Encamnameya PENa Kurd ji bo wêje û aştiyê

Nûçeyên Çand/Huner —

Çarşem 11 Mijdar 2026 - 17:45

  • PEN a Kurd encamnameya Konferansa xwe ya 6 û 7 Mijdarê a bi sernavê “Wêje û Aştî– Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê” li Amedê li dar xistiye, eşkere kir.

PENa Kurd di 6-7ê Mijdarê li Amedê konferansek li dar xist. Konferansa du rojan dom kiriyeli Eywana Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sernavê Wêje û Aştî– Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî Û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê hat lidarxistin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedar tev likonferansê bûn.

Encamnameya Konferansa PENa Kurd wiha ye:

Di 06 û 07ê Mijdara 2026an de Konferansa Navneteweyî ya “Wêje û Aştî – Di PêvajoyênLihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî Û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê” liAmedê – li navenda çandî ya erdnîgariyeke kevnar û xwedî berxwedaneke dîrokî – hat lidarxistin. Ev konferansa li ser asta bilind ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hat birêxistin û biamadebûna fermî ya desteyeke payebilind a PENa Navneteweyî (PEN International) – biserokatiya Serokê Giştî Burhan Sönmez, ligel cîgirên serokatiyê yên navneteweyî, serokênkomîteyên dayimî, nivîskarên navdar, akademîsyen û pêşengên civaka sivîl – hat lidarxistin.

Beşdarên Konferansê bi awayekî fermî û bi yekdengî radigihînin, ku aştiyeke rasteqîn, rewa û mayînde tu carî tenê bi bêçekkirinê, bêparhiştina sistêmatîk ji mafên bingehîn, an jî bibêdengkirina bi darê zorê nikare bê avakirin. Lihevhatineke bingehîn û aştiyeke rasteqîn tenêbi rêya diyalogeke ji dil û berdewam, danpêdan, hevpejirandin, rûmetgirtin û wekheviyekeseranser a bêbend û merc pêk tê.

Biryar û Hîmên Sereke:

1. Pêşxistin û Mayîndekirina Aştiyê:

Banga ji bo aştiyê û avêtina gavan di vê rêyê de, gaveke pir erênî û pêwîst e. Lê belê ji bo kuaştî li ser bingehên xurt û mayînde were avakirin, divê mafên çandî û zimanî werin pejirandinû hawîreke azadîxwaz were geşkirin. Divê aştî ne tenê bi wê yekê be, ku va ye çek hatinedanîn. Bêhtir ji wê divê aştî di heman demê de wekheviya civakî û naskirina mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û mirovî yên her kesî hembêz bike.

2. Hevsengiya Destûrî ya li ser Asta Çavan li hemberî Bişaftinê (Asîmîlasyonê):

Pêkvejiyana di bin banê heman dewlet û heman destûrê de divê li ser bingeha maf û derfetênwekhev û diyalogeke azad be. Ji ber vê yekê, Konferans banga van daxwazan dike:

* Danpêdana destûrî û dabînkirina derfetên pêşxistina nasname, ziman û çanda gelê Kurd.
* Avakirin û pejirandina garantiyên hiqûqî, yên ku perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranînafermî ya zimanê Kurdî misoger dikin.

3. Wekheviya Rûmeta Hemwelatîbûnê:

Jiyana di nav civakeke wekhev û hemanhengî de tê wê wateyê, ku tu kes neçar nemîne, dev jimafên xwe yên çandî yan ji nasnameya xwe berde û tu kes bi darê zorê di nav nasnameyekedin de neyê bişaftin (asîmîlekirin). Ji bo aştiyeke mayînde û rewa, mercekî giring e, kubihevbawerkirina her du aliyan û wekheviya erk û mafan di nava civakeke xwedî serweriyadadmendî de bi xurtî di Destûra Bingehîn de werin bicîkirin û pêkanîna wan weregarantîkirin.

4. Azadiya Derbirînê û Rêzgirtina li Kursiyê Vala:

Kursiyê Vala, yê ku li pêş di vê salonê de hatiye danîn, bîranîneke bi êş a li hemberî êrîşênberdewam ên li dijî azadiya raman û azadiya mirovan e.

PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd bi tundî daxwaza azadkirina bilez û bêşert û benda hemû nivîskar, rojnamevan û girtiyên siyasî dikin. Heta ku ramanwerên rexnegir û nivîskarli pişt deriyên hesinî bin, tu destpêşxeriya aştiyê nikare baweriyeke exlaqî an demokratîk bidest bixe.

5. Peyama Exlaqî ya Wêjeyê:

Li wî cihî ku siyaseta şaş bi hesabên taktîkî û dînamîkên desthilatdariyê re bêkêr dibe, wêjerasterast xwe berdide nava dil û ûjdanê mirovahiyê. Ew dibe dengê wan kesên ku bêdeng in, an dengê wan hatiye birîn.

Wek nivîskar û nûnerên PENê, em bi xurtî bawer dikin, wêje û çand beşên bingehîn ênavakirina aştiyê ne. Em soz didin, ku em ê pênûsên xwe tu carî nexin xizmeta bihevçun, kîn û şovenîzmê lê belê em ê wan bi awayekî biryardar ji bo rastiyê, dadmendiyê û hevpejirandinagerdûnî ya mirovahiyê bi kar bînin.

Banga Dawî

Konferans – bi piştgiriya bihêz a hevgirtina giştî ya PENa Navneteweyî – bang li rayedarên û serkirdeyên siyasî yên dewleta Tirk dike, ku berê xwe bidine diyalogeke rêkûpêk, piralî û jidil, ya ku li ser bingeha wekheviyê û serweriya destûrî hatiye avakirin. Her wiha, em bang lihemû çalakvanên civaka sivîl dikin, ku bi wêrekî û nêrîneke kûr û dûrbîn beşdarî hemûhewldanên pêkanîna aştiyeke rasteqîn, destûrî û mayînde bibin.”

AW/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.