
- Me berê jî di gelek nivîsar û goterên xwe de behsa girîngiya zimanê hêmayî (sîmgeyî) kiribû. Li gorî bîr baweriya min, di dîroka mirovahiyê ya sê mîlyon û nîv salî de şoreş û dahênana herî mezin û girîng şoreşa zimanî ye, ango ji zimanê şanîdanê derbasbûna zimanê hêmayî ye. Heta mirov dikare bêje, zimanî bi xwe re aqil, fikir û raman jî bi pêş xistiye.
BAHADÎN ROBAR
Pir-rengiya cîhana me ya îro ku gelek netew, etnîsîte, gel, çand, civak û qewm hene, sedema wê ziman e. Lewre her zimanek di esasê xwe de cîhaneke taybet û xweser e. Li gorî fîlolog û zimanzanan di roja me de herî kêm 7 hezar ziman li ser rûyê cîhanê têne axaftin. Ev jî dide nîşan ku 7 hezar gel, çand û neteweyên cuda hene. Hebûna her zimanekî û gelekî ji bo ziman û gelên din dewlemendî, hişmendî, berfirehbûn û jê sûdwergirtin e. Lewre ziman di heman demê de raman e jî.
Bêşik û guman ziman bandora xwe li exlaq, raman, çand, dîrok, kevneşopî, çandinî, bazirganî, siyaset, têkiliyên mirovî û civakî û bawerî û pêşketina gel û civakan dike. Lewre ziman şertê netewebûnê yê yekemîn e. Etnîsîte û gelê te çi dibe bila ew be, heke tu bi zimanê gel û etnîsîteya xwe neaxivî, tu nabî ew gel û etnîsîte. Mirov di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê kîjan etnîsîte û neteweyê biaxive, mirov dibe ew etnîsîte û netewe. Dibe ku heta demekê mirov xwe aîdê gelê xwe yê esasî hîs bike, bes nifşên piştî mirov tên teqez diguherin. Ji ber vê yekê ziman stûna çandê ya herî bandorker, diyarker û qewîn e. Lewre mirov dikare zimanî weke komasî û yekbûna tevahiya çandê pênase bike. Lê di vê beşê de mebesta me ne ew e ku em behsa girîngî, pêşketin, geşedan û rista zimanî ya dîrokî bikin. Ji wê wêdetir, mebest ew e ku em hinekê balê bikêşin ser heqîqeta zimanê kurdî û rist û mîsyona wî ya ji bo mirovahiyê. Ji ber ku serdem, cih û warê ku zimanê kurdî tê de aj û fîsq dayî, gihiştî û jiyayî/dijî ferz û deman dike ku mirov rewşa wî û arîşe, pêkûtî, bişaftin û tunekirina li ser tê meşandin bigire dest û yek bi yek dahurîne.
Wekî tê zanîn proto kurdan (kurdên pêşîn), ango qebîle û eşîrên hûriyan herî kêm ji berî 12 hezar salan li Mezopotamyayê-Kevana Zêrîn derbasî jiyana dêmanî yanî gundewariyê bûne. Gund ava kirine, çandinî kirine, ajal û sewal kedî û xwedî kirine. Di vê derbarê de têra xwe belgeyên arkeolojîk, zanistî û antropolojîk hene. Weke mînak; Xirabreşka/Girêmiradan (Gobeklitepe) Rihayê û Qotê Ber Çem a (Çatalhoyuk) Erganiya Amedê dîroka avakirina van wargehan herî kêm heta 12 hezar salan paşve diçe. Yê ku cara yekem li cihên navborî gund ava kirine eşîrên hûriyan in û heta roja me ya îroyîn jî hê neviyên wan kurd li ser heman çand, ziman û şopê û li ser heman erdnîgariyê (Mezopotamya-Kevana Zêrîn-Kurdistan) di bin navên şaristanî û dewletên cuda de bi veguhestina çand û zimanê kurdî weke peyrew, şopdar û hemnijadên hev bênavber dijîn. Me weke gelê kurd bi tu cihên din ve koç nekiriye û tu koçên biyanî jî bi ser xaka me de nehatine. Kurdan û mezinên kurdan pêşengtiya gelek pêşketinên civakî û dîrokî kirine. Weke mînak, ligel gundewarî û çandiniyê gelek amûr û alavên ku guherînên mezin di jiyana civakên wê di serdemê de jiyayîne çêkirine, dahênandine.
Ya herî girîng jî kurd afirîner û belavkarên çand û zimanên Arî/Aryen in. (Ji ber ku piştre ev çand û ziman derbasî Rojhilat/Hindistan û Rojava/Ewropa bû weke çand û zimanê Hînd-Ewropî hate binavkirin.) Heke îro çand û zimanê arî di cîhanê de xwediyê nirx û muteberiyekê be ev bi saya serê proto kurdan (hûriyan) (ev gel dapîr û bapîrê gelek netewe û gelên din ên li Mezopotamya jiyayîne) in ku wan serdema neolîtîkê dan destpêkirin jiyana dêmanî pêk anîne û ev çand û zimanê kokdar, xwezayî, berfireh û dilkêşîner kêlî bi kêlî honandine. Jixwe nêrîn û pênasekirineke têgeha “arî” di wateya gelê bilind, pêşketî, sereke û bijarte de ye.
Nêrîna din jî dibêjin; gel û qewmê ku cotyariyê û çandiniyê dike, bi ax û erdê re mijûl û ber û berheman ji erdê derdixin, lewre ji wan re “arî” hatiye gotin. Dîsa nêrînek dibêje peyva “arî” ji bo gelên ku cara yekem ard/arvan/ar bikar anîne hatiye gotin. Herwiha ji ber herêmên Toros û Zagrosan de zivistan pir sar û dijwar bûn gelên herêmê pir girîngî û pîrozwerî dane agirî lewre ji wan re gotine xwediyê agirî. Jixwe agir di heman demê de “ar” e û dema mirov arê bi navê gelekî bilêv dike dibe “arî”, lewre ji wan gotine “arî”. Mirov dikare bêje hemû nêrîn li ser pêşketin û kedkariya gelê herêmê digihêje hev weke jîrektî û jêhatina gelên herêmê hatiye komkirin û pênasekirin. Lewre xwezayî ye ku ew gelê çandinî îcad kirî, ji zexîreyan arvan çêkirîn û erd weke deriyê debarê bikar anîn weke gelê bilind, pêşketî, sereke û bijarte bê pênasekirin. Lê divê bê zanîn ev pênasekirin ne pênasekirineke etnîkî û nijadî ye, ev pênasekirineke çandî ye. Ango gelek, nîjadek an jî neteweyek bi navê arî nîn e, tenê “çand û zimanê arî” heye. Weke me di destpêkê de jî anî ziman pêşiyên kurdan; hûrî, gûtî, sûbaro, kasît, mîtanî, naîrî, ûrartû, med, komagene û yên din çand û zimanê arî afirandine, bi kar anîne, parastine, pêş xistine û jîndar kirine. Lewre ev ziman xwediyê hêzek wisa ye ku bandora xwe li hemû zimanên cîranê xwe kiriye. Ji hêlekê ve hîtîtî û peyrewên xwe, ji hêlekî ve Îran û Belûcîstan û heta bigihîje Hindistanê û ji hêla din ve Rûsiya, Grek û heta diçe rojavayê Ewropayê ji çand û zimanê “arî” bibandor bûne û zimanê wan di bin bandora wê çandê de şêwe girtiye. Ji ber vê sedemê ye ku ev gel û neteweyên ku me li jor qala wan kirî, zimanên xwe weke “zimanê arî” binav dikin. Berevajiyê kes û derdorên faşîst û nêtxirab yên dibêjin; “çand û zimanên arî ji Ewropayê ber bi Mezopotamyaya Jor (Kurdistan) ve hatiye û belaveyî wir bûye” û yên dibêjin; “ev çand û ziman ji Stepên Rûsyayê belavî derdorê bûye”, ji rastiyê dûr in û ne durist in.
Cîderk û jêderka zimanê arî/Hînd-Ewropî Kurdistan e. Erdnîgariya kurdistanê (Kevana Zêrîn) dayik û dergûşa vê çand û zimanî ye. Kurd jî (ji serdema neolîtîkê -bz. 10.000 salan- ji destpêka qebîle û eşîrên hûriyan heta bigihîje medan û kurdên hemdem) afirîner, parêzvan û axêverên vî zimanî ne. Lê belê ji roja pergala dewletbûnê li ser rûyê cîhanê hatiye avakirina heta roja îro kurd û Kurdistan her tim bûne hedefa hêzên navendîparêz û zalim û herwiha zordestî, înkar, qedexe û bişaftin li ser gelê kurd û çand û zimanê wî hatiye meşandin û hê jî tê meşandin. Êrîşên herî dijwar jî li ser zimanê kurdî hatiye/tê kirin. Kurdistana ku serdema neolîtîkê (bz.10.000) di hembêza xwe de ava kirî, çand û zimanê arî afirandî, xwedî kirî, mezin kirî, belaveyî cîhanê kirî, biqedir û nirx kirî; îro bi hemû nirxên xwe ve tê înkarkirin û îmhakirin.
Ev cîhana nankor û bêbext kurdan û zimanê wan biçûk û bênirx dibîne. Îxanetê li dergûşa ku tê de mezin bûye dike. Ya rast îxanetê li xwe û nirxên xwe û li heqîqetê dikin. Weke gotineke tirkî dibêje; “besle kargayi oysun gêzûnû”.(qijakê xwedî bike vêca bila çavê der derxe). Pêşiyên kurdan jî gotine; “Xwediyê xêran bûn êxsîrên ber deriyê dêran”. Yanî piştî ev qas xizmet û keda bêhempa ya gelê kurd, di nava 12 hezar salan de ji mirovahiyê re kirî, îro hin wan mirovan/neteweyan radibin dibêjin; Kurdî ne ziman e, hin dibêjin; ne zimanê zanîstê ye, hin dibêjin; ne zimanê perwerdehiyê ye, hin dibêjin ne zimanê wêjeyê ye û her wekî din. Bi van bahane û hakaretên pûç û vala qedexe, bişaftin, înkar, îmha û bîçûkxistinê li ser kurdan û çand û zimanê wan dimeşînin. Ev helwestek dûrî wijdan û sincê ye. Ne mirovî, ne jî etîk e. Her wiha di tu ol û baweriyan de cihê vê êrîşkirin û bextereşiyê jî nîn e. Yanî kîjan hêz û dewletên ku serwerî li ser kurdan û axa wan kirine, karê xwe yê yekem kirine bişaftin û înkar, biçûkxistin, qedexekirin, entegrekirin û tunehesibandina çand û zimanê kurdî.
Vêca weke encam kurd û zimanê kurdî yê ku bi hezaran salan ji çand û zimanê mirovahiyê re xizmet kirî, bi heman awayî bi sedan heta hezaran sal in ku hêzên navendî û global ligel hêzên herêmî û dagirker êrîş, îmha û înkar li ser çand û zimanê kurdî dimeşînin. Bêşik û bêgûman ev îxaneta mirovahiyê ye ku li hemberî çand û zimanê kurdî tê kirin.














