Jîngeh û ekolojî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 19 Nîsan 2026 - 15:00

  • Dema em li cîhanê dinêrin hevsengiyeke bêhempa heye. Di nava vê hefsengiyê de mirov û gelek curêyên zindewarên dinê hene. Ev berhemeke dîrokî û bi milyonan salan e. Jîngeh û ekolojî jî perçeyekî girîng ê vê hevsengiyê ne.

Dema em li jîngeh û ekolojiyê dinêrin gelek pirs di serê mirovan de hîn zelal nebûne. Jixwe jîngeh bandorê li ser pêşketina hemû organîzmayên li ser rûyê erdê dike. Ji aliyê din ve, ekolojî jî şaxek zanistê ye û bi têkiliyên di navbera organîzmayên zindî û jîngeha wan a fîzîkî de mijûl dibe. Her du jî bi hev ve girêdayî ne û bi dewamî di nava têkiliyê de ne. Bi kurtasî, her guherînek di jîngehê de dikare bandorê li organîzmayên zindî bike.

Têkiliyeke bêhempa di navbera wan de heye. Ev têkilî gelek efsûnan jî di dilê xwe de vedihewîne. Têgeha jîngehê hemû hêmanên cîhana fîzîkî û biyolojîk û têkiliyên di navbera wan de digire nav xwe. Ji ber ku jiyana mirovan bi jîngehê ve girêdayî ye, ew di çerxa jiyana mirovan de roleke girîng dilîze. Jîngeh tevahiya şert û mercên giştî ye. Çerxa jiyaneke hevpar diparêze.

Ekolojî û jîngeh hevdu xwedî dikin. Ekolojî lêkolîna belavbûn, cihêrengî, pirbûn, têkilî û têkiliyên organîzmayan a bi jîngeha wan re ye. Ekolojî lêkolîna civat û ekosîstemên nebat û ajalan vedihewîne. Ekosîstemên cihêreng torên di navbera organîzmayên cuda de vedibêjin. Dîsîplîna ekolojiyê ji zanistên xwezayî di dawiya sedsala nozdehan de derketiye holê. Her wiha ekolojî zanista ku şert û mercên jîngehê lêkolîn dike ye.

Lê belê dema em li ser rûyê cîhanê dinêrin, şert û mercên jîngehê di demên dawî de bi lez xirab dibin û ji bo pêşeroja cîhanê pirsgirêkek pir cidî bi vêre çêdibe. Pirsgirêkên jîngehê yên wekî kêmbûna çavkaniyên xwezayî, germbûna gerdûnî, qirêjiya jîngehê û helandina qeşayan hîn jî gefên mezin li cîhanê dixwin. Destpêka hilweşîna ekolojîk gelek karesatên xwezayî jî tîne. Tsunamî, bahoz, tofan, lehî û gelek bûyerên din ên neyînî yên xwezayî li çaraliyê cîhanê dest pê kirine zêde bibin. Ev bûyer jî di eslê xwe de xemsariya mirovan derdixe holê. Ji ber ku mirov ekolojî û jîngehê naparêzin. Ekolojî vê rewşê lêkolîn dike û diyar dike ka divê çi tedbîr werin girtin. Divê pergala ekolojîk pir baş were parastin.

Ji xeynî geşedanên cîhanî dema em li xwezaya Kurdistanê dinêrin xwezayeke pir dewlemend e. Lê belê her tim bûye hedef. Her tim bi awayekî sîstematîk dar û daristanên kurdan hatine şewitandin. Darên wan ji aliyê cerdevanan ve hatine jêkirin û firotin. Hatiye xwestin xwezaya Kurdistanê xerab bibe. Jixwe ev bi xwe re koçberî û xizaniyê jî tîne. Em nikarin texrîbata jîngeh û ekolojiya Kurdistanê ji ya cîhanê cuda bihesibînin. Jiber ku hemû bi hev girêdayîne. Loma divê hemû cîhan ji bo texrîbkirina xwezayê Kurdistanê rabe ser piyan.

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.