Têkiliya ziman û felsefeyê

Nûçeyên Forum —

Sêşem 29 Îlon 2026 - 06:30

  • Ziman û felsefe wekî du qadên bingehîn ên ku xwe berdidin rehên herî kûr ên ramana mirov in ku bi hev ve girêdayî ne û ji hev qet nayên veqetandin. Ji ber ku felsefeya zimên, hebûna mirovan di çarçoveya dîrokî-çandî de vedikole, divê em di vê gotarê de bi ravekirina pirsgirêkên bingehîn ên felsefeya zimên re têkiliya di navbera ziman, raman û rastiyê de binirxînin.

ADAR JIYAN

Em dixwazin hinekî li ser avahiya nîşaneyan, têkiliya derbirina zimannasiyê ya bi rastiya tişteyî re û girêdana hiş û ziman bi awayekî berawirdî ya ku ji hêla perspektîfên felsefeya dahûranî û analîtîk ve tê nîqaşkirin, rawestin. Bi rastî ziman mala hebûnê ye û mirov tenê bi riya ziman dikare cihê xwe di cîhanê de bibîne. Ji ber ku wateya peyvekê û bikaranîna wê di ziman de ye, têkiliya navbera ziman û ramanê bi pirsa "Ziman ramanê diyar dike an raman ziman diyar dike?" berbiçav dibe.

 

Hin zimanzan li gor vê fereziyeyê dibêjin; hem ziman ramanê pêk tîne û hem jî raman ziman dişêwîne. Bi vî awayî kesên ku bi zimanên cuda difikirin cîhanên cuda jî ava dikin. Ji aliyekî din ve, zimannas angaşt dikin ku avahiya zimannasiyê ji binesaziya derûnî derdikeve û hebûna rêzimaneke gerdûnî dide niqaşkirin. Di vê çarçovê de, ziman hem berhema ramanê ye û hem jî amûrek e ku ramanê derdibire. Ramana mirov di kêliya ku bi ziman tê derbirin, wateyê dibîne. Û ziman jî bi riya ramanê digihîje naveroka wateyê. Ziman hem hilgirê ramanê ye û hem jî sînordarê wê ye. Felsefe, bi riya vî zimanî li ser hebûn, zanîn, civak, jiyan, cîhan, exlaq, wate û rastiyê pirsan dipirse. Ji ber vê yekê, teşedan û veguhestina ramana felsefî tenê bi riya derfetên zimên pêkan dibe. Ji aliyekî din ve, felsefe ne tenê ziman bi kar tîne, heman gavê dikeve nav pirsiyarîkirin, dahûrandin û lêgerîna têgihan jî.

 

Pirsiyarîkirina têgihan, bikaranîna peyvan, angaşt, guman û fikarên bingehîn ên derbarê têkiliya ziman û felsefeyê de, her gav bûne sedema dahûrandina zimannasiyê. Ziman ne tenê şêweyekî vegotin û derbirinê ye; ew hem helbest û dilînî ye û  hem jî nîşaneke berbiçav a hebûna mirov bi xwe ye. Ziman tenê ne amûreke ragihandinê ye, herwiha hêmanek çalak e ku di avakirina raman û zanînê de ye. Felsefeya ziman bi tevahî li ser van pirsan hatiye damezrandin. Peyv an hevok tê çi wateyê? Bi cudakirina wateyê û referansê, divê em tenê bala xwe nedin ser objeya îfadeyê; divê em heman gavê bala xwe bidinê ku çawa behsa wê objeyê tê kirin. Hin zimannas, ziman wekî pergaleke nîşanan pênase dikin; her nîşanek ji "nîşanker" û "nîşankirî"yekê pêk tê. Her çiqas tê gotin ku ziman rastiyê nîşan dide jî, wateya zimên di karanînê de tê famkirin û ber bi wê ramanê ve diçe. Ango tê famkirin ku wate di çarçoveya têkiliyê de teşe digire. Di dîroka felsefeyê de, ziman demek dirêj tenê wekî amûrek ramanê hatiye dîtin; belê, ji destpêka sedsala 20’î û pêve bûye mijareke lêkolînê. Em ê hewl bidin ku bi pirsîna herdu aliyên zanîna hebûnê (ontolojîk) û felsefeya zanistî (epistemolojîk) a zimên xwe bigihînin navenda nîqaşa felsefeya zimên. Ji ber ku felsefeya ziman ne tenê wateya peyvan, heman demê pêvajoya pêkhatîna van wateyan, vaca/mantiqa wateyan û girêdana wateyan a bi rastiyê re jî armanc digire da ku mirov li ser baş hûr û kûr bifikire.

 

Felsefeya ziman, ji bo têgihîştina xwezaya peyvan û heman gavê ramana mirov qadeke lêkolînê ya sereke û bingehîn e. Herwiha bingeha rastiya ramana mirovan e jî.  Ev jî tê vê wateyê ku ziman qet nagihîje wateyeke westar û ramaneke mutleq. Girêdana wateyê, avahiya nisbî ya nîşanan û têkiliya tevlihev a ziman bi ramanê re sînorên dahûrana felsefî firehtir dike. Felsefeya dewiyanî (analîtîk) hewl dide ku pirsgirêkên felsefî bi taybetî bi riya dahûrandina  zimên bide famkirin.

 

Zayenda rêzimanî navê sîstema dabeşkirina navdêran e ku tê de peyvek li gorî çîna ku jê re tê gotin dikeve aliyekî din ê ziman (lêker, navdêr, rengdêr, diyarker). Ev pergal di çaryeka zimanên cîhanê de tê dîtin. Felsefeya parzemînî ziman di çarçoveya hebûna mirovan û çarçoveya dîrokî-çandî de vedikole. Li gor angaşt û nêzîkatiya hin zimanzanan, ziman qet wateyên westar hilnagire; her nîşanek her gav ji bo nîşaneke din tê veqetandin. Li gor avahiya zimên a nîşanan ziman bi ramanê re têkildar e û sînorên dahûrana felsefî firehtir dike. Lewre ziman tenê ne amûreke vegotina devkî an nivîskî ye; ew hem şert û merc û hem jî nîşaneke hebûna mirov e.  Felsefeya ziman bêtir li ser vê pirsê ye: “Peyv an hevok tê çi wateyê?” Divê mirov tenê li objeya îfadeyekê nenihêre, herwiha divê mirov li girêdana ku ew obje çawa pêk tê jî binihêre. Her çendî ku berê dihat angaştkirin ku ziman rastiyekê nîşan dide jî, di demên dawî de ew ber bi wê ramanê ve çûye ku wate di bikaranînê de pêk tê, ango wate di çarçoveya têkiliyê de ye.

 

Ji ber ku bikaranîna peyvê li gor wateya wê pêk tê, divê wate jî li gor bikaranîna peyvê were ravekirin. Ji bo wê mirov dikare ziman wekî pegala vegotin, derbirin û famkirinê jî pênase bike. Têkiliya ziman bi rastiyê re ji hêla metafizîk û epistemolojiyê (xwezaya zanînê) ve pir girîng e. Ziman hem takekes, hem civak, gel  û neteweyan û hem jî jiyan û cîhanê temsîl dike. Li gor vê yekê, mirov tenê bi saya ziman dikare beşdarî jiyana rojane bibe. Ango, ziman ne tenê cîhanê rave dike; ew heman demê cîhanê jî ava dike. Gelo rastbûna vê temsîlkirinê çawa tê pîvandin û nirxandin? Hiş û vac (mantiq) pîvana vê rastiyê bi verastkirinê sînordar dikin. Belê ev rêbaz ji ber ku ji derbirinên nepêşbînîkirî yên wekî etîk/sinc, exlaq, bawerî,  gewzîn û metafîzîkê dûr ketiye, tê rexnekirin.

 

Di têkiliya navbera ziman û ramanê de bi pirsa "Ziman ramanê diyar dike an raman ziman diyar dike?" bêtir berbiçav dibe. Ji ber ku ziman ramanê pêk tîne, kesên ku bi zimanên cuda diaxivin jî cîhanên cuda diafirînin an pêk tîmin. Hin zimanzanên ku hebûna rêzimaneke gerdûnî diparêzin, angaşt dikin ku avahiyên zimannasiyê ji binesaziyeke hevpar der bûye. Li gor vê angaştê, ziman hem berhema ramanê ye û hem jî amûrek e ku ramanê dişêwîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.