Amûra zirneyê

Nûçeyên Çand/Huner —

În 13 Mijdar 2026 - 17:15

  • Ev amûr  li navçeyên Kurdistanê bi navên Surna, Zurna û Zirna tê nasîn. Ji malbataamûra darî ya bayiya pîtikê ye. Li Kurdistanê bi sê şêwazan tê çêkirin.

 

Amûra zirneyê  li navçeyên Erdelan, Kirmaşan, Loristan, Îlam, Hemedan, Baban û beşek jiGermiyanê (beşa Kelhûr û Lek) bi giştî li navend û başûrê Zagrosê tê çêkirin.

Hemû Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Mukriyan, Tirgewer û Mirgewer, Soma û Biradost, Serhed ji beşa Rojhilatê, Badînan, Soran, Hewlêr heta Kerkûkê tê çêkirin.

Navçeya kurdên êzidî li Ermenistan û kurdên Xorasana Bakur.

*Kurtî û dirêjahiya amûrê li her navçeyekê digel navçeyeke din a kurdewarî cuda ye.

*Li serweyê Kurdistanê (navçeya kurdên êzidî li bakurê Ermenistanê) qebareya zirneyê pêkanavçeyên din piçûk û kurt e û xwediyê dengê nazik û tûj e. Heta ku em ber bi başûrê ve herin, qebareya amûrê dirêjtir û dengê wê gurtir dibe û paşê li navçeyên Loristanê di nav lorênBextiyarî de amûr di warê qebarê de dirêj û mezintir dibe û ji amûrek din a bi navê Kerna, Kerena yan Kerenaye sûd werdigirin.

Amûra zirnayê ji wan beşan pêk hatiye ku wiha ne:

Pîtik, hesin (mîl), devbest, berbend û nîreûmêwe.

Pîtik

*Ji qamîş tê çêkirin

*Qamîşa pîtika zirnayê qermiçî û nerm e û bi navê pûke yan pûçek tê naskirin.

*Bi fûtêkirin di pîtikê de deng tê çêkirin.

Hesin (mîl)

*Ji kana zerd (birinc) û alyaj û istîlê tê çêkirin.

*Dirêjahiya mîla zirneyê ji 4 heta 8 santîmetran pêka navçeyan cuda ye.

*Pîtik li ser mîlê tê girêdan û dengê pîtikê ji rêya mîlê  ve diçe nav duşaxeya zirneyê.

*Aliyê jêrîn a mîlê bi bendikê tê pêçan û diçe nav serê duşaxeyê (nêre û mêwe).

Devbest

Ji du parçe darên piçûk tê çêkirin û bi hev re têne çespandin.

Devbest ji amûrên naye û zirne bi mebesta agehdarî û rêkkirina devê pîtikê sûd jê tê wergirtin.

Berbend

*Çend navên din jî hene ku pêk hatine ji:

Berdevî, Sedef, Dev Sedef, Demamik û Mask.

*Di dema lamwerimî û fûtêkirina dev de lêvên jeniyar xir dikin û giraniya dev û lêv dikeveser berbenda amûrê.

*Berbend li cihên germayî bi sedema pêşîgirtina xwêdana dev û lêvên jeniyar ji pîst û qaqilênargîlê tê çêkirin. Di navçeyên din de ji dar tê çêkirin.

*Bi awayekî pîşeyî di vê serdemê de ji lek û kanan tê çêkirin.

*Naverasta berbendê bi şiklê bazin yan stêrk tê kunkirin û pîtik û mîle dixine di nav de û li ser qiraxa naverasta mîlê tê cihgirkirin.

Duşaxe (nêre û mêwe)

*Ji darekê bilî dara zirneyê tê çêkirin. Helbet duşaxeya dara qeysî li ser zirneya darqeysîpirsgirêka dengî nabe.

*Di zareveyên Kurdistanê de nêre û mêw bi navên “Hepelûl, Nêr û Ma, Duşaxe, Beç û Ger” têne nasîn.

*Duşaxe heta kunên sêyem yên amûrê digirin û dengê dişîne nav zirneyê.

*Deng ji pîtikê re bo nav mîlê û ji vir jî bo duşaxeyê û paşê bo nav amûrê tê.

Ciyawaziya geviya amûra zirneyê

*Du şêwaz ji çêkirina geviya zirneyê. HAWAR HEWRAMAN/KURDŞOP

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.