Xetereya DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê

În 27 Sibat 2026 - 03:42

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo têkildarî hewldanên êrişan ên dawî diyar kir ku Tirkiyeyê û çend rayedarên Îraqê li ser êrişên li dijî Şengalê li hev kirine û got: “Ev rayedar li dijî Êzidiyan in û li ser fikra DAIŞê ne. Dixwazin êriş bikin ku armanca dewleta Tirk pêk bînin.”

Hikûmeta Îraqê ev demeke gefên xwe yên li dijî civaka Kurdên Êzidî zêde kirine û li derdorê Şengalê jî baregehên nû yên leşkerî çêdike. Ev hewldan, weke amadekariya êrişeke li dijî Êzidiyan tê pênasekirin û bandora Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye. Her wiha Îraq dixwaze Êzidyan bêçek bike û hêza wan ya xweparastin û xwerêvebirinê weke sûc bide nîşandan. Ev geşedanên dawî yên li Şengalê di raya giştî de rastî bertekan tên û ji bo çareseriya bi rêya diyalogê bang tên kirin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo derbarê geşedanên dawî de axivî.

Cîhan Celo destnîşan kir ku Tirkiyeyê di Rojavayê de xwesteka xwe pêk neanî û niha jî berê xwe daye Şengalê û wiha pê de çû: “Piştî pêvajoya Rojava, wezîrê derve yê Tirkiyeyê gef li Şengalê xwar û diyar ku ew dê êrişî Şengalê bikin. Ji xwe dewleta Tirk ji sala 2017'an ve êrişên xwe yên li hember pêşengên civaka me dikin û bi balafir û dronan van pêşengan hedef digirin. Niha jî dewleta Tirk bi hinek rayedarên dewleta Îraqê re li ser êrişên li hember Êzidiyan li hev kirine. Hêj jî hikûmeta Îraqê nehatiye avakirin û hikûmeta niha ya herî lewaz e ku nikare biryara şer an jî êrişan bidin. Hinek kesayetên li dijî Êzidiyan in û li ser fikra DAIŞ ne. Dixwazin êriş bikin ku armanca dewleta Tirk pêk bînin. Niha xetereyeke mezin li dijî Şengalê heye, xetereya herî mezin anîna DAIŞ'iyan e. Dê ev pêvajo ji ya berê zehmettir be.”

Cîhan Celo behsa danûstandinên li gel hikûmeta Îraqê jî kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Em dixwazin hêzên çekdarî û asayîşê ku piştî êrişa 2014'an hatine avakirin, entegreyî dewletê bên kirin û bigehijin fermiyetekê. Danûstandinên me didomin, lê heta niha tu encam nehatine bidestxistin. Hikûmeta ku niha heyî, nikare tu biryaran bide û biryarên niha tên girtin jî biryarên çend Şexsiyetên Sûnnî ne ku li dijî me ne. Heta ji destê me bê em ê nehêlin şer derbikeve, lê heke şer derbikeve jî em têra xwe hene. Em çawa ku li hemberî DAIŞ'ê sekinîn, niha jî ew vîn û baweriya me heye ku li dijî her cure êrişê li ber xwe bidin. Divê welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine, li dijî êrişên nû jî dengê xwe bilind bikin. Her wiha Kurdên 4 aliyê Kurdistanê û Ewropayê çawa xwedî li Rojava derketin, divê wisa xwedî li Şengalê jî derbikevin. Em bang li gelê me yê Êzidî jî dikim ku li dora hêzên xwe yên leşkerî bibin xelek û nehêlin vîna civaka Êzidiyan bê tunekirin.”

AW / WAN / BAZÎD EVREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.