Swîsre 21 pirtûkên Kurdî diparêze

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 19 Tîrmeh 2026 - 15:00

 

21 pirtûkên hîndekariya kurdî ku ji bo 11 salên perwerdeyê hatine amadekirin, bi fermî ketin nava Helveticatê ku kataloga online a Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swîsreyê (NB) ye. Ev serkeftin bi rêya xebata mayînde ya Komeleya Hîndekariya Kurdî, bi hevkariya Instîtuya Kurdî ya Swîsreyê, bi koordîneya Xwendegeha Pedagojîk a Bilind a Zurichê (Z.Aktas) û bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Swîsreyê hat bi dest xistin. Nivîskarê pirtûkan Hesen Huseyîn Denîz e ku di heman demê de rêveberê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê û Komeleya Hîndekarîya Kurdî ye.

Çima Helveticat giring e?

Di pergala Swîsreyê de, têgîna “Helveticat” ji bo hemû pirtûk, kovar, rojname, belgeyên elektronîk û mîrateyên çandî yên ku bi Swîsreyê re têkildar in, tê bikaranîn. Pirtûkxaneya Neteweyî ya Swîsreyê van berheman wekî mîrateya çandî ya welêt diparêze û bi rêya kataloga Helveticatê pêşkêşî her kesî dike. Ketina pirtûkên kurdî di nav vê katalogê de tê wê wateyê ku pergala Swîsreyê êdî perwerde û pirtûkên kurdî wekî parçeyek ji mîrateya xwe ya çandî ya fermî qebûl dike û wan diparêze.

Pirtûkên pedagojîk ji bo dîasporayê

Ev 21 pirtûkên hîndekariyê ji bo zarokên di navbera 5 û 16 salî de ne. Pirtûk pol bi pol û li gorî sazûmana hîndekariya zimanê dayikê û çanda welêt hatine amadekirin. Ji bo her saleke xwendinê du pirtûk hene û pirtûkek jî taybet ji bo mamosteyan wekî “Rêbera Hînkirina Kurdî” hatiye nivîsîn. Di amadekirina wan de pisporên ji Swîsre, Almanya, Amerîka û Îsraîlê û saziyên mîna YMK, Yekmal û Pena Kurd cih girtine. Ev pirtûk niha li Almanya û Swêdê jî di dersên kurdî de tên bikaranîn.

Hûn dikarin van pirtûkan ji ser malpera www.pirtuk.ch bixwazin/bikirin NAVENDA NÛÇEYAN

***

Dengên zimanên xwecihî qeyd dikin

Şîrketa Lelapa AI’yê ya li Afrîkaya Başûr bi armanca ku zarok karibin zimanên xwe yên dayîkê fêm bikin, wergerînin û hîn bibin, ji bo zimanên xwecihî yên Afrîkayê amûrên aqilê çêkirî saz dike.

Li navenda li Pretoriayê xebatkarên şîrketê bernameyên li ser babetê test dikin û hewl didin modelên zimên bi pêş ve bibin. Şefa Teknolojiyê Jade Abbott destnîşan dike ku li parzemîna Afrîkayê tevî ku zêdetirê 2 hezar ziman hene jî, van zimanan nikarin ji teknolojiya dijîtal a vî zemanî îstifade bikin.

Jade Abbott li ser rewşa pirengiya ziman dibêje; “Tenê ji dehan yekê Afrîkiyan li malên xwe bi Îngilîzî diaxivin. Ji 200 milyonan zêdetir mirov bi zimanê Svahili diaxivin. Bes amûrên heyî pêkan nakin ku mirov karibin xwe bigihînin aboriya dijîtal, platformên dijîtal an jî amûrên dijîtal.”

Bi hezaran ziman neketine bin qeydê!

Muhendizê şîrketê Sett Wai jî dibêje ji ber sedema di modelên aqilê çêkirî yên gerdunî de zêde daneyên perwerdehiyê tuneye, ziman û devokên herêmî nikarin jê îstifade bikin. Ji bo karibin vê valahiyê dagirin, lewma jî pêdiviyê bi çareseriyên herêmî yên weha dibînin. Tevî vê yekê, şîrket daxwaz dike ku piştî Afrîkayê, teknolojiya xwe ji Rojhilatê Başûrê Asyayê û Başûrê Amerîkayê û hin herêmên din ên ku bi hezaran zimanên nikarin bên temsîlkirin re veke. Rayedarên şîrketê dibêjin li van deran jî bi hezaran ziman hene ku neketine bin qeydê.

Li Afrîkayê, di demên dawîn de, ji bo zimanên ku nikarin ji pergalên gerdunî îstifade bikin projeyên aqilê çêkirî tên pêşdebirin. Piştevanên van projeyan dibêjin bi xêra vê teknolojiyê dûrketina dijîtal nêzî hev dibe. Di vî zemanê ku aqilê çêkirî li pêş e, van projeyan wê karibin bibin alîkar ku mîrasa zimanî û çandî bê parastin. NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.