Berxwedana Zanîngehên Rojava; Bila Întegrasyon ne sîleheke tinekirinê be
Duşem 2 Mijdar 2026 - 19:00

- Li Rojavayê Kurdistanê Zanîngeha pêşî sala 2015'an li Efrînê hatibû avakirin. Piştî wê bi salekê Zanîngeha Rojava, piştî wê bi salekê Zanîngeha Kobanê û sala 2021'ê jî li Bakur û Rojhilatê Sûrî Zanîngeha El-Şerq a Reqa hatin damezirandin. Van zanîngehan xwe disipart rêûresma akademiyên li seranserê Rojavayê Kurdistanê.
Silêmanê ZAXURANÎ
Akademî bi pirranî ji ber pêdiviyên civakê û şoreşê hatin avakirin, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên xwe di pêvajoya şer û şoreşê de didan der û hem jî ji bo minaqeşekirina ji bo avakirina rêyên alternatîv ên çêkirina zanînê. Bi tevlîbûna xwendekaran bername û naverokên xwendinê dihatin çêkirin.
Zanîngeh li ser vî bingehî ava bûn, lê belê Zanîngeh li gorî akademiyan fermîtir bûn. Wan bernameyên akademîk ên hişktir danîn. Diviyabû dîplomayan û pileyan bidin. Diviyabû qebûleke wan a li nava xweseriyê û navneteweyî hebe. Ji ber wê jî arşîveke birêkûpêk diviyabû deynin. Diviyabû kesên pisporiya wan li zanîngehên din çêbûye jî ji bo dersdanê bixebitînin. Vê yekê bi xwe re arîşeyeke besît dianî: Rêyên alternatîv ên zanînê yên xwe disipêrin civakê û rêyên ji rêûresma herî hişk a akademiyê -sîstema navendî ya Fransayê û sîstema hişk pozîtîvîst a Sovyetê hê jî li akademiya Sûriyê serwer in- bi navê sazûmaniyê di rikberiyê de bûn.
Tevî vê rikberiyê, ev zanîngeh bi beşdarkirina xwendekaran li pêvajoyên biryardanê, avakirina meclîsên xwendekar û jinan, avakirina ofîsa jinan, sîstema hevserokatiyê, Beşa înterdisîplîner û Beşa Jineolojiyê, li seranserê Rojhilata Navîn bênimûne ne; bi rengê ku hatine sêwirandin, yên herî nûker in. Bi ser de jî hewldanên tecrûbekirina xwebûnê -hilberandina zanînê bi rê û nasnameyên xwe- ev zanîngeh harîqulade ne.
Rêûresma berxwedanê heye
Sala 2018'an gava dewleta Tirk Efrîn dagir kir, Zanîngeha Efrînê bi dagirkeriyê hat tinekirin. Şeva ku îsal 18'ê Çile diqulipt 19'ê Çile, gava çeteyên li ser navên eşîran kampusa El-Şerqê dagir kirin, wan hem zanîngeh û hem jî xewgehên xwendekaran talan kirin. Zanîngeha El-Şerq jî bi vê talankeriyê hat tinekirin. Ez ji vê rewşê re avakirin yan jî hilberîna neewlehiya hebûnî ji bo zanîngehên mayî dibêjim. Tinekirina fizîkî ya zanîngehan ji bo zanîngehên mayî di pêvajoyên siyasî yên întegrasyonê yên halê hazir de vediguherin şûrekî demokles. Lê beramberî vê jî rêûresma berxwedanê heye.
Zexta întegrasyona tineker
Zanîngehe Rojava ya li Qamişloyê, bi bêhtirî 3000 xwendekarên xwe yên asayî yên ji sala 2'yan û jortir ve, bi 5000 xwendekarên îsal xwe qeyd kirî û 4000 karmendên Rêveberiya Xweser a berê ên ku di bernameyên taybet de dixwînin, zanîngeha herî mezin e. Zanîngeha Rojava niha di bin zexta întegrasyoneke tineker de ye. Ev zexta bi navê întegrasyonê, ne yeke mizakerekirî ye. Ango bêyî ku tecrûbeya zanîngehê ya 10 salan, mezûnên wê, xwendekarên wê û mamosteyên wê li ber çavan werin girtin, hikûmeta heyî bi biryarên wezareta xwendina bilind dixwaze li ser wê, fikra xwe û biryarên xwe ferz bike.
Helwêsta tineker red kirin
Lê wezaretê heta niha nekarî ya xwe li ser erdê ferz bike. Herî dawî xwendekarên Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyeke li raya giştî vekirî, ev helwêsta tineker a wezareta xwendina bilind a Sûrî red kir û xwedî li Zanîngeha xwe derketin. Dewleta Sûrî dixwaze ku ti xweseriya Zanîngeha Rojava nemîne û bibe beşek ji fakulteyên li Hesekê yê Zanîngeha El-Furatê a ku navenda wê Dêrezor e. Niha ev biryar weke bûna komelgeheke zanîngeha El-Furatê revîze kirine.
Dixwaze xweseriya xwe biparêze
Zanîngeha Rojava dixwaze xweseriya xwe biparêze, weke yekeyeke akademîk a ku dikare mafên xwendekarên xwe, mamosteyên xwe, destketiyên tecrûbeya xwe, bernameyên xwe yên zanistî, beşên xwe, beşdariyan xwendekar û jinan, û azadiya zanistî ya li kampusên xwe hem biparêze û hem jî bi pêş ve bibe. Ev berxwedana mamoste, xwendekar û nûneriya Zanîngeha Rojava mixabin di raya giştî ya Kurdî de jî zêde xuya nekir, lê bandoreke mezin kir. Hem xwendekar û mamoste, hem jî xelkê Rojava ewqasî bawerî pê anîn ku gava zanîngehê xwendekarên nû îsal qebûl kirin, ji hejmara xwendekarên heyî bêhtir xwendekaran xwe lê qeyd kir. Yekşema bihurî Meclîsa Giştî ya zanîngehê careke din helwêsta xwe diyar kir: Em zanîngeheke xweser in û berjewendiyên xwendekaran û civakê ji bo me esas in. Gava min ev gotar dinivîsî, zanîngehê tevî xwendekaran xwe amade dikir vê yekê weke daxuyaniyekê li raya giştî eşkere bike.
Vê berxwedanê bibin asta serketinê
Niha bi ya min diviyabû aliyên siyasî, partiyên siyasî, civaka sivîl a mayî ya Kurd hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li parçeyên din ên Kurdistanê, hem li Sûriyê û hem jî li derveyî Kurdistanê, nexasim li Ewrûpayê, Kurd û dostên wan vê berxwedanê bibin asta serketinê. Ango li ser dewleta Sûrî zexteke raya giştî ya Kurd, zexteka raya giştî ya Sûrî, zexteke raya giştî ya navneteweyî ava bikin, da ku ew întegrasyonê weke rêyeke tinekirina rêûresma akademîk û tecrûbeya zanistî ya Şoreşa Rojava nebînin û ferz nekin. Li şûna wê zanîngehan weke yekeyên xweser ên akademîk qebûl bikin û bi mizakereyê întegrasyonê bimeşînin.







