Êzidî ol û çanda xwe diparêzin

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 31 Gulan 2026 - 17:00

  • Koordinasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi dirûşmeya “Em ol û çanda xwe biparêzin“ 2. Çalakiya Çand û Hunerê ya Êzîdîyan li dar xist. Çalakî li bajarê Lohne yê Elmanyayê pêk hat.

 

ARAT ARARAT/LOHNE

Koordinasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi dirûşmeya “Em ol û çanda xwe biparêzin“ 2. Çalakiya Çand û Hunerê ya Êzîdîyan li dar xist. Cihê dîrokî ya Şatoya Ulenburgê ku li bajarê Lohneyê yê Almanyayê ye, bû cihê vê çalakiya çandî û ji gelek bajarên Almanyayê bi sedan Êzîdî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.

Standên çandî yên ku li qadê hatibûn vegirtin, saziyên alîkariyê yên Êzîdîyan, konê reş ê Emele û kilamên ku di bin kon de dihatin gotin, standên ku kincên herêmî tê de dihatin pêşandan, standa ku hêmanên çanda Êzîdîyan tê de bûn û konê piştgiriya bi Amed Sporê re bûn navenda balê. Di çalakiyê de ku jinên Êzîdî bi kincên xwe yên neteweyî beşdar bûn, gelek nûnerên saziyên Alman jî amade bûn.

Çalakiya ku piştî rêzgirtinê, bi xwendina Qewl a ji aliyê Şêx Hisên ve di saet 13:00an de dest pê kir, li ser navê komîteya amadekar pêşî Keleş Koyun axivî. Koyun, mêvan silav kirin û got: “Em spasiya her kesê ku keda wan di amadekirina vê çalakiyê de heye dikin. Divê em ji bo bicîhanîna berpirsyariya parastina çand, ol û dîroka civaka Êzîdî ya ku di dîasporayê de dijî û her wiha ji bo veguhestina wê ji nifşên nû re, çi ji destê me tê bikin.“

Divê jenosîda li dijî Êzidîyan were dîtin

Piştre li qadê, Parlamenterê berê yê Parlamentoya Ewropayê yê CDU Elmar Brok, Nûnerê CDU yê Löhneyê Prof. Dr. Maik Büssing, Nûnerê SPD yê Löhneyê Egon Schewe, Şaredarê SPD yê Löhneyê Christian Antl, Nûnerê Landrat ê Herfordê Sieghart Kröger, Parlamenterê Herêmê yê Partiya Kesk Benjamin Rauer, Parlamenterê Herêmê yê SPD’ê Christian Obrock, Nûnerê Partiya Çep (Die Linke) ê Löhneyê Ulrich Adler, Parlamentera Federal û Berdevka Siyasetên Jinan a Koma Partiya Çep Kathi Gebel, Nûnerê Kongreya Meclîsa Neteweyî ya Bednarin Gebru Altun her yekî axaftinek kirin. Di axaftinan de peyamên piştgiriyê bi civaka Êzîdî re hatin dayîn û bang hat kirin ku piştgirî were mezinkirin û jenosîda li dijî Êzîdîyan hatî kirin were naskirin.

Di heman demê de Meclîsa Şengalê û FEDA’yê jî peyam şandin çalakiyê. Piştî axaftina her axivêrekî, wekî sembola aştiyê kofiyên (temezî) spî diyarî wan hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser pirsgirêkên ku civaka Êzîdî tê de derbas dibe û hat destnîşankirin ku divê piştgirî were dabînkirin. Di heman demê de bal hat kişandin ser girîngiya parastina çand, ol û dîroka civaka Êzîdî ya li dîasporayê.

‘Êzîdî reng didin bajarê me’

Serokê Şaredarê Löhneyê Christian Antl di axaftina xwe ya li qadê de diyar kir ku ev çalakiya çandî çandan bi hev dide naskirin û wiha got: „Têgihîştina dualî xurt dibe. Bajêr me Löhne pirrengî û pirzimanîtiyê hez dike. Ev çalakiya ku civaka Êzîdî li dar xistiye ji bo me pir bi nirx e. Êzîdî reng didin bajarê me.”

Bi muzîkê re govend gerandin

Di beşa muzîkê ya çalakiyê de hunermend Cewad Mervanî, Narînxan, Yasir Qîranî, George Safar, Diyar Gerîlla û Koma Viyan derketin ser dikê. Di dema ku bi melodiyên hunermendan govend dihatin gêrandin de, dîtina zarokên ku di qadên lîstikê yên ji bo wan hatibûn amadekirin de wextên xweş derbas dikirin jî hêjayî dîtinê bû.

‘Oleke xweşik e divê mirov wê biparêze’

Em li ber deriyê qada mîhrîcanê bi mêvanê ciwan Sven Saalfeld ê 20 salî re rûbirû dibin, fêr dibin ku ew cara yekem e ji bo çalakiyeke wiha ji Bielefeldê hatiye û em pê re sohbet dikin. Di nav derdora hevalên xwe de jê re digotin “Cûdî“. Sven ê ku behsa eleqeya xwe ya mezin a 12 salan a li hemberî Kurd û civaka Êzîdî, fêrbûna wî ya zimanê kurdî û geşta wî ya heta Kurdistanê dike, hestên xwe wiha tîne ziman: “Bi pêşniyara hevalekî xwe ez cara yekem hatim vê şahiyê. Atmosfera şahiyê pir ji dil e. Her kes pir baş e. Pir rind hatiye organîzekirin. Ez 12 sal in Êzîdî û ola wan nas dikim. Olekî kevnar ê bi hezar sedsalan e. Olekî pir xweş e. Divê mirov biparêze. Ez ji Kurdan pir hez dikim. Ez heta Kurdistanê jî çûm. Pir mêvanperwer in. Bi saya malbata hevalê xwe yê nêzîk û derdora xwe ya kurd, min hinekî Kurdî jî fêm kir û hîn bûm.“

‘Pêdiviya Êzidîyan bi piştgiriyê heye’

Mêvanê din ê Alman ê şahiyê, nûnerê Partiya Çep Ulrich Adler jî anî ziman ku pêkanîna çalakiyeke wiha ya Êzîdîyan li Löhneyê pir xweş e û got: “Rêvebiriya bajarê Löhneyê dixebite da ku piştgirî bide saziyên Êzîdîyan ên ku di hundirê Şatoya Ulenburgê de çalakiyan dimeşînin. Hewcedariya Êzîdîyan bi piştgiriyê heye.”

‘Konê reş ez birim zozanan’

Dayîka Eyşê ya ku bi kincên xwe yên herêma Wêranşarê li qadê balê dikişîne û 35 sal in li Almanyayê dijî, dibêje ku ew ji bajarê Bad Fallingbostelê beşdar bûye. Em jê daxwaz dikin ku hestên xwe bi me re parve bike. Dayîka Eyşê hestên xwe wiha derdibire; “Atmosfereke pir xweş e. Cara duyemîne ez têm. Serê sibê zû ez û malbata xwe ketin rê û em hatin. Divê her kes bi zarokên xwe re bê vir û vê çandê bibînin. Nexwe di pêşerojê de xeterî li benda me ye. Divê em xwedî lê derkevin. Konê reş ez birim zozanan, (kincên herêmî nîşan dide) ev der ez birim welat.“

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.