
- Kongreya asayî ya 6. ya Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzdî (NAV-YEK) di 25’ê Cotmeha 2026’an de li Mala Êzdiyan a bajarê Bad Fallingbostel ê Elmanyayê pêk hat. Nêzî 200 delegeyên ji tevahiya Elmanyayê û mêvan tevlî bûn.
Kongreya asayî ya 6. ya Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzdî (NAV-YEK) bi rêzgirtina cangoriyên 74 Fermanan û yên doza Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevserokên NAV-YEK’ê Sosin Kartal û Zerdeşt Günay xêrhatina delege û mêvanan kirin û bal kişandin ser qonaxa ku kongre tê de tê lidarxistin û rewşa Civaka Êzdî ya ku di wê de derbas dibe, hate kirin.
Piştî axaftina vekirinê dîwan hat hilbijartin, rojev hat destnîşankirin û erêkirin. Di kongreyê de Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs û nûnerên gelek saziyên Civaka Êzdî û Kurdistanî amade bûn. Herwiha Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên û Nûnera Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) Sara Şengalî jî beşdar bûn û bi peyamên xwe kongre pîroz kirin.
Ahmet Karamûs bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê û destnîşan kir ku di qeyrana heyî de çiqasî yekrêzî û Yekîtiya Kurdistanî pêwîst be, ewqasî jî yekrêzî û yekdengiya Civaka Êzdî girîng e. Wî anî ziman ku xwe wek endamekî civaka Êzdî dibîne û li kuderê be, dê wek nûnerê Şengalê tevbigere û berjewendiyên wê biparêze; serketin jî ji Kongreyê re xwest.
Jina Êzdî ji nedîtî ve neyên
Azad Hisên û Sara Şengalî kêfxweşiya xwe ya beşdarbûnê anîn ziman û gotin ku silavên germ ji axa pîroz a Şengalê ji beşdarvanên kongreyê û herwiha jibo tevahî gelê anîne. Wan bal kişandin ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rola Êzdî û Kurdistaniyên li Diasporayê di vê pêvajoyê de, herwiha piştgiriya wan ji bo Şengalê û civaka Êzdî. Sara Şengalî da zanîn ku êdî tu hêz nikare îradeya jina Êzdî ji nedîtî ve were û biryarên derbarê siberoja wan de bide. Azad Hisên jî got ku ewê destkeftiyên ku bi ked û xwîna cangoriyan hatine bidestxistin bi serketinê tacîdar bikin û mizgînî da ku di rojên pêş de gavên dîrokî yên ji bo civaka Êzdî û Şengalê dê werin ragihandin. Piştî peyamên mêvanan û nûnerên rêxistinên civaka Êzdî beşek nirxandina rewşa siyasî û civakî hate xwendin.
Guherîn û veguherîna dema nû
Rojev bi raporên kar û xebatê û darayî hatin berdewam kirin, nîqaşkirin û erêkirin. Kongre bi beşa pêşniyar û biryaran domand û di dawiyê de hevserokên nû ji bo dema bê hatin hilbijartin: Nurê Alkiş û Kemal Duyar bi yekdengî hatin hilbijartin. Kongreya 6. ya NAV-YEK’ê wek amadekirina guhertin û veguherîna dema nû ya birêxistinbûnê hate pênasekirin. Li gorî vê yekê rêberiya nû dê di navbera salekê de kongreyek din lidar bixe, da ku bi taybetî ji bo Êzdiyên li Elmanyayê û ji bo bidestxistina mafê Êzdiyan li Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê xwe birêxistin bike û têkoşînê bide. Di dawiya kongreyê de sond hat xwarin û kongre diyarî cangoriyên dema dawî hatine îlan kirin hate kirin.
Biryarên sereke di Kongrê de hatin girtin;
- Divê rêveberiya nûh ya Nav Yek ê di nava Salekê de, ji bo guhartin û veguhartinê bingehin,li gori huquq a welatên Civaka Êzdiya lê diji xwe ji nûve bi rêxistin bike.
- Ji bo demokrasî û pêşketina civakê pêwîste di nava pêkhate û saziyên êzdiyan de, di seride nûnertiya Jinan, Ciwanan û hemû beṣê civakê bê xurtkirin û pergala hevserokatiyê esas were girtin.Ji bo baweriya Êzdiyatiyê, statû û parastina Ṣengalê di warê navneteweyide were pejirandin, xebatên diplomasiyê werin xurtkirin.
- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, divê pêkhate û saziyên Êzdiyan li ser hîmên huqûq, peyman û projeyên civakî komîsyona ava bikin. Disa, li dijî têgehên paşverûtiya di nava civakê de, divê xebat û têkoşîn werin xurtkirin.
- Pêwiste ji bo civakê, zarokan û ciwanan perwerda ziman,ya Çandi û ya Oli akademîk û zanistî bine dayin û divê Akademiyeke Êzdiya li Ewropa were sazkirin.
- Ji bo baweri û çanda Êzdiyatiyê fermi were naskirin, statû û parastina Ṣengalê di warê navneteweyide were pejirandin, xebatên diplomasiyê werin xurtkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN







