Albûmeke hevpar; Leçek

Nûçeyên Çand/Huner —

Çarşem 4 Mijdar 2026 - 16:00

 

Hunermend Alî Dogan Gonultaş û Saîdê Goyî bi albûma xwe ya hevpar a bi navê "Leçek"ê 1a Kanûna Pêşîn li ser hemû platformên muzîkê yên dîjîtal derdikevin pêşberî guhdaran.

Albûm ji 9 stranan pêk tê û li gel awazên kevneşopî yên herêmên Botan û Gêxiyê, gotinên her du hunermendan jî dihewîne.

Yekem strana albûmê û vîdeoklîpa wê ya bi navê "Kewnar"ê 29ê Çiriya Pêşîn hat weşandin. Derhêneriya klîpê Veysel Seçen kiriye û heta roja derketina albûmê vîdeoklîpên 4 stranên din jî bên weşandin.

Pênc klîp û çîrokek

Her 5 vîdeoklîp li ser xeteke hevgirtî û çîrokeke hevpar hatine amadekirin. Bi vî awayî stranên albûmê ne tenê bi ahengê, di heman demê de bi vegotineke dîtbarî jî bi hev ve tên girêdan.

Leçek: Çîroka koçberî, evîn û jiyanê

Navê albûmê "Leçek" e û li ser sembola ewrekî hatiye avakirin ku carinan giran dibe, carinan belav dibe û carinan jî vediguhere baranê lê tevger û hebûna xwe didomîne. Albûm xemgînî, şahî, cudahî û evînê di nav xwe de dihewîne û mîna ewrekî li ser axê digere, serdana koçberî, evîn, mal û rêyan dike. Çîrokên ku pê re rû bi rû dibe hildigire û ber bi çîrokên din ve dibe.

Di albûmê de xemgîniya koçberiyê bêyî ku veguhere şînê bi zimanekî sade û lîrîk hatiye honandin. Çimkî jiyan di demên herî dijwar de jî derfetê dide hezkirin, ken, sema û meşê.

Albûma ku cîhana muzîkê ya her du hunermendan tîne ba hev ji 9 stranan pêk tê. Di albûmê de li gel berhemên folklorîk ên ji deverên Botan û Gêxiyê, stranên ku gotin û awazên hevpar ên her du hunermendan jî cih digirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.