
- Nivîskar Îlhan Dayan têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kir ku zimanê dayikê nasname û rûmeta kes û civakê ye û wiha got:"Her civak bi zimanê xwe heye. Ziman ne tenê ji bo peywendiya civakê ye di heman demê de hiş û hestê civakê ye."
ROZA METÎNA / AMED
21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO’yê ve weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye naskirin. Di heman demê de ji bo parastina pirzimanî û pirçandiyê ev roj hat îlankirin. Lê belê tevî ev roj hatiye îlankirin jî gelek ziman ji ser rûyê cîhanê winda bûn gelek jê jî di bin xetereyê de ye. Negihaştine statuya xwe. Yek ji zimanê ku divê bigihêje statuya xwe û di bin xetereyê de ye, zimanê Kurdî ye. Zextên li ser zimanê Kurdî her diçe kûr dibe. Têkildarî 21’ê Sibatê, xeteraya li ser ziman û têkoşîna li dijî êrişên li ser zimanê Kurdî nivîskar Îlhan Dayan nirxandin kir.
Îlhan Dayan di destpêkê de bal bir ser girîngiya 21'ê Sibatê û wiha got: ”Wekî tê zanîn 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO’yê ve weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye naskirin. 17’ê Mijdara 1999’an de ev biryar hatiye girtin. Sebeba vê biryarê ev e ku di 1952’yan de ciwanên Bangladeşê ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî têkoşîn dimeşandin. Mixabin ev têkoşîn û xwesteka wan a rewa ji aliyê hêzên Pakistanê ve nehat qebûlkiirn û tundî li wan hat kirin. Pakistanên ciwan gulebaran kirin. Di encamê de 4 ciwanên Bangladeşî hatin qetilkirin. Ev bûyer ji bo neteweyekî girîngiya ziman dide xwuyakirin. Pêwist e tu ziman bi tundî û qedexeyan rû bir û nemînin. Lê mixabin hêzên serdest û yekperest li ser zimanên netewe û kêmnetewan tundiyeke bêwijdan û bêehlaq dimeşînin. UNESCO ji bo vê bûyerê bi bîr bîne û balê bikişîne ser zimanên di bin xeteriyê de ne 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê îlan kiriye. Ev biryar di heman demê de ji bo pirzimanî û pirçandî helwesteke baş û erênî ye. Lê mixabin tevî ku biryarek wisa heye jî hîna gelek ziman di xeteriya tunebûnê de ne. Zimanê dayikê nasname û rûmeta kes û civakê ye. Her civak bi zimanê xwe heye. Ziman ne tenê ji bo peywendiya civakê ye di heman demê de hiş û hestê civakê ye.”
Divê em Kurdî pêş bixin
Îlhan Dayan li ser rewşa zimanê Kurdî jî ev tişt got: ”Niha rewşa zimanê Kurdî bi taybetî li bakur û li diyasporayê di rewşeke xetereyê de ye. Gelek êrîşên cuda li ser zimanê me tê meşandin. Ji bilî vana em bi destê xwe jî avê ji aşê pişaftinê re dikişînin. Ji destpêka damezrandina komarê pişaftineke sistematîk li ser zimanê me heye. Li hemberî vê yekê jî berxwedana ziman jî her çêbûye. Êdî li malên me li taxên me li kolanên me deng û sewta Kurdî kêm bûye. Dayik û bav bi zarokên xwe re bi zimanê xwe naaxafin. Ev rewş rewşeke pir xeternak e. Ger ku tedbîr neyê standin piştî çend nifşên din dê ev zimanê me ye şîrîn ji dest biçe. Divê em vê rastiyê baş bibînin û fêm bikin. Li hemberî ziman li hemberî dîrok û çandê peywira me ya yekemin parastin û pêşxistina ziman e. Ev erk ji erkek sîyasî wêdetir erkeke wîjdanî û exlaqî ye. Ji bo ku em li hemberî zimanê xwe rûreşiyê nejîn, pêwîst e di her qada jiyanê de em kurdî pêş bixin.”
Ziman beden e bedena xwe biparêzin
Îlhan Dayan destnîşan kir ku êrişeke piralî li ser zimanê Kurdî heye û wiha pê de çû: ”Li hemberî vê êrîşê şêwazên xweparastinê pir in. Ji êrîşên derveyî wêdetir êrîşa herî xetere bêhelwestbûyina me ye. Em di rewşek wisa de dijîn ku xemsariya me êdî ketiye pêşiya êrîşên ji derve. Di vê rewşê de êdî pêwist nake ku êrişek ji derve were em xwe bi xwe bi pişaftinê derbas dikin. Ziman dike hawar û feryad. Lê mixabin li hemberî vê rewşê famkoriyeke pir xedar heye. Ev nêzîkatiyên me yên seranser ziman dieşîne, ziman birîndar bike. Berî her tiştî pêwist e em vê yekê bibînin. Zimanê dayikê giyana mirov û civakê ye. Lewre Rêbertî got:’ Ziman beden e bedena xwe biparêzin.’ Ji vê pênasekirinê wêdetir mirov dikare çi bêje? Tu bedena xwe tu hebûna xwe neparêzî tu yê çanda xwe dîroka xwe welatê xwe nasname û kerameta xwe çawa biparêzî? Tu zimanê xwe neparêzî tu têkoşîna çi dikî? Tu pêywirên xwe yên li hemberî ziman bi serkeftî pêk neyne tu yê çawa bibe ewladê dayika xwe. Ev rewşa otoasimilasyonê bi rastî jî ji bo kes û civaka me weke tramayekê ye. Divê ku demildest em xwe ji vê trawmayê rizgar bikin. Ji bilî vê yekê êrîşên pergalê li ser zimanê Kurdî bi hemû tundiya xwe berdewam dike. Miameleyeke derveyî nirxên mirovayetiyê li ser zimanê me heye. Tenê ji bo vê yekê be jî em bi her awayî li zimanê xwe xwedî derkevin.”
Perwerdeya bi zimanê dayikê divê
Îlhan Dayan li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê jî ev tişt anî ziman: ”Teqez divê ku perwerdeya zimanê kurdî bê misogerkirin. Ji bona zimanekî perwerde di pêşiya her tiştî de ye. Gelek pedagogan li ser vê mijarê gelek lêkolîn kirine. Di van lêkolînan de perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê parastina ziman di heman demê de, di têgihiştin û pêşketina zarokan de roleke erênî û sereke dilîze. Perwerde di parastina çand û nasname û nirxên hevpar ên civatê de risteke erênî di heman demê de bi xwe bawerî û civakîbûyînê pêş dixe.”
Kurdî li girtîgehan tê astengkirin
Îlhan Dayan da zanîn li girtîgehan zimanê Kurdî tê astengkirin lê belê têkoşînek li dijî astengiyê heye û wiha bi dawî kir: ”Di pergala heyî de girtîgeh, tenê ne cihên ku mirovên girtî ne. Di heman demê de ji bo pergalê weke labarotuwarekê ye. Gelek polîtîka di destpêkê de li girtîgehan û li ser girtiyan têne ceribandin û paşê gav bi gav li ser hemû civakê tên ferzkirin. Di girtîgehê de qedexekirina zimanê Kurdî jî bi heman hişmendiyê ve girêdayî ye. Sedema hebûna girtîgehê girtiyan ji nasname û ji nirxên wan dûrxistin e. Zimanê dayikê xwenaskirin bi çand, dîrok û hestên neteweyî re yekbûyîn e. Lewre dixwazin girtiyên siyasî ji vê yekê dûr bixin. Bi qedexekirina ziman bi nirx û derûniya girtiyan re dixwazin bilîzîn. Niha jî di gelek girtîgehan de kîtêb rojname û kovarên kurdî qedexe ne. Heta nameyên kurdî jî hê jî qedexe ne. Dixwazin Kurdî ji hemû jiyanê derxin. Lê li hemberî vê yekê di girtîgehan de têkoşînek bêhempa jî tê meşandin. Bi rastî gelek heval di girtîgehê de hê zêdetir li ser Kurdî perwerde dikin û dinivîsinin. Bi sedan berhemên bi Kurdî ji girtîgehan derdikevin. Xwedîderketina van berheman jî pêwist e divê weke perçeyekî têkoşîna zimanê dayikê bê dîtin. Di girtîgehê de ziman, çand û bîrdozî weke taxa azadiyê ye di wê taxê de jiyan etîk û estetîk e. Di wê taxê de jiyan hevpar û xweşik e. Di wê taxê de dîrok û hestên kurdewarî hene. Di wê taxê de hestê berxwedanê heye. Lewre qedexekirina ziman erîşa li vê taxê ye. Bi giştî jî ziman ji bo me cîhana azadiyê ye. Ziman azadiya nasnameyê ye. Ziman welatê me bi xwe ye. Lewre parastina ziman parastina welat û hebûna xwe ye.”












