Şengal û Êzîdî; Ji fermanan ber bi entegrasyonê ve (I)
Duşem 23 Mijdar 2026 - 18:00

- Di vê rêzedosyaya xwe de emê hewl bidin têkiliya Çiyayê Şengalê û Êzidiyan ya bi hêzên serdest ên herêmê re bibîrxin da ku karibin rewşa îroyîn jî baştir fam bikin. Beguman ya ku emê binirxînin ji têkiliyeke siyasî zêdetir sefer, ferman û talanên li ser Çiyayê Şengalê û Êzidiyan e.
Ji serdema Osmanî û Qraliyeta Iraqê bigire, heta rejîma Baasê, sîstema federal a piştî 2003’an û roja me ya îroyîn, rewşa Çiyayê Şengalê û Êzidiyan mîna girêkek kor a nehatî çareserkirin maye. Her çend serdem û desthilat hatibin guhertin jî, nêzîkatiya li hemberî Şengalê gelek caran bi tenê bi hesaban ewlehiyê, desthilatê an jî rêveberiya demkî ve hat sînordarkirin. Ji ber ev doz wekî pirsgirêkeke azadî, edalet, rûmet û vîna xwebirêvebirinê nehatiye xwendin, tu carî bi çareseriyeke siyasî û stratejîk a domdar re nehatiye tacîdarkirin.
Çiyayê Şengalê, ku di nava deşta fireh a Mezopotamyayê de wekî giraveke asê bilind dibe, cih û warê hebûna civaka Êzidî ye ku xetên şikestinê yên olî, etnîkî û siyasî yên Rojhilata Navîn lê digihin hev. Ji perspektîfa felsefeya siyasî û sosyolojiya dîrokî ve, împeratoriyên navendî û netew-dewletên nûjen ji ber xwezaya xwe li ser rastiyeke navendî, yekdest û bacgir ava dibin. Li hemberî vê yekê, erdnîgariya çiya wekî stargeheke xwezayî kar dike ku nasnameyên dewlemend û baweriyên kevnar ên ku ji bin kontrola yekdest a desthilata merkezi direvin, tê de xwe diparêzin.
Di edebiyata devkî û hafizaya kolektîf de, Çiyayê Şengalê remza berxwedanê û parastina hebûna manewî ye. Hêzên serdest ên ku di dîrokê de xwestine herêmê bixin bin bandora xwe, Şengal wekî “keleheke serhişk a ku divê were bindestkirin” an jî wekî “xetek sînorî ya stratejîk” bi nav kirine. Ev erdnîgariya ku li ser xeta bazirganî û ewlehiyê ya di navbera Sûriye taybet Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û û Bexdayê de cih digire, ji bo civaka Êzîdî bûye keleha dawî ya hebûna fizîkî û çandî; lê ji bo hêzên herêmî bûye qefeseke jeopolîtîk ku divê her di bin kontrolê de be.
Di vê rêzedosyaya xwe de emê hewl bidin têkiliya Çiyayê Şengalê û Êzidiyan ya bi hêzên serdest ên herêmê re bibîrxin da ku karibin rewşa îroyîn jî baştir fam bikin. Beguman ya ku emê binirxînin ji têkiliyeke siyasî zêdetir sefer, ferman û talanên li ser Çiyayê Şengalê û Êzidiyan e.
Di serdema Împaratoriya Osmaniyan de çarenûsa Şengal û Êzidiyan
Piştî şerên Çaldêranê (1514) û Mercidabiqê (1516), dema Şengal ket bin desthilatdariya Osmaniyan, ji ber erdnîgarîya xwe ya dijwar, demeke dirêj wekî yekîneke îdarî ya xweser, ku bi parêzgehên Mûsil û Amedê ve girêdayî bû, hate rêvebirin. Di sedsalên 16. û 17.’an de, Şengal wekî herêmeke ku bacên wê bi rêya mîr û serokên eşîrên herêmî dihatin berhevkirin hatiye tomarkirin; lê di demên ku desthilata navendî qels bûye de, eşîrên Şengalê bi qanûnên xwe yên navxweyî tevgeriyane. Sefera ku Waliyê Amedê Melek Ahmed Paşa di sala 1640’an de li Şengalê pêk anî, yek ji mînakên pêşîn e ku nîşan dide împeratoriyê çawa xwestiye Çiyayê Şengalê bike bin serdestiya xwe û rêyên bazirganiyê ewle bike.
Bi ragihandina Fermana Tanzîmatê ya 1839’an û Islahatê ya 1856’an re, Împeratoriya Osmanî ji bo ku xweseriyên herêmî ji holê rake û artêşeke nûjen (Nizam-ı Cedid / Asakir-i Mansure) ava bike, dest bi tevgerên leşkerî yên dijwar kir. Di sala 1837’an de sefera Hafiz Mehmed Paşa ku wê demê Waliyê Sêwas û Amedê bû û di sala 1892’an de sefera Ferîk Omer Vehbi Paşa ku bi taybetî ji aliyê Siltan Ebdulhemîdê 2’emîn ve ji bo “îslahkirin û îslamkirina” herêmên Mûsil, Şêxan û Şengalê hatibû şandin, encamên giran derxistin holê. Zêdetirî 30 gundên Êzîdiyan hatin şewitandin, bi sedan kes hatin kuştin, Perestgeha Pîroz a Laleşê hate talankirin û veguherandin medreseyê û gelek pêşengên olî bi zorê li ber deriyê walîtiya Mûsilê kirin misilman.
1872, leşkeriya bi darê zorê ya li ser Êzidiyan
Dema ku di çarçoveya reformên vilayetê yên Mîhat Paşa de Qanûna Leşkeriya Mecbûrî li ser Êzîdiyan hate ferzkirin, pêşengên olî û eşîrên Êzîdî di bin serokatiya Mîr Huseyîn Beg û Şêx Nasir de, di sala 1872’an de daxwaznameyeke dîrokî ya 14 xalî pêşkêşî Babiali kirin. Yek ji wan bendan dibêje;
“Li gorî baweriya Êzîdî, her kesekî Êzîdî divê salê carekê (di Cejna Camayê de) serdana Laleşê bike û ji destê Şêx an Pîrê xwe ava kaniyê (Kaniya Spî) vexwe; leşkeriya dûrî welat vê ferza olî asteng dike. Em daxwaz dikin ku wekî Xiristiyan û Cihûyan, mafê dayîna baca pere li şûna leşkeriyê, ji bo Êzîdiyan jî bê dayîn.”
LêMeclisa Vukela û Şeyhulîslam a li Stenbolê, bi hinceta ku Êzidî ne xwediyê kitêbeke semawî ne ev daxwaz red kir û biryar da ku Êzidî bi darê zorê leşkeriyê bikin. Ev redkirin bû sedema serhildanên nû û koçberiya ber bi Qafqasyayê (Ermenistan û Gurcistanê) ve.
Qanûna Leşkeriya Mecbûrî û Serhildana Dawûdê Dawûd (1934–1935)
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û hilweşîna Împeratoriya Osmanî, çarenûsa wilayeta Mûsil û Şengal dibe mijara nakokiyeke navneteweyî di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de. Bi biryara Komîsyona Mûsilê ya Civaka Neteweyan (League of Nations) di 16’ê Kanûna 1925’an de, Şengal bi Qraliyeta Iraqê ya di bin desthilata Brîtanyayê ve hate girêdan. Her çend komisyonê mîsogerî dabû ku mafên çandî û îdarî yên Êzîdî, Xiristiyan û Kurdan bên parastin jî, piştî ku Iraq di sala 1932’an de serxwebûna xwe ya fermî wergirt, ev soz hatin jibîrkirin.
Hikûmeta Bexdayê ya di bin serokatiya Serokwezîr Yasin el-Haşimi û Wezîrê Parastinê Cafer el-Askerî de, di sala 1934’an de “Qanûna Parastina Neteweyî” (Leşkeriya Mecbûrî) derxist. Eşîrên Şengalê di bin pêşengiya serokê eşîra Mihirkan Dawûdê Dawûd de, bi bîranîna zilma serdema Osmaniyan, li dijî vê biryarê serî hildan. Êzîdiyan daxwaz kir ku yekîneyên leşkerî yên taybet ên ji Êzîdiyan pêk tên li Şengalê bên avakirin da ku axa xwe biparêzin û neçin herêmên dûr.
Bi balefirên Brîtanyeyê bombebarana li Çiyayê Şengalê
Hikûmeta Bexdayê di Çiriya Pêşîn a 1935’an de li Şengalê rewşa awarte ragihand û hêzeke zêde ya artêşê di bin fermandariya General Bekir Sidqî de şand ser herêmê. Di operasyona bejahî ya artêşa Iraqê ku bi topên giran, piştgiriya keşf û bombebarana Hêzên Hewayî yên Qraliyeta Brîtanyayê hate meşandin de 11 gundên li quntarên Çiyayê Şengalê bi giştî hatin şewitandin û wêrankirin, zêdetirî 200 welatî di şer û bombebaranan de hatin kuştin.
Dadgeha Leşkerî ya Awarte li Mûsilê hate damezrandin û 9 serokên eşîran û pêşengên serhildanê li ber çavê gel hatin darvekirin û cezayê zindana heta hetayê li dehan kes hatin birîn. Dawûdê Dawûd bi birîndarî xwe gihand Sûriyê ku wê demê di bin mandaya Fransayê de bû.
Ji Împeratoriya Osmanî bigire heta Qraliyeta Iraqê, ji rejîma Baasê bigire heta sîstema federal a piştî 2003’an û heta roja îroyîn. Her çend carinan bi awayên leşkerî û carinan jî bi peymanên kaxezî û entegrasyonên sînorkirî hatiye sererastkirin jî, lê ji ber ev pirsgirêk wekî pirsgirêkeke azadî, edalet, rûmet û vîna xwebirêvebirinê nehatiye xwendin, tu carî bi çareseriyeke siyasî û stratejîk a domdar re nehatiye tacîdarkirin.
NEWROZ DEMHAT/ROJNEWS















