Ma tu ji Dayê Xoxê bêhtir hez ji Şengalê dikî?

Nûçeyên Dosye —

Pêncşem 19 Mijdar 2026 - 07:00

  • Gelo dê ji we nepirsin, ma hûn ji Dayê Xoxê bêhtir hez ji Şengalê dikin? Na. Hûn jî dizanin ku bersiv na ye. Ê baş e, kê bi çi  hûn qayil kirine ku hûn bibin cerdevanên dijîtal? An jî piyonê destê kê ne hûn?

RÊZAN HESINKAR

Di 26.10.2026’an de, li lûtkeya Çiyayê Şengalê (li Çilmêra), bi merasîmek birêkûpêk û tije peyam, peymanek di navbera dewleta Iraqê û rêveberiya Şengalê de hat ragihandin. Piştî vê ragihandinê çi erênî û çi jî neyênî, gotûbêjan dest pê kir. Gelek bertek û nirxandinên li ser têkelbûna Şengalê ya bi dewleta Iraqê re, ji rastiya civakî, siyasî û erdnigariya Şengalê dûr in û ne bi nêhta pak têne kirin. Heta dikare were gotin ku armanca van bertekên ne di cih de berovajîkirina rastiyan e. Lewma pêwîstî bi ravekirinên objektîf ku rewşa civakî û jeopolîtîk a Şengalê li ber çav bigrin heye.

Di bingehê de gelek xalên ku rast bên şîrovekirin û ji hev bên vewejartin hene. Di serî de divê veguhertinên di maweya deh-yazdeh salên piştî jenosîda 03.08.2014’an de ku li Şengalê rûdane, bi taybet di warê zihnî de, li ber çav bên girtin. Ev veguherîn di bingeha xwe de wekî şoreş dikarin werin pênasekirin. Ew şengaliyên berê wekî leşker di eniyên şer de dihatin bikaranîn, ew şengaliyên ku ji aliyên hêzên desthilatdar ve di hilbijartinan de wekî embara rayan dihatin dîtin, ew şengaliyên bê bask û per û bê hêvî di duho de man. Şengaliyan îro xwe gihandine wê astê ku hew koletiyê bipejirînin, xwe nas dikin, dizanin kî dost e kî dijmin e û dizanin çi ji wan re baş e û çi xerab e. Ew jinên Şengalê ku berê bê destûr nikarîbûn herin ji dikanekê nan bikirin, îro çek hilgirtine û parastina xaka xwe û rûmeta xwe dikin. Ev di qada cihekî wekî Şengalê de şoreşek gelek mezin e. Bi taybet di hişmendiyê de ev yek veguherînek bêhempa ye û divê nirxê wê baş bê zanîn. Kurt û kurmancî şengalî bûne îrade û êdî tu hêza serdest nikare vê îradeyê bişikîne. Ev rastî gelek caran di pratîkê de hatiye çespandin. Berxwedana 2017’an li hember xendekan û nepejirandina peymana 9’ê Cotmeha 2020’î û berxwedana li dijî vê peymanê mînakên vê yekê ne. Heger hin kes ji van rastiyan gumanan bikin bila herin Şengalê û van tiştan ji xelkê Şengalê bixwe bibihîzin.

Ya din jî bila tu kes nirxandinên erzan li ser Şengal û şengaliyan neke û wan xeşîm nebîne. Şengaliyan xîyanet dîtin û ji bîr nakin û di heman demê de jî şengalî nirxê wî dikandarê ji Zaxo ku alavên hewce bê pere didan wan û xwişk û biratiya xwe nîşan dida jî dizanin û van herdu tiştan baş ji hev vediqetînin. Ew, kurdên ku Şengal bi erzanî firotin û kurdên ku Şengal bi xwîna xwe kirîn, baş nas dikin. Lewma êdî tu kes nikare kincên gemarî bifiroşe şengaliyan. Vê carê şengaliyan xwe ji xweliya xwe afirandin û ev vejîn ji bo pêşerojê mayînde ye. Divê ev gotin wekî dîrûşme an jî propanganda neyên dîtin, ev rastiya li ser erdê ye.

Di warê civakî, rêxistinî, aborî û siyasî de hîn rêyek dûr li pêş şengaliya ye. Hîn gelek pirsgirêk û kêşeyên ku li benda çareseriyê ne, hene. Xemsarî û îhmalkariya bi dehsalan ku hêzên destilatdar sedemên wê ne, hîn bandorek mezin li ser Şengalê dike, hîn dewsê vê îhmalkariyê di hemû beşên jiyanê de xwe didin der. Lewma dikare were gotin ku li Şengalê kar hê nû dest pê dike, barê sazî û dezgehên xwecihî, barê kes û kesayetên pêşeng giran e. Lê heke rê û rêçikên guncav hatibin famkirin, meşa li ser van rê û rêçikan bi zehmetî be jî wê bênavber bidome. Û wisa xuya dike şengalî di vî warî de bibiryar in.

Baş e peymana têkelbûnê (entegresyonê) çi ye û piştî pêvajoyek çawa pêk hat? Wek tê zanîn di pêvajoya berxwedana li dijî DAIŞ’ê de, ji bo xweparastina cewherî û şerê li dijî hovên serdemê şengaliyan dest bi xwebirêstinkirinê kirin. Pêşî ji xort û keçên xwe hêzên leşkerî (YBŞ, YJŞ û Asayîş) ava kirin. Pê re jî saziyên xwebirevebirinê yên civakî (saziyên jinan, yên ciwanan, ragihandin û hw...) û siyasî ketin rojeva wan. Ev xwebirêxistinkirin li ser esasê paradîgmaya Xweseriya Demokratîk pêk hat. Di bingaha xwe de ev paradîgma ne li dijî zagonên federal yên Dewleta Iraqê bû. Berevajî di çarçoveya zagonan de daxwaza bidestxistina xwebirêvebirin û parastina cewherî bû. Jixwe piştî rizgarkirina Şengalê ya ji destê DAIŞ’ê (13.11.2015), sazî û rêvebirên Şengalê her tim bi rêya diyalogê xwestin ku bi Bexdayê re, li ser esasê naskirina îradeya wan, xweparastina cewherî û rêvebiriyek xweser ku di çarçoveya makezagona Iraqê de pêkan bû, li hev bikin. Li ser vî esasî gelek caran hewldan kirin û li rê û rêbazekê geriyan ku daxwazê xwe bi Bexdayê bidin pejirandin û bibin xwedî statûyek. Lê mixabin hemû hewldanên wan, ji ber ku hukûmetên li Bexdayê-çi hukûmeta Kazimî, çi ya Sûdanî û çi jî yên din- ne xwedî îradeyek serbixwe bûn û bandora hêzên derve li ser wan hebû, bêencam man. Piştî hatina hukûmeta Elî Zeydî, rêvebiriya Şengalê dîsa ket nav hewldanên diyalogê û dest bi danûstandinan kir. Armanca van danûstandinên bi hukûmeta Elî Zeydî re ji yên berê ne cuda bû û ev naskirina îradeya şengaliyan bû. Her çiqasî navê daxwazên Şengalê guherîbin jî naverok wek xwe maye. Di danûstandinên berê de daxwaza statûya Rêveberiya Xweser bo Şengalê (li ser hîmê destûra Iraqê) dihat kirin û îro navê vê daxwazê bûye entegrasyona/têkelbûna demokratîk. Nav guheriye lê naverok yek e. Piştî gotûbêj, danûstandin û dîplomasiya  bi mehan, hem li Bexdayê û hem jî li Şengalê, encam hat girtin û di 26.10.2026’an de, peyman ne li Bexdayê lê li lûtkeya Çiyayê Şengalê bo raya giştî hat ragihandin.

Li gor rayadarên Şengalê û fermandarên YBŞ û YJŞ’ê ev encam bi saya xwîna cangoriyan û  keda şengaliyên berxwedêr hat bidestxistin. Di peyama salvegera rizgarkirina Şengalê de YBŞ’ê ev hevok bi kar anî: ‘Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne û bi xwîna zarokên xwe re dilsoz be’. Ev nirxandinek watedar e. Ji hevokê tê famkirin ku ev peyman ji bo Şengalê serkeftinek û ji bo pêşeroja Şengalê gavek girîng e. Çima?

Cara yekê ye ku dewleta Iraqê êzîdiyên Şengalê wekî îrade dibîne, bi nûnerên wan re li ser maseya danûstandinan rûdine û peymanekê îmze dike. Ev ne tiştekî ji rêzê ye û xwedî wateyek giranbiha ye. Li gor vê peymana hatî îmzekirin Dewleta Iraqê daxwazên Şengalê bi giranî (di çarçoveya yasayên xwe de) dipejirîne. Bi şertê ku li Şengalê bimînin hezên leşkerî (YBŞ û YJŞ) bi artêşa Iraqê re entegre dibin (li gor daneyan 500 jê şervanên jin yê YJŞ’ê bi giştî 4165 şervan). Di rêvebirina Şengalê de wê daxwaz û vîna niştecihên Şengalê esas bên girtin. Ango rêvebiriya Şengalê wê bi îradeya şengaliyan bê diyarkirin. Bo avadankirina Şengalê û vegera koçberan hukûmeta Bexdayê ketiye bin berpirsyariyê. Bo mexdûrên Fermanê tezmînat di rojevê de ye. Ji bo dîlên di destê DAIŞ’ê de bên azadkirin soza hewldanan heye. Çi dimîne? Ev dimîn e ku Şengal di çarçoveya destûra Dewleta Iraqê de, wekî cihekî taybet bibe xwedî statûyek yasayî. Ev jî karê pêşerojê ye û ked û xebatek demdirêj jê re hewce ye.

Piştî îmzekirina peymana entegrasyonê di dema nêz de li Şengalê û di jiyana şengaliyan de wê çi bê guhertin? 1- Sedemên pûç yên destwerdanên derve wê ji holê rabin û ev jî wê di jiyana rojane de rehetiyek mezin bi xwe re bîne. 2- Hêzên leşkerî ji rewabûnê derbasî yasayîbûnê dibin û tohmeta ‘hêzên deryasayî’ ji bo YBŞ û YJŞ’ê ji holê radibe. Ev hêz bêyî guhertina hişmendî, bîrdozî û baweriya xwe, dibin parçeyek ji artêşa Iraqê û hincetên êrîşên Tirkiyeyê jî ji holê radibin. 3-Ev fermîbûna hêzên Şengalê di warê aborî de jî barsivikayiyek mezin bi xwe re tîne. Mûçe û teçhîzatên van hêzan dibin binbariya hukûmeta Bexdayê.

Pêwîst nake çawaniya praktîzekirina vê peymanê bê nirxandin. Jixwe cîbicîkirina xalên peymanê li ser kar û xebata ku bê kirin dimîne. Wekî rayadarên Şengalê dibêjin ev gava destpêkê ye. Ji bo gavên di pey re xebatek gewre hewce ye.

Em bên ser ‘rexneyan’. Piştî ragihandina peymanê gelek bertek, bi taybet li ser torên medyaya civakî, derketin. Gelek ji wan di bin navê rexneyan de, êrîş bûn. Lê dîsa hin ji wan argumentên ku derketine pêş bên nirxandin wê baş be.

Hin derketine û Peymana 9’ê Cotmeha 2020’î kirine benîştê devê xwe û dibêjin çima ev peyman neket pratîkê û çi pêwîstî bi peymanek nû hebû. Ji bo kesên nizanin; Peymana 9’ê Cotmehê di navbera Bexda, Hewlêr û di pişt perdeyê de Enqereyê de hat mohrkirin. Ne nûnerên Şengalê hebûn, ne dîtina şengaliyan pirsîbûn, ne jî îradeya Şengalê li ber çav hatibû girtin. Li gor xalên wê peymanê hêzên artêşa Iraqê û pêşmerge wê vegeriyane sengerên xwe yên beriya fermana 03.08.2014’an, YBŞ û YJŞ wê çekên xwe radest bikirina û biçûna malên xwe, hemû saziyên bi rêveberiya Xweser a Şengalê ve girêdayî ji holê bihatina rakirin.  Bi kurtasî bi wê peymanê ji şengaliyan dihat xwestin ku bibin koleyên berê û Şengalê ev yek red kir, wekî komplo pênase kir û bi berxwedana dayik, keç xort û kalên xwe ve nehişt Peymana 9’ê Cotmehê bikeve pratîkê û ew peyman bêwate kir.

Hin jî dibêjin ev peyman li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye mohrkirin. El însaf! Ma ne Başûrê Kurdistanê bixwe her roj li Bexdayê ye, parçeyekî federal ya Dewleta Iraqê ye, li gor destûrê mûçeyên karmend û pêşmergeyan binbariya Bexdayê ye û hwd... Wisa xuya dike şerekî taybet î piralî li hember Şengalê ketiye pratîkê. Û mixabin hin ji şengaliyan jî ketine ber bayê vî şerê taybet. Divê ev yek teqez neyê jibîrkirin: Tu caran êzdiyan îxanet li kurdayetiyê nekirine û nakin. Êzdiyan berevajî vê, ziman, çand û kevnetor û hebûna vê xakê parastine. Ew kesên vê tewanbariyê li êzdiyan dikin bila herin ber eynikê û li xwe binêrin. Dijberî û alerjiya Şengalê ne li hember kurd û Kurdistanê ye, li hember siyaseta PDK’ê ye. Jixwe rayedarên YBŞ’ê ev yek vekirî anîn zimên. Bila tu kes avê şêlû neke û êzdiyan neke kîroşka beş û bila êzdî jî lîstika mezin bibînin û hay ji xwe hebin.

Bi dîtina min armanca vî şerê taybet li hember Şengalê tê meşandin ev e ku Şengalê di çavên civaka kurd de reş bikin, bi tenê û bêxwedî bihêlin. Ev jî berdewankirina fermana 74’an bi formatek din e. Gelekî girîng e ku hem şengalî û hem jî gelê kurd bi giştî hay ji vê xafikê hebin.

Gelek ji ‘rexnegirên’ dijîtal medyayê jî ew kes in ku destê xwe nekirina ava sar û germ. Kesekî ked nedabe, bedel nedabe, êş nekişandibe û esareta destê DAIŞ’ê nejiyabe û rabe aqil bide wan kesên ku bi canê xwe Şengal parastine û li Şengalê xwedî derketine, çiqasî ojdanî û exlaqî ye? Ew radibin şîreta li wan dayikên berxwedêr dikin ku bedena xwe kiribûn mertal li hember debabeyan. Gelo dê ji we nepirsin, ma hûn ji Dayê Xoxê bêhtir hez ji Şengalê dikin? Na. Hûn jî dizanin ku bersiv na ye. Ê baş e, kê bi çi  hûn qayil kirine ku hûn bibin cerdevanên dijîtal? An jî piyonê destê kê ne hûn?

Ya rast çi ye? Ev e ku em ji biryar û îradeya şengaliyan re bi hûrmet bin. Ew reş û spî ji hev nas dikin.  Kîjan libas li wan tê an jî nayê, ew ji min û te baştir dizanin. Ji ber ku ew ne şengaliyên berê ne.

Hevoka dawî: Şengalî jî di nav de pêwîst e tu kes wê hêza polîtîk ku li Bexdayê deriyê lihevkirinê vekir, ji bîr neke.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.