
- Hozan Kerkundê da zanîn ku zimanê kurdî di platforma Wîkîferheng de li ser asta cîhanê di rêza heştemîn de ye û bang li nifşên nû û rewşenbîran kir ku bêjeyên kurdî yên windayî kom û belge bikin.
Kerkundê di destpêke de got: "Zimanê kurdî yek ji zimanê irqa Hind Ewropî ye û bi sedê salan hebûna xwe parastiye. Dibe ku Kurd di aliyê siyasî ve ne ser bi xwe bûn lê zimanê kurdî hatiye parastin. Zimanê kurdî hêz û pakbûna xwe ji xweza û erdnîgariya Kurdistanê werdigire. Pirrengî û dewlemendiya zimanê kurdî bi çiya, çem û deştên Kurdistanê ve girêdayî ye. Xwezaya Kurdistanê zimanekî hesan e û dikare bêjeyên nû biafirîne û bi lêv bike."
Kerkundê di berdewamiya axaftina xwe de got dewlemendiya zimanê kurdî di hejmarên wê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zimanê kurdî li ser platforma Wîkîferheng di cîhanê de li ser asta heştemîn e. Peyvên kurdî 918 hezar in. Zimanên herêmî û navneteweyî yên mezin mîna erebî, tirkî û farisî derbas kiriye. Ev diyar dike ku rêzimanê kurdî nerm e û dikare peyvên nû biafirîne. Kurdî zimanê neteweyekê ye û nabe ku were paşguhkirin û winda bibe."
Xeyalên me pêk hatin
Kerkundî polîtîkaya rejîma berê ya Baasê ya li ser gelê Kurd meşandiye nirxand û got: "Berî sala 2011`an rejîmê gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê paşguh kir. Zimanê kurdî qedexe kiribû. Di aliyê hunerî, çand û çapemeniyê de li hemberî zimanê kurdî şer dikir. Dixwest hebûna gelê Kurd tune bike û cîhan ziman û nasnameya gelê Kurd nas neke. Lê piştî sala 2011`an rewşa herêmê hat guhertin. Firseteke mezin û dîrokî kete destê gelê Kurd. Xeyala gelê Kurd pêk hat. Cara yekem kanalên televîzyonê, dibistan, zanîngeh û akademiyên bi zimanê kurdî vebûn û ji bo neslên nû pirtûkên kurdî hatin çapkirin. Di pêşxistina zimanê kurdî de rola helbestgotinê girîng e. Çand, folklor û dîroka Kurdan bi cîhanê da naskirin. Gelek gotinên erebî û tirkî di koka xwe de kurdî ne û ev îsbat dike ku zimanê kurdî dewlemend e. Gelê Kurd li tevahiya cîhanê belav bûye û tu carî zimanê wan nayê qirkirin."
Di dawiyê de hozan Kerkundê bang li nifşên nû û rewşenbîran kir û got: "Bila bi kurdî bifikirin, binivîsin û bixwînin da ku zimanê kurdî were parastin. Bi rêya nivîsandina gotar, helbest û awazan gotinên kurdî yên windayî vegerînin û belge bikin." ANHA
***
Hejmara nû ya kovara bajêr derket
Hejmara Mijdarê ya Kovara Bajar a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi Kurmancî û Dimilkî tê amadekirin, hate weşandin. Di hejmara nû ya kovarê de ku weşangeriya bi zimanê zikmakî û xêzeromanê tîne cem hev, xeyala klûba Amedsporê ku ji navên navdar ên wêjeya Kurdî pêk tê, bi xetên Îmam Cîcî zindî dibe.
Kovara dîjîtal a 29 rûpelî ku edîtoriya wê ji aliyê afirînerê karakterê Qirix Dogan Guzel ve tê kirin, naverokên ku ji Amedsporê heta wêjeya Kurdî, ji zimanê siyasî ê mîzahê heta macareyên nû yên xêzeromanê pêşkêş dike.
Di hejmara Mijdarê de, xeyala klûba Amedsporê ya ku ji navên navdar ên wêjeya Kurdî pêk tê, bo ser rûpelên xêzeromanê tê guhastin. Xebata ku bi xetên Îmam Cîcî zindî dibe, futbol û wêjeyê tîne cem hev.
Di hejmara nû ya Kovarê de her wiha xêzeromanên Eşref Mumcu yên bi navê “Mehlûqatên Eşref”, yên Dogan Guzel yên bi navê “Remazanê Çaycî” û “Keko” û ya bi navê “Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf” bi macareyên xwe yên nû cî digirin. AMED







