Elmanya Neşwan Herkî dersînor kir!

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 3 Îlon 2026 - 14:30

  • Aktîvîst û hunermendê Kurd Neşwan Herkî yê ku duh ji aliyê polîsên Alman ve hatibû binçavkirin, bi hinceta beşdarî xebatên çandî bûye dersînorî Iraqê hat kirin. Herkî rojek beriya hevdîtina nirxandina dosyaya xwe ya penaberiyê hat dersînorkirin.

 

Aktîvîst û hunermendê Kurd Neşwan Herkî yê ku duh ji aliyê polîsên Alman ve hatibû binçavkirin, bi hinceta beşdarî xebatên çandî bûye dersînorî Iraqê hat kirin.

Hat diyarkirin ku Herkî ji ber sedemên siyasî ji Dihokê çûbû Almanyayê û nêzî 11 salin li Berlînê dijiya. Herkî di serî de Newroz û rojên girîng ên civaka Kurd de derdiket ser dikê û xebatên çandî meşand, ji hêla rayedarên Alman ve hedef hat girtin.

Herkî piştî hat binçavkirin, agahî nedan parêzerê wî û demek dirêj agahî jê nehat girtin, rê li ber fikaran vekir.

Xebatên siyasî wekî hincet nîşan dan

Rayedarên Alman bi hinceta ku xebatên siyasî dimeşîne, par rûniştina hunermend Herkî betal kiribûn û bi belgeya destûra demkî ya mayînê (Duldung) destûr dabûn ku bimîne. Tevî ku dema destûra demkî ya mayînê bi dawî nebûbû û rojek beriya hevdîtina komisyona têkildar a penaberiyê (Härtefallkommission) ku li ser rewşa penaberiya wî gotûbêj bikira, ji aliyê polîsan ve bi darê zorê hat binçavkirin û di saetên serê sibê de şandin Iraqê.

Ji ber ku derbarê pêvajoyê de agahiya pêwîst nedan parêzer û xizmên Herkî, di aliyê hiqûqî de rê li ber pirsan vekir.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.