
- Enstîtuya Zanistên Êzidiyan ku ev du sal in hatiye damezirandin ji bo çanda Êzidiyan baştir were nasîn û xuyakirin her tim di nav hewldanekê de ye. Ev enstîtu her wiha dixwaze perestgehan jî veke û baweriya Êzdayetiyê biparêze.
ARAT ARARAT/LOHNE
Ji ber ku cihên pîroz ên civaka Êzîdî wek Şengalê her dem dibin armanca êrîşan û ji ber belavbûna li dîasporayê, fikarên li ser parastin, zindîhiştin û veguhastina vê baweriya pîroz ji bo nifşên pêşerojê zêde dibin. Li ser vê yekê, her saziyeke Êzîdî li gora xwe xebatan dimeşîne. Gelo ev têrê dike? Em nizanin, lê her xebat û her ked pir girîng e.
Bi vê armancê, em bi saziyeke ku beriya du salan hatiye avakirin û xebatan dimeşîne re bûn nas. Navê saziyê: “Enstîtuya Zanistên Êzîdîyan“ (Institut für Êzidische Wissenschaften e.V.). Di Festîvala Çanda Êzîdîyan de ku di 30'ê Gulanê de pêk hat, em bi Serokê Saziyê Aslan Kizilhan re rûbirû bûn û li ser standa ku vekiribûn, me sohbeteke kurt kir. Aslan Kizilhan ji sala 1973an vir ve li Almanyayê dijî. Beşa Endezyariya Elektronîkê xwendiye û qedandiye. Ji 15 saliya xwe ve di nav karên civakî de ye. Heya niha di avakirna gelek saziyên Êzidiyan de cih girtiye. Her wiha ew hîna jî ji bo avakirin û pêşdebirina saziyan dixebite.
Du armancên sereke
Aslan Kizilhan tîne ziman ku armanca saziyê li ser du xalên sereke ava bûye û wiha dibêje: “Armanca me ya du-alî heye. Yek jê vekirina şûnewar û cihên bi şêwazê 'perestgehê' ye li ser rûyê erdê. Armanca me ya din jî naskirina civak û çanda Êzîdî ye di rûberên mîna medya civakî û zîrekiya destkird (AI) de. Di nav civaka me de şêx, pîr û pêşimam hene. Ev mirovên me pîr dibin, jiyana xwe ji dest didin û bi awayekî xwezayî ev zanyarî rûbirûyî rûxandin û windabûnê dibin. Her kes van agahiyan bi awayê ku bi xwe dizane vedibêje û di nav civakê de qirêjiya agahiyan (dezenformasyon) çêdibe. Em dixwazin van agahiyan di poteyekê de kom bikin, wan bi şiklê wan ê resen û rast mayinde bikin û wek mîras bide nifşên paşerojê.“
Perestgehek li Amûdê
Aslan Kizilhan li ser projeyên xwe yên heyî û aktûel jî agahî dan. Ew dibêje ku niha li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyeyê) li bajarê Amûdê xebatên vekirina “Perestgehê“ dimeşînin û li ser naveroka vê projeyê wiha diaxive: “Proje par dest pê kir. Par em çûn wir, bi saziyên li wir re rûniştin û me dest bi projeya xwe kir. Me planên teknîkî û naveroka projeyê amade kir. Hevalên me yên li wir xebatên pratîkî dimeşînin. Ev park wek parkeke felsefî û perwerdehiyê hat sêwirandin. Avahiya wê bi şêweyê sînorê xelekî (gilover) ye. Li dora vê xelekê dê 9 cihên ku mijarên cuda vedihewînin hebin. Dema mirovek di nav parkê de bigere, dê li her cihî li ser mijarên wekî cografya, bawerî, folsêfe û pêkhateya civakî ya ola Êzîdiyatî bibe xwedî agahî. Ziyaretvanek berî ku bigihîje navenda vê perestgehê, dê li cihên derdorê bigere û pêşî baweriya Êzîdîtiyê ji kûr ve hîs bike. Di gava paş de, gavanek din nêzîkî têkiliya xwe ya bi Xwedê re dibe, dikeve qonaxa hêsankirina derûniyê û bêhnvedanê, û herî dawî jî digihîje navenda perestgehê.“
Ji hêlekê ve jî arşîva dijîtal
Aslan Kizilhan diyar kir ku xebateke din a girîng a wan jî xebata “Arşîva Dîjîtal“ e, da ku rê li ber qirêjiya agahiyan a li ser çanda civaka Êzîdî ya di medyaya dîjîtal û qadên cuda de bigirin: “Projeyeke me ya din jî projeya 'Arşîva Dîjîtal' e. Bi vê projeyê re, armanca me amadekirina hemû agahiyên li ser bawerî û çanda civaka Êzîdî ye daku em bi rêya zîrekiya destkird pêşkêşî xizmeta mirovan bikin. Ango dema kesek ji zîrekiya destkird pirsiyarekê li ser felsefe, dîrok û baweriya civaka Êzîdî bike, dê di çarçoveya agahiyên ku me berhev kirine de bersivê bistîne. Girêdayî vê yekê, xebatên me yên amadekirina panel, seminer û hevpeyvînan li ser platformên medyaya civakî hene. Ji ber ku pêwîstiyeke mezin pê heye. Divê em mijarên mîna baweriya Êzîdîtiyê çi ye? Felsefeya wê çi ye? Binirxînin û bidin naskirin.“
‘Em li benda piştgiriya xelkê xwe ne’
Aslan Kizilhan tîne ziman ku ew li Almanyayê bi saziyên dost re xebatan dimeşînin û bang li mirovên xwedî wijdan kir ku piştgiriya wan bikin, û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta Almanyayê beriya du mehan li Berlînê em vexwendin paneleke li ser Sûriyeyê. Bi sedan saziyên ne-hikûmî (STK) hene û em bi wan re di têkiliyê de ne. Di wê panelê de me jî projeya xwe pêşkêş kir. Em ê bi Rêxistina Ne-Hikûmî (NGO) re bi hev re bixebitin. Her wiha em bi Yekîtiya Êzîdîyên Sûriyeyê re projeyeke hevpar dimeşînin. Têkiliyên me yên bi Kongreya Êzîdîyên Dîasporayê (KÊD) re jî hene. Em li benda piştgiriya gelê xwe ne.”








