Jibîrkirin çi wextê dest pê dike?

Nûçeyên Jiyan/Civak —

Sêşem 17 Mijdar 2026 - 17:00

  • Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê û pê de jibîrkirin dest pê dike, lê lêkolîneke herî dawî eşkere kir ku jibîrkirin di 30 saliyê de dest pê dike.

 

Di rapirsiyeke derbarê jibîrkirinê de, ji sedî 11'ê beşdaran bersiv dane ku ew rastî derdê jibîrbûnê hatine, her ji temenê 40 saliyê ve. Ji sedî 6'ê beşdaran jî bersiv dane ku di temenê 30 saliyê de kêşeya wan a jibîrkirinê hebûye.

Lêkolînê herwiha eşkere kir ku di ser temenê 50 saliyê de tirsa xelkê heye ku rastî jibîrkirinê bên û rastî şermezariyê bên ji ber jibîrkirin tiştekî girîng e. 

Ji wan tiştên ku zêde tên jibîrkirin, lixwenekirina goreyan e piştî derketina ji malê, yan jibîrkirina peyveke naskirî ye, yan carnan gava kesek li cihekî xwe dide naskirin, piştî demekê ji nû ve navê xwe bi bîra amadebûyan tîne.

Bûyerên jibîrçûnê gellek caran xwediyên xwe şermezar dikin û di wan de tiştên giring ji bîr dikin. Li gor lêkolînê ji sedî 92'yê xelkê di ser temenê 50 saliyê de hewl didin bîrweriya xwe çalak bihêlin.

Jonathan Hancock ku mamosteyê perwerdeya jibîrnekirinê ye, dibêje:  “Bîrewerî tişteke ku tu dikî, ne tişteke ku milkê te be, mejî pêk hatiye ji şane û masûlkeyan, diguhere bi wî awayê ku mirov xwe hîn dike yan kar pê dike.

Herkes dikare mejiyê xwe perwerde bike û dikare encama wê jî bibîne ku çiqasî baş dibe.” Baştirîn hokarên ku mejî çalak dikin pêk tên ji şîrovekirina peyvên ji hevdu veqetandî, hevkarîkirina zarokan di şîrovekirina dersên wan de ku li dibistanê distînin. Herwiha pêkanîna heftane ya saet û nîvekê ya spora mej

ÇANDNAME / MIHEMMED ÇAVKESK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.