Festîvala Arîn neynika civakê ye

Nûçeyên Çand/Huner —

Çarşem 4 Mijdar 2026 - 17:30

 

Festîvala Arîn a 'Bisk û Zulfên Aştiyê' ya 4'emîn bi dirûşma "Ji her bajarekî çîrokeke û ji her dilekî romanek" li bajarê Kobanê di 31'ê Cotmehê bi amadebûna komên ji Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û bajarên din ên Sûriyeyê li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî festîvalê bûn. Ji Şamê heta bi Efrîn, Hesekê, Qamişloyê, ji Kobanê heta bi Amedê gelek kom beşdarî festîvalê bûn. Şanogerên beşarî festîvalê bûn ji ANF'ê re axivîn.

Şanogera ji bajarê Hesekê ya ji koma Ermenî Merdiya Mihemed kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Şano gelekî xweş e, me li vê derê moraleke gelekî mezin wergirt. Şanoya me bi navê 'Yê ku nayê' ye û em çar kes vê lîstikê dilîzin. Em çar kes li benda hinek kesan e ku bên me rizgar bikin, lê di rastiyê de ew nayên. Lê ew çar kes jî bi yek kes e, weke şerê di navbera fikir, dil, mejî û xeyal de. Ji xwe ev şano bê dawî ye. Dema ku di nava şanoyê de ez dixwazim birevim lê em her çar bi hev re ne û em nikarin birevin. Dema ez dixwazim birevim ew min dixeniqînin."

Derhênerê ji bajarê Kobanê Dilbirîn Mislim jî got, "Ev şano li ser asta Sûriyeyê ye. Şano bi xwe eynika civakê ye û em bi rêya şano re mesaja wê yekê didin. Di demên dawî de jî şano hatiye paşguhkirin, ew jî bi pêşketina teknolojiyê ye. Şano bi xwe mala gel e û em dibêjin ku careke din divê em vegerin şano û bi riya wê re êş û azarên xwe bêjin."

Ji şanogerên Efrînê Mehmûd Yûsif anî ziman ku festîval ji bo wan derfeteke ku hebûna xwe nîşan bidin û got, "Komên ji hemû deverên Sûriyeyê jî di vê festîvalê de ne û gelekî girîng e weke şanoger ku em rêbazên şanoyên cuda bi hev re nas bikin. Şanoya me ya bi navê 'Piştî ruxandinê piştî ruxandina rejîma Esed, tiştên ku hatinî xeyalkirin û tiştên pêk hatî ve, wê were pêşkêşkirin." ANF

***

Fragmana  ‘Heval Kekê Min” hat weşandin

Komîna Fîlm a Rojava di navbera 13-20’ê Mijdarê (2026) de Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn organîze dike. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê pêk tê. 

Ji Bakur, Başûr, Rohilatê Kurdistanê û welatên Sûriye, Îran, Iraq, Endonezya, Tirkiye, Polonya, Fransa, Fîlandiya, Çîn, Spanya, Portekîz, Arjantîn, Ukrayna, Kiwêt, Japonya, Brezîlya, Rûsya, Kanada, Efxanistan û Danîmarkayê 45 berhem beşdarî mîhrîcanê dibin.

Dê mîhrîcan bi berhema Komîna Fîlm a Rojava “Heval Kekê Min” bê vekirin. Komînê fragmana fîlmê li ser malpera xwe parve kir.

Endamê Komîna Fîlm a Rojava û endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Mêrzan Bekir li ser fîlma “Heval Kekê Min” agahî parve kirin.

Mêrzan diyar kir ku her sal mîhrîcan bi fîlmeke Komîna Fîlm a Rojava dest pê dike.  Fîlma “Heval Kekê Min” cara yekemîn dê li mîhrîcanê bê pêşandan. Fîlm drama ye û 2 saetan diajo. Di sala 2023’yan de hatiye çêkirin. Mijara fîlmê li ser jineke ciwan e ku di nava civakê de rastî astengiyan tê. Çavê wê her tim li dîtina birayê wê ye ku di nava şoreşê de cih girtiye.

Mêrzan Bekir ev lê zêde kir: “Ev fîlm di nava mercên herêmê yên zehmet de hat çêkirin û ji bo me serkeftinek e. Fîlm 2023’yan hat çêkirin, lê ji ber ku li herêmê şer hebû, dereng hat temamkirin.” ANHA

***

Çîroka du jinan û hêviya azadiyê

Di cîhana sînemayê de berhemên ku pirsgirêkên civakî û çîrokên mirovî bi rengekî hunerî tînin ziman her dem balê dikşînin. Di vê çarçoveyê de, fîlmê nû yê sînemaya Afrîkayê "Goodbye Julia" ku ji aliyê derhêner Mohamed Kordofanî ve hatiye amadekirin, weke yek ji berhemên herî girîng ên salên dawî tê naskirin. Fîlm bi naveroka xwe ya kûr û bi serkeftina xwe ya dîrokî di Festîvala Fîlman a Cannesê de cih girtiye û xelat girtiye.

Ev berhem çîroka Mona û Julia tîne ziman ku di nava nakokiyên polîtîk û pirsgirêkên civakî yên di navbera Bakur û Başûrê Sudanê de hewldana naskirina maf û azadiya xwe didin. Di nava aliyên herî balkêş ên vê berhemê de, perspektîfa kûr a jinan tê dîtin; fîlm çîroka polîtîk û civakî ya Sudanê bi çavên van du jinan vedibêje û kûrahiya bandora şer li ser jiyana rojane radixe ber çavan.

Di heman demê de, ev berhem serkeftineke dîrokî nîşan dide û weke yekem fîlma sînemaya Sudanê tê naskirin ku di qada navneteweyî de deng vedaye. Ji aliyekî din ve jî têkiliya di navbera Mona û Julia de babeta hevaltî û efûkirinê derxistiye pêş û nîşan dide ku çawa mirov dikarin di bin siya cudahiyên etnîkî û çandî de pireke hevaltiyê ava bikin. JÎNHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.