Efsaneyeke rehdirêj; Şahmaran

Nûçeyên Çand/Huner —

Sêşem 10 Mijdar 2026 - 16:00

  • Tê gotin, ger rojekê rastiya mirina Şahmaran ji bo cîhana maran aşkera bibe û bizanibin ka çawa bi xiyanetê hatiye qetilkirin, wê demê ew ê hêrseke mezin û karesatek rû bide. Hemû marên çiya û şikeftan dê bibin yek, ji kûrahiya erdê serhildanê bikin û toleke gelek giran ji mirovahiyê hildin.

 

Ji kûrahiya çîrok û tabloyên destçêkirî yên Kurdistanê, ji xalîçe û bergên kevnar ên Bakur heta perestgehên li çiyayên Zagrosê, nîşanek xerîb û balkêş wekî sembola dayiktiyê, zanyariyê û parastina siran derdikeve pêş. Şahmaran wekî şahê maran û şahbanûya kûrahiya erdê, bi hezaran sale di bîra dîrokî ya gelê Kurd de wekî xezîneyeke zanyarî û rewşenbîriya jina Kurd maye.

Navê Şahmaran di ferhenga Kurdî de ji du beşan pêk tê: “Şah û Maran”. Şahmaran afirîdeyeke efsanewî ye ku nîvê laşê wê wekî jineke bedew û nîvê din jî wekî marekî tê xêzkirin. Lêkolînerên dîrok û şûnwariyan balê dikişînin ser wê yekê ku koka vê efsaneyê vedigere ser bawerî û têgihîştina kevnar a mirovan a li ser xweza û jîngeha Zagrosê. Ev yek bi guhertinên dawiya serdema dayiksalariyê û destpêka geşedana çandiniyê ve girêdayî ye.

Dema ku mar di piraniya olên Samî de wekî sembola xirabî, şeytan û xapandinê tê nîşandan, di çanda Kurdî de, bi taybetî di bawerî û rîtuelên olên Êzidî, Yarsan û her wiha li herêmên Kirmaşan, Mêrdîn û Dêrsimê de, mar xwedî cihekî pîroz û erênî ye. Ew wekî sembola parastin, hêz û zêrêverê xezîne û sirên veşartî tê dîtin.

Camasip û Şahmaran; Çîroka evîn û sirên bin erdê

Çîroka Şahmaran bi demboriya darbirê hejar ê bi navê “Camasip” destpê dike. Rojekê Camasip tevî çend hevalên xwe ji bo komkirina daran diçe daristanê, lê hevalên wî ji ber berjewendiyên xwe, wî di kûrahiya bîreke kûr û tarî de bi tenê dihêlin. Camasip ê ku westiyayî û birsî dibe, di tariya bîrê de dest bi kolandina dîwaran dike, bi hêviya ku rêyeke rizgariyê bibîne. Di dema kolandinê de kevirgorekî mezin layê dide û qulikekê vedike ku jê re bibe dergehek ber bi şikefteke ecêb û balkêş; şikefteke ku tije ye ji marên cûrbecûr û parêzvanên wan.

Di nav wê şikefta seyr de, di beşa herî kûr de, çavê Camasip bi “Şahmaran” dikeve. Ew afirîdeyeke efsanewî û bêhempa ye ku serê wê mîna jineke xwedawend, xwedî rûyekî bedew û tije ronahî ye, lê beşa laşê wê yê jêrîn wekî marekî zêrîn û didirêşe. Şahmaran ku wekî şahê maran tê naskirin, bi dilovanî pêşwaziya Camasip dike. Camasip jî li şûna tirs û fikaran, demeke dirêj li wir dimîne. Di vê demê de Şahmaran zanyarî û sirên (razên) xwe yên zanistî vediguhezîne Camasip; ji sirên giyayên dermanî û çareserkirina nexweşiyan bigire, heta zanyariyên girêdayî jiyan, derûnî û gerdûnê. Bi vî rengî di navbera Camasip û Şahmaran de têkiliyeke kûr a evîn, bawerî û têgihîştinê ava dibe.

Fêlbaziya wezîr, sonda Camasip û çarenûsa Şahmaran

Piştî derbasbûna gelek salan, Camasip bêriya malbat, jiyana ser rûyê erdê û cîhana mirovan dike. Ji ber vê yekê daxwazê ji Şahmaran dike ku rê bide ew vegere. Şahmaran bi dilgiranî daxwaza wî qebûl dike; ji ber ku dizane vegera Camasip dê bibe sedema karesat û ji navçûna wê bi xwe. Lê belê Şahmaran şertekî giring û tund datîne pêşiya Camasip û jê re dibêje: “Tu carî cihê vê şikeftê û sira min ji kesî re aşkera neke. Her wiha neçe hemamê (serşokê), ji ber ku ava germ dê sira te aşkera bike.”

Camasip sond dixwe ku dê girêdayî vê peymanê bibe. Paşê şikeftê bi cih dihêle, vedigere ser rûyê erdê û dest bi jiyaneke asayî û aram dike, lê sira Şahmaran di kûrahiya dilê xwe de diparêze. Sal bi ser vegera Camasip re derbas didin, heta ku rojekê padîşahê bajêr tûşî nexweşiyeke giran û xerîb dibe. Tu hekîm û bijîşk nikarin çareseriyekê jê re bibînin. Di wê demê de wezîrê padîşah radigihîne ku tenê dermanê vê nexweşiyê, xwarina goştê Şahmaran e.

Wezîr dizane ku her kesê demekê li gel Şahmaran jiyabe, gava bikeve nav ava germ, nîşaneke spî mîna çermê mar li ser laşê wî derdikeve û rengê wî diguhere. Ji ber vê yekê fêlbaziyekê dike û fermanê dide ku hemû zilamên bajêr bixin nav hewzên avê, da ku wî kesê sira Şahmaran dizane aşkera bikin. Gava dor tê ser Camasip û dikeve nav avê, nîşana li ser çermê wî dertê û sira wî aşkera dibe. Paşê wezîr wî desteser dike û di bin îşkenceyê de neçar dike ku cihê şikefta Şahmaran nîşan bide.

Destpêka efsaneyeke herdemî

Gava leşker diçin û Şahmaran tînin pêşberî padîşah, Şahmaran tu lomeyan li Camasip nake; ji ber ku berê her tişt dizanî û ji çarenûsa xwe agahdar bû. Şahmaran bi zanyarî rûyê xwe dike li padîşah û wezîr û dibêje: “Her kesê serê min bixwe, dê bimre ji ber ku jehreke kûr tê de ye. Her kesê goştê nîvê laşê min bixwe, dê ji hemû nexweşiyan çak bibe. Her kesê boçika (dûvê) min bixwe jî, dê bigihîje hemû zanyarî û sirên gerdûnê.”

Wezîrê ku tenê li pey bidestxistina zanyariyê û gihîştina bi asta zanayê herî mezin ê cîhanê bû, boçika Şahmaran dixwe, lê belê ji ber xwarina vê beşa bi jehr jiyana xwe ji dest dide. Padîşah bi xwarina beşa nîvê laşê Şahmaran bi temamî ji nexweşiya xwe xilas dibe. Camasip jî bi xwarina beşa serî, dibe yek ji zanatirîn hekîmên serdemê xwe û zanist û zanyariyên Şahmaran wekî mîrat werdigire.

Marên cîhanê li benda tolhildana mirina Şahmaran in

Di vegotinên devkî de, yek ji beşên herî bibandor û watedar ên çîroka Şahmaran ev baweriya kevnar e ku dibêje: Mar hîn jî nizanin ku Şahmaran miriye û hîna jî li benda vegera şahbanûya xwe ne. Ev dawiya efsaneyê, çîrokeke hêsan vediguherîne sembola hêvî, wefadarî û sirên binê erdê. Li gorî vê baweriya kevnar û resen, ji ber ku mirina Şahmaran bi fêlbazî û xiyanetê di kûrahiya qesr û bajarê padîşah de rû da û laşê wê hat parçekirin, marên binê erdê hîna jî li benda vegera şahbanûya xwe ne.

Tê gotin, ger rojekê rastiya mirina Şahmaran ji bo cîhana maran aşkera bibe û bizanibin ka çawa bi xiyanetê hatiye qetilkirin, wê demê hêrseke mezin û karesatek dê rabe. Hemû marên çiya û şikeftan dê bibin yek, ji kûrahiya erdê serhildanê bikin û toleke gelek giran ji mirovahiyê hildin. Bi vî şêwazî, efsaneya Şahmaran ne tenê çîroka mirina şahbanûyeke efsanewî ye, belkî hilgira baweriyekê ye ku dibêje: Xiyanet û çavbirçîtiya mezin dikarin bibin sedema karesatên mezin.

Şahmaran li ser bingeha ol û rêûresman

Şahmaran ne tenê kesayetiyeke efsanewî û xeyalî ye, belkî koka wê di nava bawerî û çanda kevnar a Kurdî de ye. Di nexşê konên reş de wekî sembolek pîroz tê dîtin û di baweriya Yarsan de jî Şahmaran di kelaman de bi rêz û mezinahî tê dîtin û behsa wê tê kirin.

Her wiha li hinek navçeyên Kirmaşan û Îlamê çanda “Kolaneya Şahmaran” hîna zindî ye. Di vê çandê de jin ji bo parastina mal û zeviyên xwe ji gezbûna maran û belavbûna mêşûmoran, xwarinê çêdikin û di navbera cîranan de belav dikin. Ev çand ne tenê kiryarekî civakî ye, belkî nîşaneya peymaneke kevnar a aşitî û hevsengiya di navbera mirov û xwezayê de ye. Şahmaran di çanda Kurdî de ne tenê di çîrok û efsaneyan de maye, belkî di sembolên pîroz, baweriyên olî û çandên civakî de jiyaneke wê ya berdewam heye.

Mîrasa zindî; Ji dîwarê xaniyan heta avahiyên nûjen

Heta roja me ya îro, li Bakurê Kurdistanê (wekî Mêrdînê) û navçeyên din ên Kurdistanê, wêneya Şahmaran wekî xezîneyeke neteweyî li ser parçeyên qumaş, guldozî, şûşe û dîwarên odeyan ji bo parastin û bextewariyê tê daleqandin. Şahmaran di pişt hemû lêkolînên akademîk û hunerî de, wekî xwedawendeke resen a zanyarî, şehrezayî, nîşaneya bexşîn û berxwedana dîroka gelê Kurd di fikra nifşan de zindî dimîne.

BERFÎN NÛSRET/ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.