
Sine û Kirmanşan du parêzgehên ku ziyanên mezin ber avahiyên dîrokî yên ji ber şerê DYA-Îsraîl û Îranê rû dayî, derketiye.
Ji ber şerê giran ê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê dîsa bomberdûmana dijwar a hêzên Îranê ziyaneke pir mezin ber avahiyên dîrokî yên li Rojhilatê Kurdistanê ketiye.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên cuda cuda ya li Rojhilatê Kurdistanê di dema şerê 40 rojî de li Parêzgeha Kirmanşan 5 avahiyên dîrokî û li Sine jî 13 avahiyên dîrokî ziyan berketine.
Heta niha yek ji van avahiyan nehatiye nûjenkirin û çarenûsa wan nediyare. Li aliyê din fikar hene ku zêdetir ziyan ber bikevin.
Ziyanên şer te tenê di warê cihwarên dîrokî bûye, heman demê bûye sedema tinebûn û jinavçûna çand û mîrasê dîrokî. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Ezmûna hilberandina fîlman nîqaş kirin
Sîne Jin li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê civîn li dar xist. Xebatkarên Sîne Jin, lîstikvan, hilberîner, mêvan û gelek xwendekarên Fakulteya Çand û Hunerê tev li civînê bûn.
Di civînê de 3 fîlm (Xelkê li Banî, Li vir li Şamê, Makîneya El Ezbai) hatin pêşkêşkirin. Piştî wê sînemager Saşa Eyûb axivî.
Saşa Eyûb destpêka tecrubeya ‘Stories Film Lab’ û mekanîzmayên hilberandina fîlman pêşkêş kir. Saşa Eyûb anî ziman ku vê tecrubeyê di destpêke de zehmetî dîtiye, bi taybet di aliyê darayî û aborî ve zehmetî dîtiye û ev pirsgirêk li ber projeyên sînemayî û berdewamkirina wê dibe asteng.
`Stories Film Lab` bernameyeke sînemayî ye, li Sûriyeyê destekê dide sînemayê, perspektîfê dide û perwerde dike. Saşa Eyûb jî rêvebera bernameyê ye.
Piştî ku Saşa Eyûb axaftina xwe bi dawî kir, beşdarên civînê jî nêrînên xwe li ser rewşa sînemayê anîn ziman.
ANHA







