin û pêşxistina çanda Êzidî ji bo xwe weke erkek sereke dibînin. ŞENGAL

***

Li Mexmûrê pêşbaziya kişikê

Saziya Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) turnuvayeke kişikê ya bi navê Şehîd Seîd Çomlek da destpêkirin. 36 kes beşdarî turnuvayê bûne.

Turnuva li Saziya Ciwanan bi beşdariya dehan ciwanan û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya turnuvayê Hevberdevkê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman axivî û got: “Em di serî de vê turnuvayê diyarî Rêber Apo û tevahî şehîdan dikin. Em hertim xwedî li şehîdên xwe derdikevin û bi bernameyên wiha, wan bibîr tînin. Em serkeftinê ji hemu beşdarvanan re dixwazin. Plansaziyên wiha gelekî başin. Em pê keyfxweşin û aktîvîteyekî wisaye ku ciwan beşdar dibin.”

Piştî axaftinê peşk hat kişandin û lîstika destpêkê hat lîstin. MEXMÛR

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.