Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Nûçeyên Jiyan/Civak —

Çarşem 11 Mijdar 2026 - 15:00

  • Piştî ku gerîla Zinar şehîd dikeve gundiyên heremê navê kaniyê dikin ‘Kaniya Şehîd Zinar’. Ji bo ku ked û fedekariya gerîla Zinar tu carî neyê jibîrkirin navê wî li kaniyê tê kirin. Wek ava vê kaniyê Zinar jî diherike dilê hemû rêheval û dostên xwe.

 

Çiyayên Kurdistanê bi dewlemendiya xwe ve di Rojhilata Navîn de xwedî bedewiyek bêdawî ye. Her çiyayekî Kurdîstanê bi tena serê xwe xwedî efsaneyekê ye. Her çiqas bên bilêvkirin jî mirov jê têr nabe. Mirov dizane ku xweşikiyên li ser rûyê erdê di bilindahiyan de veşartiye. Di milekî de şikeftên xwezayî, di milekî de zinarên bilind û tûj ku rê nadin û heta dawiyê asê ne, di milê din de jî kaniyên kû mirov ji vexwarina ava wan têr nabe.

Av heta cihê ku lê diherike li derdora xwe jiyanê ava dike, şînkahiyê geş dike yanî ji bo zindiyan dibe sitargeh. Em dikarin bibêjin ku têgîna jiyan bi avê re ava dibe. Ji bo rêwiyan jî dibe qurtek ava cemidî ku henaseya wan hênik dike.

Kaniya gerîla Zinar yek ji wan kaniyan e ku li derdora xwe jiyanek hevpar ava kiriye, li derdora kaniyê hemû cure nebat şîn bûne, geş bûne û belavî hemû dolê bûne. Ev dol jî ji bo rêwiyan dibe cihê bêhnvedanê û kêliyên herî bi qîmet.

Ev kanî li Pirîzê di quntarên çiyayan de ye. Tevî hemû zor û zehmetiyên xwezayê û erîşên hewayî jî dev ji xwedîkirina ewladên xwe bernedaye, hêj bi îhtîşamek mezin diherike û mirov dibêje qey sond xwariye ku wê ewladên xwe her tim têr av bike.

Gundiyên li herêmê jî ji vê kaniyê avê werdigirin û pêdîviyên xwe pêk tînin. Kaniya Şehîd Zinar li qadê xwedî rolek mezin e. Ji bo vê jî herkes qedrê vê kaniyê digire. Dem bi dem tê paqijkirin û derdora wê tê çêkirin. Gelek kes di ber kaniyê de kedê didin û xwêdanê dirijînin.

Yek ji wan jî gerîla Zinar ê ciwan e ku bi baldariyek mezin kaniyê diparêze. Dema ku gundiyên herêmê kaniyê paqij dikin tim bi wan re dibe alîkar, di çêkirina dîwarê kaniyê de kedeke mezin dide. Ev dihêle ku di navbera gerîla Zinar û gundiyên heremê de dostaniyek mezin pêş bikeve.

Gerîla Zinar di nava lêgerinan de ye. Ji bo wî jiyana azad bi ked û têkoşînek hevpar ve gengaz e. Piştî ku gerîla Zinar şehîd dikeve gundiyên herêmê navê kaniyê dikin ‘Kaniya Şehîd Zinar’. Ji bo ku ked û fedekariya gerîla Zinar tu carî neyê jibîrkirin navê wî li kaniyê tê kirin. Wek ava vê kaniyê Zinar jî diherike dilê hemû rêheval û dostên xwe.

ZARÎN AMED/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.