
- Samira Hecî Elî: “Dibe ku ji bo gihiştina armancên xwe di hin mijaran de nerm bin û hin tawîzan bidin. Lê mijar hene ku em ê li ser wan tawîzê nedin. Kurdî wek zimanê perwerde û hîndekariyê di serê van mijaran de tê. Li herêma me bi salan e pergala perwerdeya duzimanî û sêzimanî heye.“
ERKAN GULBAHÇE
Sala perwerdeyê ya 2026-2027’an li Rojava 6’ê Îlonê bi nîqaş û çalakiyên xwendekaran dest pê kir. Biryarên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê yên derbarê perwerdeya Kurdî de, bûn sedema nerazîbûna xwendekar û malbatên ku bi salan e zarokên wan bi zimanê zikmakî perwerde dibînin. Li Hesekê û Kobanê xwendekar neketin dersan; piştre çalakî li Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Çil Axa û Til Temirê jî belav bûn. Xwendekar û malbatên ku dixwazin perwerdeya bi zimanê zikmakî bidome, hîn jî çalakiyên xwe didomînin.
Bi pêvajoya yekgirtinê ya bi Şamê re, paşeroja pergala perwerdeyê ya ku zêdetirî 12 salan e li Rojava hatiye avakirin jî ketiye rojevê. Rewşa mamosteyên ku ji bo perwerdeya Kurdî hatine perwerdekirin, bername û minhacên dersan, naskirina dîplomayan, derbasbûna zanîngehê û zimanê perwerdeyê ji mijarên sereke yên nîqaşan in.
Samira Hecî Elî, ku berê Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, niha jî di nav xebatên perwerdeyê de cih digire. Em bi Hecî Elî re li ser pêvajoya yekgirtinê ya bi Şamê re, rewşa ku ji 6’ê Îlonê ve derketiye holê, çalakiyên xwendekar û malbatan, nîqaşên li ser bernameya perwerdeyê û paşeroja perwerdeya Kurdî axivî.
Di danûstandinên di navbera berpirsiyarên perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê de li ser kîjan mijaran lihevhatin çêbûye û kîjan mijar hîn bêçareser mane?
Niha di navbera berpirsiyarên Rojava û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê de li ser perwerdeyê danûstandineke rasterast nayê meşandin. Bi destpêkirina pêvajoya yekgirtinê re awayê danûstandinan guherî. Ji bo meşandina vê pêvajoyê komîte hatin avakirin û li Hesekê û Cizîrê rêveberiyên perwerdeyê hatin damezrandin. Niha xebatên li ser paşeroja pergala perwerdeyê bi rêya van komîte û rêveberiyan tên meşandin.
Berî vê pêvajoyê, di xebatên me de perwerdeya bi zimanê zikmakî bingehek sereke bû. Ne tenê Kurd, me dixwest hemû gelên li herêmê dijîn bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibînin û baweriyên cuda jî di pergala perwerdeyê de xwe îfade bikin. Bernameya ku ji bo zarokên Kurd hatibû amadekirin jî li ser bingeha ziman û çanda Kurdî bû. Em dixwazin ev yek di bernameyeke hevpar a neteweyî de were misogerkirin.
Hîn encameke dawî nehatiye bidestxistin. Li gorî lihevhatinên di çarçoveya pêvajoya yekgirtinê de, diviya di sala perwerdeyê ya 2026-2027’an de pergala heyî bidomiya û guherînên li ser pergala nû ji sala perwerdeyê ya 2027-2028’an ve bihatan kirin. Nîqaşa sereke li ser salên piştî vê salê ye. Hîn jî li ser wê yekê tê xebitîn ku perwerde bi kîjan zimanî bidome, kîjan ders bi Kurdî bên dayîn û pergala perwerdeya pirzimanî çawa were avakirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê biryar da ku Kurdî di hefteyê de sê saet were hînkirin û saetek jî ji bo çalakiyan were veqetandin. Daxwaza we çi ye?
Di mersûmê 13’emîn de Kurdî wek zimanekî niştimanî hate pênasekirin. Piştre Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê biryar da ku Kurdî di hefteyê de sê saet were hînkirin û ji bo xebatên çandî û zimanî jî saetek were veqetandin; erdnîgarî, zanistên civakî û dîrok bi Kurdî, dersên din jî bi Erebî bên dayîn.
Daxwaza me ew e ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Li herêma me bi salan e pergala perwerdeya duzimanî û sêzimanî heye. Zarokên me matematîk, fîzîk, kîmya û biyolojî jî bi Kurdî dixwînin. Ji bo me pirsa “Ma Kurdî dikare bibe zimanê zanist û perwerdeyê?” nîqaşeke teorîk nîne. Em bi salan e vê yekê di pratîkê de dijîn.
Em ne li dijî hînbûna Erebî ne. Em bi Ereban re dijîn û dizanin ku divê zarokên me Erebî jî hîn bibin. Her wiha em dizanin ku xwendekarên ku sibê bixwazin li Şamê an li devereke din a Sûriyê zanîngehê bixwînin, divê Erebî bizanin. Lê ji bo vê yekê ne pêwîst e ku zimanê perwerdeyê bibe Erebî. Em dixwazin Kurdî wek zimanê perwerdeyê were pejirandin.
Bi hezaran zarok ji dibistana seretayî ve matematîk, fen û dîrok bi Kurdî xwendine. Ger niha van dersan bi Erebî bibînin, ev dê çi bandorê li wan bike? Ji bo vê guherînê demeke derbasbûnê tê dîtin?
Zarokên ku ji pêşdibistanê ve bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dîtine, ger ji nişka ve neçar bimînin bi zimanekî din bixwînin, ev dê bandoreke giran li perwerde, paşeroj û derûniya wan bike. Zarok bi zimanê xwe dersan baştir fam dikin, lêkolîn dikin û xwe hêsantir îfade dikin.
Em dixwazin zarok perwerdeya xwe bi Kurdî bidomînin. Ger hin ders bi Erebî bên dayîn, divê ji zarokên ku bi salan e bi Kurdî dixwînin re demeke têr ji bo amadekirina vê guherînê were dayîn.
Xwendekarên pola nehemîn di dema derbasbûnê de hemû dersên xwe bi Kurdî dibînin û bernameya heyî didome. Lê xwendekar û malbat li hember biryara ji bo polên din hatî dayîn nerazî ne. Çalakî jî didomin. Ev mijar li Meclisa Gelan jî hate rojevê û hate pêşniyarkirin ku biryar were paşxistin.
Şam navên hin dibistanên ku dê perwerdeya Kurdî bidin eşkere kir. Ev dibistan li gorî kîjan pîvanan hatine hilbijartin? Ger dibistanek di lîsteyê de nebe û malbat perwerdeya Kurdî bixwazin, dikare pola Kurdî were vekirin? Ji bo vekirina polê hejmareke herî kêm a xwendekaran heye? Kî dê li ser vê yekê biryarê bide?
Rastî em jî tam nizanim ev dibistan li gorî kîjan pîvanan hatine hilbijartin û çima tenê navên hin dibistanan hatine eşkerekirin. Di nav dibistanên ku navên wan hatine ragihandin de ji Kobanê tu dibistan tune. Ji bo me jî ne zelal e ku çima li hin herêman dibistan hatine hilbijartin, lê li Kobanê tu dibistan nehatiye destnîşankirin.
Ji bo me meseleya sereke navên dibistanan nîne, lê ew e ku perwerdeya Kurdî çawa dê were misogerkirin. Dibistan di lîsteyê de be an nebe, malbat mafê wê yekê hene ku ji bo zarokên xwe perwerdeya Kurdî bixwazin. Em dixwazin li hemû gund, bajarok û bajarên Rojava ku pêdivî heye, ev daxwaz were bersivandin. Rêveberiyên perwerdeyê jî divê daxwazên malbat û xwendekaran li ber çavan bigirin.
Lê hîn ne zelal e ku li deverên ku di lîsteyê de nînin polên Kurdî çawa dê bên vekirin û gelo ji bo vê yekê dê hejmareke diyarkirî ya xwendekaran were xwestin an na. Ev jî yek ji mijarên ku divê di pêvajoya pêş de were çareserkirin e.
Em li vir bi pirsgirêkeke din re jî rû bi rû ne. Beşek ji malbatên Kurd zarokên xwe dişînin dibistanên ku perwerde bi Erebî tê dayîn. Ev rewş di dema Rêveberiya Xweser de jî hebû û îro jî didome. Em vê yekê wek kêmasiyekê dibînin û jê re bi fikar in. Lewma em ne tenê bi rêveberiya navendî re li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî nîqaş dikin; em di nav malbatên Kurd de jî dixebitin ku zarokên xwe bişînin dibistanên ku bi zimanê wan ê zikmakî perwerde didin.
Di 12-13 salên dawî de ji bo perwerdeya Kurdî mamoste hatin perwerdekirin, pirtûk û minhaca perwerdeyê hatin amadekirin. Di pergala nû de dê rewşa van mamoste, pirtûk û vê hemû ked û ezmûna perwerdeyê çi bibe?
Ji sala 2014’an ve li Rojava di warê perwerdeyê de xebateke mezin hate kirin. Bi hezaran mamoste hatin perwerdekirin, bi sed hezaran xwendekar bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dîtin û ji bo hemû dersan minhacên perwerdeyê hatin amadekirin. Xebata li ser van minhacên hîn jî didome. Ew qas ked û ezmûna ku bi salan hatiye avakirin, ger were paşguhkirin, dê ji bo me xemgîniyeke mezin be.
Di çarçoveya pêvajoya yekgirtinê de mamosteyên ku di bin banê Rêveberiya Xweser de dixebitîn, bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ve hatin girêdan. Van mamosteyan perwerde bi Kurdî didan. Kêmkirina saetên perwerdeya Kurdî û guherandina bernameya ku hatiye amadekirin, dê bandorê li rewşa mamosteyan jî bike. Gelo hemû mamoste dê li ser karê xwe bimînin an hejmara wan dê were kêmkirin? Em ê di pêvajoya pêş de bibînin. Niha li ser paşeroja mamosteyan danûstandin didomin.
Em qebûl nakin ku di vê pêvajoyê de mamosteyên me bêkar bimînin. Em bi biryar in ku her mamosteyê ku belgeya mamostetiyê heye li ser karê xwe bimîne. Em her wiha israr dikin ku minhacên perwerdeyê yên bi Kurdî hatine amadekirin bi awayekî fermî li dibistanan bên bikaranîn û bernameya perwerdeyê were meşandin.
Em ji bo tevahiya Sûriyê bernameyeke hevpar a neteweyî qebûl dikin. Lê zimanê perwerdeyê divê Kurdî be. Ev ji bo me pir girîng e. Dibe ku ji bo gihiştina armancên xwe di hin mijaran de nerm bin û hin tawîzan bidin. Lê mijar hene ku em ê li ser wan tawîzê nedin. Kurdî wek zimanê perwerde û hîndekariyê di serê van mijaran de tê.
Hatiye ragihandin ku dîploma û belgeyên xwendekarên ku di dema Rêveberiya Xweser de perwerde dîtine dê bên naskirin. Ev dê çawa were pêkanîn? Xwendekar dê bêyî ku salekê winda bikin karibin xwendina xwe bidomînin?
Sala perwerdeyê ya 2026-2027’an li Rojava dê bi pergala heyî bidome. Hemû dîplomayên ku heta niha di dema Rêveberiya Xweser de hatine dayîn dê derbasdar bin. Di warê dîplomayan de dê di navbera xwendekarên ku ji dibistanên Rêveberiya Xweser mezûn bûne û yên ku li herêmên din ên Sûriyê mezûn bûne de cudahî tune be. Dîploma dê bên naskirin.
Lê li ser pejirandina xwendekaran li zanîngehan hîn hin cudahiyên nêrînan hene. Niha li ser van mijaran nîqaş û danûstandin tên kirin. Divê ev jî di pêvajoya pêş de were çareserkirin.
Di naveroka dersên dîrok, erdnîgarî, zanistên civakî û çandê de di navbera bernameya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya Şamê de cudahî hene. Nakokiyên sereke li ser çi ne?
Niha di navbera navendîtî û nenavendîtî, pirrengî û yekrengî, pirçandîbûn û yekçandîbûnê de cudahiyên cidî hene. Ev cudahî di naveroka dersên dîrok, erdnîgarî, zanistên civakî û çandê de jî derdikevin holê.
Em bawer dikin ku ji bo tevahiya Sûriyê divê bernameyeke hevpar a neteweyî were amadekirin. Lê di vê bernameyê de divê her nasnameya etnîkî û olî, her raman û rengê cuda yê Sûriyê xwe bibîne. Divê bername ji hemû gelên Sûriyê re xizmet bike. Ger bernameyeke wiha were amadekirin, em bawer dikin ku beşeke girîng ji pirsgirêkan jî dê ji holê rabin.
Erdnîgarî, dîrok û çanda her herêmê cuda ye. Hûn nikarin çand, dîrok an oleke din li herêmekê ferz bikin. Em dixwazin bernameyeke hevpar were amadekirin ku hemû gel û beşên cuda yên Sûriyê xwe tê de bibînin û mafê her kesî yê perwerde û hîndekariya bi zimanê xwe jî were misogerkirin. Nîqaş li ser van mijaran didomin, lê hîn encameke dawî nehatiye bidestxistin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde bi salan e bi rêya saziyên herêmî û meclîsan tê birêvebirin. Di pêvajoya yekgirtinê de paşeroja vê avahiyê dê çi bibe? Li ser dibistan, mamoste, bername û zimanê perwerdeyê kî dê biryarê bide?
Piştî lihevhatina yekgirtinê ya 29’ê Çileyê, rêveberiyên perwerdeyê hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de li Cizîrê û Hesekê rêveberiyên perwerdeyê yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê hatin damezrandin. Li Kobanê rewş cuda ye; Kobanê bi herêma Helebê ve hate girêdan.
Berê xebatên perwerde û hîndekariyê rasterast ji aliyê meclîs û saziyên herêmî ve dihatin birêvebirin. Niha rêveberiyên perwerdeyê bi Wezareta Perwerdeyê ve girêdayî ne û li gorî plana Wezaretê dixebitin. Ew hem têkiliyên bi Wezaretê re dimeşînin, hem jî li herêmê bi pirsgirêkên xwendekar, mamoste û dibistanan re mijûl dibin. Di heman demê de, bi taybetî li ser perwerde û hîndekariya Kurdî jî dixebitin.
Di encamê de armanca we di warê perwerdeyê de çi ye? Hûn dixwazin zarok ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibînin?
Têkoşîn û xebata me ji bo wê yekê ye ku Kurdî di destûra nû ya Sûriyê de wek zimanekî fermî were pejirandin û zarokên Kurd karibin perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bibînin. Nerazîbûna ku îro xwendekar, mamoste û malbat nîşan didin jî dide xuyakirin ku perwerde û hîndekariya Kurdî ji bo wan çiqas girîng e.
Bi pêvajoya yekgirtinê re guherînên girîng çêbûn. Lê em li ser daxwazên xwe israr dikin. Em ê ji bo misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî xebatên xwe bidomînin. Armanca me ew e ku zarokên me ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde û hîndekariyê bibînin.















