Li Parîsê Akedemiya Mezopotamyayê vebû

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 22 Hezîran 2026 - 16:00

  • Li banliyoya Drancy a Parîsê Akademiya Mezopotamya ya Kurd/Frans bi awayekî fermî vebû. Piştî xebatên dîplomatîk bi hevkariya şarederiya Drancyê Kurdîstaniyan cihê perwerdehiyê ya çand û zimanê Kurdî bi coşekî mezin hate vekirin.  

 

Şaredarê Drancyê Jean-Christophe Lagarde tevî cîgirên xwe bi heyetekî ve tevli vekirina akademîyê bû. Her wiha li gel rêvebir û hevserokên akademiyê mamosteyên akademiyê tevî xwendekar û malbatan tevlî bûn. Bi tevlêbûna sedan Kurdîstaniyan xwendekaran bi tembûr, gîtar, govendê hûnerên xwe nîşandan.

Beriya vekirina fermî 5 meh in perwerdeyên, zimanê kurdî, folklar, tembur, gîtar, pîyano, erbane û govendê li akademiyê hat dayîn. Li gel pênc mamosteyên di warên xwe de pispor nêzî 100 xwendekar li akademiyê perwerdehiyê dibînin. Avahiya akademiyê ji pênc qatan, 6 pol û bi dehan odeyan pêk tê. Li akademiyê du komunên giring hene, komuna reveberiyê û komuna mamosteyan.

Li vekirinê li gel xwepêşandan govend û stranan xwendekaran axivîn. Hevseroka Akademiyê Mizgîn Alagoz di merasimê de axivî û got; “Îro me tev li vir gavek avêt, lê ev destpêke.” Alagoz spasiya xebatkar û mamosteyan kir û bang li gel kir da ku xwedî li akademiyê derkevin. 

‘Kurd xwedî çandeke qedîm in’

Şaredarê Drancyê Lagarde jî axivî û bal kişand li ser dîroka Kurdan û girîngiya akademiyê. Lagarde got ku Kurd wî wek dostê xwe dihesibînin û ev yek bo wî sedema şanaziyê ye û wiha axivî; “Ez tenê ne dostek im, ez dîroka Kurdan dizanim. Taybetî navê akademiyê jî gelek bi wate ye. Lewre mezopotamya şaristaniya civakbûyînê ye. Kurd netewekî wisan qedîm e ku xwediyê çandeke çar hezar salan e. Li Irak, Îran, Suriye û taybetî jî Tirkiyê gelek êrîşê Kurdan kir lê Kurdan dev ji çanda xwe bernedan. Îro vekirina vê akademiyê jî yek ji van nîşaneyan e. Berê Kurdên ku hatin Ewropayê digotin em ê vegerin, lê nekarîn, niha jî ji bo çand û zimanê xwe bidin jiyandin li vir sazî vekirin.”

Her wiha Cîgirê Şaredar Azad Bapîr jî wiha got, “Ez jî wek zarokekî li vê taxê mezin bûm û zewicîm. Wek Kurdekî ez serbilindim ku bi we re me, li vir im.”

Hunermedê Kurd Farqîn Azad bi zaroke re stîrî û bang li gel kir ku zarokên xwe bînin vir û fêrî çanda Kurdî bikin. Vekirin bi koroya mûzîkê ya xwendekarê akademiya Mezopotamyayê qediya.

ANF/PARÎS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.