YMK hem fêr dike hem jî hildiberîne

Nûçeyên Dîaspora

În 5 Hezîran 2026 - 18:50

  • Pirtûka “Hînbûna Kurdî-Kurmancî” ku ji aliyê mamosteyê kurdî Abdulkadir Ulumaskan ve di 126 rûpelan de hatiye amadekirin û derxistin, ji 18 mijaran pêk tê. Ev pirtûk bû pirtûka 31’an ku ji aliyê YMK’ê ve hatiye çapkirin.

 

ARAT ARARAT/ BİELEFELD

Ji aliyê weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK) ve, ji bo xwendekarên dibistanên seretayî yên li dibistanên fermî yên Almanyayê, di meha Gulanê de pirtûkeke nû ya bi navê “Hînbûna Kurdî – Kurmancî“ hat çapkirin. Pirtûka ku ji aliyê mamosteyê kurdî Abdulkadir Ulumaskan ve di 126 rûpelan de hatiye amadekirin, ji 18 mijaran pêk tê. Ev pirtûk bû pirtûka 31’an ku ji aliyê YMK’Ê ve hatiye çapkirin.

Li gorî agahiyên ku Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK) daye, li 7 eyaletan bi 32 perwerdekaran ders ji nêzî 3.300 heta 3.500 xwendekaran re tê dayîn. Li eyaletên Bremen, Berlîn, Rheinland-Pfalz, Brandenburg, Saarland, Niedersachsen û NRW’ê pirtûkên dersên ku tên dayîn ji aliyê YMK’ê ve tên amadekirin û çapkirin.

Bi gelemperî xwendekar di polên hevgirtî de, yanê polên 1-2, 3-4, 5-6, 7-8, 9-10 bi hev re fêrî kurdî dibin. Helbet pirtûk jî li gorî van polan tên amadekirin. Pirtûk li gorî bernameya mufredata perwerdeyê ya Almanyayê tên amadekirin.

Ji YMK’ê pirtûka 31’an

Gelo pirtûkên ku di dersên kurdî yên li Almanyayê de tên bikaranîn bes in? Di vê mijarê de pirsgirêk hene? Sîntiya çavkaniyan heye? Me ev pirs ji muxatabê mijarê, Serokê YMK’ê Semîr Xidir Ebdî pirsîn. Ebdî diyar kir ku ji bo niha pirtûkên wan ên bes hene û ev agahî dan: “Wek YMK, me pirtûka xwe ya dersê ya 31’an çap kir. Di nav van de hin pirtûkên alîkar jî hene. Em bi derfetên xwe yên aborî yên taybet çap dikin. Beşek mezin ji van pirtûkan ji bo hînkirina kurdî di dibistanên seretayî û navîn de hatine amadekirin. Hin pirtûkên me yên alîkar ên bi mijarên çîrok, lîstik û wêneyan jî di dersan de wek pirtûkên alîkar tên bikaranîn. Pirtûkên me yên ji bo dibistanên seretayî ji bo niha bes in. Di destê me de bi têra xwe hene.“

Ebdî da zanîn ku wê di heyama pêş de pirtûkeke nû li pirtûkên dersê yên ku di dibistanên perwerdeya kurdî ya di polên hevgirtî de tên bikaranîn zêde bibe û wiha berdewam kir: “Ji bo dibistanên navîn, yanê polên 7-8’an, me di demeke nêz de pirtûka xwe ya bi navê ‘Kurmanciya asta Navîn‘ derxistibû. Beriya wê, me ji bo polên 9-10’an pirtûkek derxistibû. Niha amadekariya me ya derxistina pirtûkekê ji bo polên 5-6’an heye. Di heyama perwerdeyê ya pêş de ev pirtûk jî dê amade bibe.“

Kurdî bûye zimanê duyem

Pirtûka ku ji aliyê mamosteyê kurdî Abdulkadir Ulumaskan ve di 126 rûpelan de hatiye amadekirin û derxistin, ji 18 mijaran pêk tê. Ev pirtûk bû pirtûka 31’an ku ji aliyê YMK’ê ve hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê mamoste Ulumaskan balê dikişîne ser ku zarokên beşdarî dersên kurdî yên li dibistanên fermî dibin, pir kêm kurdî dizanin. Mamoste Ulumaskan dibêje ku ji bo van zarokan kurdî êdî bûye zimanê duyemîn. Ji ber vê yekê, ew diyar dike ku ev pirtûk li gorî metodên zimanê duyemîn hatiye amadekirin û vê daxuyaniyê dide: “Pirtûk bi du zimanan, yanê Kurdî-Almanî hat amadekirin. Di pirtûkê de zayenda peyvên kurdî yên ku hatine bikaranîn, wek nêr an mê (eril-dişil) li gorî rêgezên rêzimanê hatine diyarkirin. Dîsa li beramberî van peyvan, wateyên wan ên almanî tevî artiklên wan hatine nivîsandin.“

Peyvên bingehîn ên Kurdî

Mamoste Ulumaskan li ser armanca pirtûkê agahiyeke kurt parve kir û got: “Ji bo zarokên ku nû fêrî kurmancî dibin hat sêwirandin. Armanc dike ku zarok tevî peyvên bingehîn ên kurdî yên ku rojane tên bikaranîn, fêrî axaftin, xwendin û nivîsandinê bibin. Di pirtûkê de mijarên wekî alavên malê, malbat, xwarin-vexwarin, cil û berg, fêkî-seze, alavên dibistanê, navên rengan, hejmar û hwd. cih digirin.“

Mamoste Ulumaskan diyar kir ku her mijarek ji 7 rûpelan pêk tê û di her rûpelê de cih daye rahênanên (alîştirmayên) cihêreng û wiha berdewam kir: “Naveroka pirtûkê bi metod û teknîkên cuda yên pedagojîk ji bo têgihîştina jêhatîbûna axaftin, xwendin û nivîsandinê hatiye dewlemendkirin.“

Mamoste Ulumaskan di dawiyê de spasiya mamosteyên wek Haydar Deniz, Yücel Demirtaş, Dr. M. Şerif Derince, Rêzan Demir, Samir Abde û Alîşêr Sayan kir ku di mijarên wekî redaksiyon, piştgiriya pedagojîk û xebata komî de piştgiriya kêmkar dane bûn.

Agahiyên kirîna pirtûkê wiha ne:

ISBN: 978-3-939844-83-9

Navnîşana têkiliyê: bestellservice@denge-mamoste.com

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.